wesyet bo kutek

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  2287 views
řołe! wesyet bê ke mirdim seyrî em eş’are ke
hefteyek carê temaşay şorî em guftare ke
babî xot řeftarî çon bû, toş her ew řeftare ke
řû le qazancî ’imûmî û pişt le xawen pare ke
bêre meydanî dilêrî, her wekû şêrî jyan
cergî dujmin hełdiře û bibře weku têẍî deban
řołe! lafî feylesofî lê nedey hergîz be dem
nokerî hergîz nekey, bo ḧakmî řom û ’ecem
çî le diłtaye metirse bîxe ser nûkî qełem
gwê nedey řołe, be cewr û êş û azar û sitem
řapeře û bangê bide, bo xizmetî kurdî ziman
berxî nêr bo ser biřîne nek le bo doşîn û řan
řołe! daym çaweřwanî hełmetî şêrane be
dujminêkî zołe kurdî nokerî bêgane be
her be hîway deng dilêrî û jînî serbestane be
kewte řojî xoy xerîkî tołeyî dûlane be
řoḧî şîrînit derêne bo deway derdî giran
řû kere qendîl û ako, her biłê: ya nîştiman!
kełûř û sûrsûr û geşkî û şarî kirmaşaneket
bextyarî û menmî û hem şakelî û şîrwaneket
mayîdeşt û bacełan û sanî hewramaneket
pijder û biłbas û herkî û cafetî û goraneket
des be des yektir girin, bo yektirî wek piştîwan
tê bikoşîn bo jyanî kurd û xakî kurdistan
řołekem! xwêndin bixiwêne! mektebe dermanî kurd
tê geyştin merheme, bo zamî bê samanî kurd
lapeřey mêjû ezanê, çon bûn şêranî kurd
basî baba ardełan û zendî û babanî kurd
ewrûpa nûsîwye bo to yek be yek wek dastan
toş be çakî řaygeyene bo nexwêndey kurdekan
ew jyane key jyane? wek kewî bendî qefes
jêr çepokey řafzî bî û jêrdesey pyawî teres
pet le mil bî û řat bikêşin, her wekû tancî û meres
namewê ew core jîne, dek xwa neyda be kes
qef qefî ḧełqey kelepçet hełbiře wek pałewan
xot û mindałit be kuşt de bo řewacî kurdistan