be zwanî kurdistanewe
From the Book:
            Baxçey Kurdistan
        By:
                Qani (1898-1965)
        
             1 minutes
             1758 views
        
        
    êwe ey şêranî mekteb! wasîtey jînî minin
wasîtey jîn û jyan û řoḧî şîrînî minin
komełî ewladekanim, wan le zułmatî cehil
taqe êwe xwêndewar û nesłî nûrînî minin
mudde’î ger bê xeyałî nam û nengî min bikat
bo wîqayey ḧîfzî nengim, êwe perjînî minin
asman nabê xeyałî berterî û zyadî bika
asmanî asmanim, êwe perwînî minin!
sed ke dêm û bê berawim min le kwê «qurfe» le kwê
tê bifkirîn to xwa me’mûrî texmînî minin
merheme teskînî zam û duktere def’î beła
bo diłî piř êş û zarim, êwe teskînî minin
ger wekû qani’Pen name le bo terfî’î min koşiş biken
lawekanî xoşewîstim, kołekey dînî minin