1
ev fotografa dehan a bîra qederê ko sê kesan nîşan dide, fotografeke taybetîye. ev fotograf di nav hemû fotografên romanê de xwedê cîhekê xase. fotograf, ya şoreş û şoreşgerê, çek û çekdarî yê ye. fotograf, ya heyama tevger û rêkxistina xoybûnêye.
fotograf nîşana kel û best, daxwaz û coşa rabûn û serhildanêye.
li fotografê sê kes dixiwîn; celadet alî bedirxan, lehengê vê romanê, qedrî cemîlpaşa û ekirem cemîlpaşa, pismamên hev ên man û nemanê, dostên celadet beg, rêberên no yên partya xoybûnê. hersê heval, hersê rêber, li kêleka maseyeke dirêj roniştine. li ber wan, li ser masê nexşeyek heye. wan nexşe vekirne û bi dîqet lê dinhêrin. celadet beg li kêlekeke masê, ekirem beg jê li kêlekeke din roniştine. qedrê beg di navbera herduyan deye. hersê li kêleka hev roniştine û li nav û xêzên nexşî dinhêrin.
kincên ko li ser wanin, kincên heyama xoybûnê ne; kincên çekdaran. li ser milê qedrî beg çaketek heye. wî çaket li xwe nekirye, lê avêtye ser milên xwe. celadet û ekirem beg bi tena qutkin. çend qumiçkên jor ên sîngî yên celadet beg vekirî ne, porê wî kin qusyayî, simbêlî wê hatîye. welê dixuye ko ew, ji çend rojan û vir veye, kur nebûye. kincên herdu pismaman, qedrî û ekirem began, bi şal û şepkên kurdan dişbin. şal û şepkên ko di lec, pêveçûn û şeran de kincên herî başin. qutkên wan jî, ji qutkê bêtir bi kiras dişbin û ḧeta qirkê, bi qumiçkan, girtî ne. serê celadet beg vekirîye, porê wî tevîheve, lê yên qedrî û ekirem began bi kolozek û şarekê li dor pêçayî girtî ne. simbêlê wan ê badayî pir xweş li cil û bergên wan tê.
ḧeta vê derê, tevî kincên qedrî û ekirem began, fotograf tiştekê zêde nabêje. merv dikare bawer bike ko ew li seyrangehekê ne û li nexşeyeke, em bibêjin, welatekê awrupayê dinhêrin... yan jî ew li ser rya nêçîrê ne. lê du tiştên din ên fotografê hemû fotograf îzeh dike; çek û pûsatên ekirem beg û mohra li ser masê. belê, ekirem beg bi çek û rexte. tifnigeke zîvhêlî ya şeşxana helqedar di navbera herdu lingên wî deye. tifing ber bi jor, ber bi alyê navlûyê rawestaye. wî destê xwe yê rastê danye ser lûla tifnigê û bi wî awayî li nexşî dinhêre. wî rexteke bi kespikan neqşikirî li pişta xwe girêdaye, çenteyeke reş a eskerî û cewdikekê biçok jî xistine milê xwe. tifing, kemera tifnigê, çanta eskerî, cewdik û rext, bi qumiçkên zîvîn, bi neqiş û xemil, dibirqin. ekirem beg hemû tevdîrên xwe sitendine; ew, ji bo çyayên asê, warê serhildanan, amadeye!
mohra li ser masê jî mohra partya xoybûnêye. mohir hertim li nik serekane û serek hertim kar û şixulê xwe bi mohrê dibînin û digerînin. çek, rext, mohir û bala wan nîşan didin ko ev hersê heval bi karekê girîng ê eskerî rabûne, belê, bi şixulê serhildaneke kurdan ko partya xoybûnê li peye, mijûln.
fotograf li ko û kengê tê kişandin? ne fotograf bi xwe, lê destinvîsa xwar û xweş a celadet begê ko li pişta fotografêye, vê yekê dyar dike; hasçe, temmuz, 1930 .
bi vî nav û nîşana cîh û wextî êdî fotograf bi her awayî dyar dibe; fotograf, a heyama dijwar a şoreş û serhildanane. salên dawya 1920 -an û destipêka 1930 -an, ji bo kurdan, salên gelekî aloz, tevîhev û dijwarin. kurdan şikest li ser şikest xwarne. serhildana wan a 1925 -an têk çûye û serekên serhildanê li bajarê herî mezin ê kurdan dyarbekirê, bi dar ve bûne. serhildanên wan ên 1926 -27 -28 -an jî bêhavil mane. pêlên serîhlidanan, ji ber gelek sebeban, şikestine. lê serhildan didomin, bi gotna partya xoybûnê, hêvî neçlimisye. niha, di dawya salên 20 -an de, kurdan ala serhildanê, îcar, bi rêberya partya xoybûnê, li dora çyayê agiryê hildane. lê serîhlidana ko di destipêkê de xurit û geş bû, niha, nikare bi pêş keve. dor lê tê girtin û nefes lê diçke. rejîmên tirkye û îranê li hev hatne; serhildana kurdan divê biperiçqe...
serhildan û serfirazî, periçqîn û bindestî... jyana kurdî ya salên 30 -an li dora van gotin û kirnan hatye rapêçandin. u di navenda vê jyanê de jî, ev hersê rêberên kurd li odeyeke bêtekber, vala û rût, li dora masayekê, roniştine û hewl didin ko mêzîna qedera kurdî ber bi serfirazyê dakeve. celadet beg bi destê xwe yê rastê, li ser nexşê, cîhekê nîşan dide. herdu pismam jî bi hizir li eynî cîhê dinhêrin. herdu destên qedrî beg li ser masê ne, di destê wî yê rastê de pênûsek heye. destê rastê ber bi destê celadet beg çûye.
welê dixuye ko haya wan ji fotografkêş nîne. ew ne bi fotografê, lê bi şixulekê cidîtir mijûln. lê digel vê yekê, fotograf, bi gotna firansizan «tyatral» e. tê de jîn heye, ew jîndare. gerçî ew li fotografkêş nanhêrin, lê mîna ko haya wan jê heye ko ev fotograf dê, rojekê, bibe fotografa salxdana salên 30 -an û bibe beḧsa romanekê! mîna ko ew dixiwazin awir û nêrîna xwe, ked û lebata xwe, bi alîkarya fotografê, vebhuhezînin nifşên no. mîna ko wan dil heye ko ew vê kurtedema bîhnekê ko tarîxîye, bikin tarîx! ew li nexşa ber xwe dinhêrin, lê mîna ko ew li pêşerojê, li nifşên no dinhêrin. belê, ji fotografê baş dyare ko ew bi dûrbînî li nexşî dinhêrin...
fotograf mirî ne; bêzar û bêzman, bêdeng û bêpejnin. kesê ko li wan dinhêre, li gora xwe, jyanekê û dengekê dide wan. lê ev fotografa dehemîn a bîra qederê dijî, tê de jîndaryeke xurit heye. awir û nêrîna wan a cidî, roniştin û rawestana wan a qaym, cil û bergên wan ên deşt û zozanan, nexşe û mohra li ber wan, çek û rextên neqşandî, ev hemû tişt, jyaneke taybetî dide vê fotografê. nêrevan, bivê -nevê, bi heyecan lê dinhêre.
şoreşgerên heyama dijwar û fotografa şoreşgerasin heyecan dide nêrevan.