2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  300 views

hawirdor heyecan dide celadet beg. ew bi heyecan li tîrêjên tavê ko li hember wê hiltên, li çyayên asê û li refê teyrên ko difirin dinhêre. ro, bi rengekê helesor, li pey çyan, hêdî hêdî, hiltê. ji dûr ve, dengê dîkin tê. dinya zelal û hinekê sayî ye. dinya kirasê belek ê havînê li xwe kirye. hawirdor bi rengên têvel xemlye. dinya hişyar dibe û ḧazrya rojeke nu dike.

rojeke nwo ya havîna 1929 -an dest pê dike. celadet beg bi hêdîka derî bi piştikê digre û derdikeve ber derî. ew li welatê bav û kalan, li deverên behdînanêye. ji bo gerandina kar û xebatên xoybûnê, ew û çend hevalên wî, bi hev re, hatne nav kurdan, welatê ’îraqê. ew xwe dide hev, cakêt û pantolê xwe hinekê rast dike û dere çend mîtra ji derî bi dûr, li ber dîwarê xênî, li ser totkan rodne.

ev aramî, ev bêdengî! ev zelalî, ev paqjî! di cîhaneke dîn û har de si’ev bihuşt!..

belê, min jî di deftera xwe de welê nivsî. bi kurdî; ev bihuşt... tiştên ko min dinvîsîn, bîr û hizrên min, ḧis û dengên min bûn. gava ez bi tenê dimam û difkirîm, ew tiştên ko min dixiwestin ji xwe re bigotna, min li ser kaxiz dinvîsîn. wê rojê jî welê bû; aram, bêdeng, zelal û paqij. cara yekemîn bû ko ez li heremê behdînanê bûm. ez hatbûm dilê welatê kurdan. zarê bav û kalên min, devoka cizîra botan û hekaran, li wir, bêrawest, dihate peyvîn. zimanê kurdî, zimanê jîn û civatê bû! kal û pîr bi kurdî dwa dikirin, sond dixiwarin. jinebî bi kurdî nifir li dora xwe dibarandin. şivan û gavan bi kurdî naxir û keryên xwe diçêrandin. zarok bi zimanê maderê digryan û dikenyan. dê zarokên xwe yên dergûşê bi kurdî dilorandin. civat bi zimanê kurdî radbû û rodnişit û digerya. dengibêj û çîrokbêj gotnên kurdî, mîna almas, yaqût û ziberced, li hev digerandin. zimanê kurdî jî, mîna wê roja no, zelal û paqij bû.

ev yeka hanê, ji bo min, kurdê muhaceretê, mehkûmê zimanên byanî, bûyereke girîng bû.

lê berî ko ez gotna xwe bidomînim, min divê ko ez şaşyeke te rast bikim. ew roja ko tu niha beḧis dikî, raste, rojeke havînê bû, lê ne ya 1929 -an. ya 1928 -an bû. ev yeka baş tê bîra min, ji ber ko ez bi tenê sala 1928 -an çûm ’îraq û îranê. ji destipêka tîrmehê ḧeta dawya salê, ez li wan deran mam. gera min û çîroka min û wan rojan dirêje. min hin bûyerên muhîm ên wan rojan di deftera xwe ya biçok de, di deftera cananê de, nivîsîne. gelekî di ser re û bi çend gotnan... (heye ko weha hîn çêtir bû.) tiştên ko min hingê nenvîsîn, ne hewceye ko ez niha jî bibêjim. tiştên ko min di defterê de nivsîn, ne hewceye ko ez niha dubare bikim. bi kurtî, ez weha bibêjim; xoybûn, hebûna kurdan xurit dibû. partî çêbûbû, bi rê ketbû, li her alî deng dabû. bi gotna kurdan, me mû bi mû rîhek çêdkir. ji her alî kurdan dixiwestin bi me re pêwendî ava bikirana. herweha ji ’îraq û îranê jî. li ’îraqê perçeyekê mezin ê miletê kurd dijya. (jixiwe ḧeta salên 1920 -an, welatekê bi navê ’îraqê nîn bû, ew dever jî perçeyekê dewleta osmanî bû û perçeyekê mezin ê welatê kurdan jî tê de bû...) li ser tixûbên îranê, li alyê tirkyê, kurdan bi rêberya partyê û kumandarê kurd îhsan nûrî, serhildanek li dar xistibûn. partyê divya xwe bi wan deveran bighanda. loma ez wê roja ko tu qal dikî, li wir bûm. ez li rê bûm û ber bi îranê diçûm. min ê hem li ’îraqê hem li îranê gelek kes bidîtna, gelek tişt bikirna û xwe bi tixûbên serhildanê bighanda...

celadet beg ji berîka xwe pakêta cixarê û heste derdixe û cixareyekê vêdxe. ew li gund û xanyên gund dinhêre. xanyên mîna xirbe, bi kevrên reş, peregende, lêbûne. li pêşya wî, bi qasî pêncî mîtra jê bi dûr, meydana gund û kahnya gund xweşyeke aram dide gund. celadet beg li xuşexuşa ava kahnyê guhdarî dike. ew nefesekê ji cixara xwe dikşîne û li çyayên hember xwe dinhêre. çya mîna şerîdekê, mîna zincîreke reş li ber wî rêz bûne.

- çya û kurd, ew bi deng difkire û dibêje... çya û kurd... ma kisenefonê yewnanî, berî niha bi hezar salan, negotbû ko kurd û çya ’aşiqê hevin?..

- celadet, ew didomîne û dibêje, celadet, ceco... te pişta xwe daye ko? te berê xwe daye ko?

umir ji sîhê diqulpe ser çilê. jîn diqulpe ser xewneke tevlîhev. bav çû, yar çû, welat çû, jîna sitembolê çû, xeyala vegerê çû... dûmahîka vê ryê çye, li koye?

hingê deryê xanyê kêlekê vedbe û jê keçkeke 6 -7 salî derdikeve. keçk li celadet beg dinhêre û bi şermokî jî ro badde. celadet beg bang keçkê dike,

- delalê, metirse, were, were nik apê xwe.

keçk bi hêdîka tê ba wî. ew bi destê keçkê digre û bi destê rastê porê wê dide hev.

keçk porzer û çavşîne.

- navê te çye, delalê, kezîzerê?

- roşene, keçk li pêşya xwe dinhêre û dibêje.

- wey... navê te pir xweşke. navê dapîra min jî roşen bû. navê dotmameke min jî roşene. tu ro bi şên bî, keça min...

- mamo, tu dê li gundê me bimînî?

- ma tu dizanî ez kî me, roşena delal?

- erê, babê min gote min... tu mamo yê, mîr ceca... ced...

celadet beg dikene û keçkê hembêz dike.

- tu dê li gund bimînî? mîr ceca... ced hatye me xelas bike?..