înqîlab

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  821 views
înqîlabe fatḧî her mexzenî řazî nîhan
înqîlabe wek erestû, daf’î derdî giran
ger nebê aşûbî çerx û înqîlabî řojgar
ta qyamet bo kesêk bû serbeser miłkî cîhan
şoretî nadir bimênê, pehlewî bê řewneqe
mîlletî mîdya behêzin, çon ejîn êranyan!
ger le hîmmet înqîlabato nebê, ehlî ḧîcaz
çon ebûne ḧukmiranî mesnedî newşîrewan!?
her le sayey înqîlabe wa ’ereb serbest ejî
yesirb û betḧa necatyan bû le nêzey turkekan
xizmî asûrî ke têkeł ’eşretî kildanî bûn
................................................Missing
destî mûsa ger bimênê, nefxeyî ’îsa çîye!?
ne’retey řostem bibê, boç wa kize mazendiran!?
înqîlabe bo feqîr cêgey umêd û arezû
înqîlabe bû be ba’îs ئاە û derdî kurdekan
koneşarî dêy newê ewsake cêy zuḧḧak bû
îş û karî înqîlabe êstekeş çołe û wêran
ca kewabû înqîlabe wasîtey gewre û biçûk
her bijî aşûbî çerx û înqîlabatî zeman
qani’aPen name ummêdî to her înqîlabe û hîçî tir
bełkû keřtê řê kewê yek înqîlabêkî giran