qełaçoy dujmin
From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
1432 views
ba hemû cûtyar û pałe û řenicberan
yek girin ta debne hêz û piştîwan
hełgirin yekser diruşmî hawbeşî
bê cyawazî leser řemz û nîşan
hełgirin paç û çek û bêł û qełem
her le řoşnibîr heta şwan û sepan
hełtekênin em nîzame bogene
dabřêjin koşkî yeksanî jyan
têkî bişkênin wize û amancî beg
tefrutûn ken, řîşekêş ken mîr û xan
kakî kolak des le gerdin hełbesê
ta biłên: ha yekyetî destî şikan
erz û aw bo çînî cûtyarî hejar
berhemî noş ka wekû noşî gyan
êwe şořişgêř bin pêşřewtan heye
yekyetî çen koşkî şahaney řiman
komełî soşyalîzim binyan binên
tawekû bibne nimûne bo cîhan
komełêk bin piř le biřwa û yekyetî
agirêk bin bo gyanî załman
noker û sermayedarî çawçinok
şarbeder ken, derbeder ken bê wiçan
ewkesey xwênî enoşîn wek şerab
sernîgun ken, bîkene pendî zeman
qet le bařût û gule û şestîr û xwên
sił neken ta eçne hewargey gelan
êwe binçîne û binaẍey komełn
nezrî şanî êweye erkî jyan
têxroşin, têbkoşin, koł neden
ta be zor bîhênne des mafî řewan
nûkî paç û bîrî wird û hêzî leş
bibne burkanêk le gyanî dujminan
řêkî xen yasa û nîzamî hawbeşî
ba biřûxê شاە û textî xa’înan
begler û sermayedar û xan û mîr
pet biken řayanbikêşin bo neman
ew ḧeley katê wiłat řizgarî bû
pyaw û jin, pîr û cwantan şan be şan
hewł biden bo awedanî û me’rîfet
takû bêne řîzî pêşkewtûy cîhan
ewdemeş řołey pirolîtarî kurd
debne řaber bo wiłatî kurdisan
kaşkî yasayekî tazem edî
piř le sûd bê bo gel û bo nîştiman
çarenûst xot ebê dyarî bikey
nek temayer bî ke bot ken henderan
qani’aPen name sa toş legeł lawanî kurd
řû kene meydan wekû şêrî jyan