çekî yekêtî

From the Book:
Paşmergey Qani’
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  696 views
çen xoşe ew zemane le kwêstan û xwar û jûr
ferqî nîye le beynî bira û xuşk û xał û pûr
çen xoşe ew nîzame, seraser hemû wiłat
yek řeng û yek mebest û yek awat û piř le nûr
çen xoşe ew wiłate ke cûtyar û řenicberan
tyaya ebin be xawenî ḧukim û supay cesûr
çen xoşe ew zemane ke kwêstan û germyan
yekser ebête cunbişî deryay hêzî sûr
ey lawî kurd! be bîr û baweřî kurdane yek girin
burkanî agirîn bin, le řûy dujminî ẍurûr
bînêne gořî tarewe řisûmî ’eşîretî
ferqî mexen le beynî ẍenîda heta mizûr
sen’et biken be hêz û girîkî wiłateket
řazawe ken şeqam û telar û qesir û qusûr
le toy derûnî xakewe derbêne řonî řeş
xiłtey demarekanî bipałêwin bo bilûr
şořş biken le řûy nezanîn û cehlida
towî nîfaq û ecnebî derken heta sinûr
hawkarî ken be merc û binaẍey jyanî gel
tewḧîdî fikire, şertî esase, nizîk û dûr
şadim be ew zemane ke be daşdyarî řenicberan
werzêr enête gerdinî aẍa gurîsî sûr