5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  299 views

tu kî yî, xanma delal? celadet ji keçka ko derdikeve ber derî dipirse.

-ez roşenim, keçk dibêje.

- roşen, keça miḧemed salḧ beg?

- belê, keça miḧemed salḧ begê bedirxanî...

- tu dizanî ka ez kî me?

keçk, bi qasî bîskekê, bi dîqet, li celadet dinhêre û paşî serê xwe di mana «na» de, dihejîne. keçk wî nas nake.

- ez celadetim, kurmamê te celadet...

- celadet amca! keçk, bi nîda, bi tirkî, dibêje û serê xwe dizîvrîne alyê hundir û gazî dya xwe dike; yadê, celadet amca hatye, were...

belê, eynî welê bû. ji bo hin civîn û hevûdudîtnan, ez çûbûm şamê. gava ez li şamê peya bûm, min berê xwe da taxa salhyê, cisrê abdê, nik hemama efîf, mala salh beg, kurê mamê min meḧmûd. ji mêj ve bû ko salḧ beg wefat kirbû, lê mala wî, jina wî samye xanim, ko dotmama min bû û keça wî roşen, li şamê dijyan. min navnîşana wan ji mamê xwe xelîl ramî beg wergirtibû.

rojeke germ a havîna welatê sûryê bû. xwîdan ji min diçû. min çaketê xwe yê reş ji xwe kirbû, qumiçka sitû yê gomlegî vekirbû û kirawata belek sist kirbû. hema çi bigre, min hîç bi ’erebî nizanîbû. min şam û axa welatê sûryê nas nedkir. me dest bi xebatê kirbû, roj bi roj, dyartir dibû ka me çi dixiwest û em ê biketna pey çi. dijmin û kes û hêzên nedost li dora me bûn. em divya bi tevdîr bûna. loma min xwest ko ez pêşî herim mala salḧ beg wan.

min roşen di zaroktya wê de carekê li sitembolê dîtbû. gava min li deryê mala wan xist û ew derket ber derî, hingê min cara yekemîn ew mîna keçeke xama dît. keçkeke hufde- hîjde salî, kin, qut, zirav û eger ez rastyê bibêjim, nexweşk, derketbû ber derî. porê wê kurt, çavên wê biçok, lêvên wê zirav, sitûyê wê kurt û destên wê biçok bûn. lê poz û enya wê nîşan dida ko ew bedirxanî bû. welê dixuya ko ew li dya xwe çûbû. ji ber ko bavê wê, salḧ beg ko min ji salên 1910 -an, ji sitembolê dinasê, dirêj, girs û lihevhatê bû. salhiḧ beg ko hingê li sitembolê serinvîskarê kovara rojê kurd bû, bi çelengya xwe nav dabû û çavên gelek ji metên min li serî bûn. lê ew li sitembolê nema û çû. paşî, eger ez ne şaş bim, sala 1915 -an, me bihîst ko salḧ beg li şamê wefat kirye. wê dil hebûye, bi dizî, vegere cizîra botan, welatê bav û kalan. lê berê çûyna xwe, wê wefat kirye.

agahî û zanînên min ên li ser salḧ beg û mala wî, bi tenê, ji van çend rêzan dihate pê. ne zêde... lê wê roja leylanên welatê ’ereban, di nav xwîdanê de mayî, bîhniçikyayî, ez li ber deryê wan bûm. u roşen ko ji jinên ko min nas kirbûn, şehrîban, si’adet abla, canan, monîka, pir cihê bû, li ber derî, li hember min bû. pêlên felekê, yan jî em bibêjin qederê, îcar jî ez avêtbûm ber mala wan. u roşenê ji min re digot «celadet amca...»

paşî çi bû?

ma wê çi bibûya? felekê her karê xwe berdewam kir û qedera min, bi huner û hostehî, hûnand...

- celadet amca, biferme, were hundir, keçk dibêje, -bêyî ko li hatna dya xwe bipê.

keçk rê nîşanî celadet dide û herdu bi hev re derbasî alyê hundir dibin. li paş derî sewkyeke fireh û hinekê bilind, li pey jî ḧewşeke fireh a malê heye. sewkya serîgirtê bi bahlîf û doşekan raxsitîye. gava keçk li ser sewkyê cîh nîşanî celadet dide, dya wê jî tê nik wan.

- celadet beg, tu bi xêr û xweşî hatî, ser seran, ser çavan, dya keçkê dibêje. fermo, rone, bîhna xwe vede...

- ma hûn nikarin taseke ava hênk bidin min, celadet xwîdana enya xwe paqij dike û dibêje. ez fetsîm, ji tîna bihecîm.

keçk dilezîne hundir. dya wê jî tê û li ser doşega kêleka celadet rodne. celadet dya roşenê nas nake û cara yekemîne ko wê dibîne.

- samye xanim, heye ko di zaroktyê de me hevûdu dîtye, lê nayê bîra min. min navê we gelekî bihîstibû, lê ḧeta niha qismet nebû ko em hevûdu bibînin...

- me jî, hem min hem roşenê, pir dixiwest te bidîta. berî niha bi çend rojan, apê xelîl ramî xeberek şandibû û gotbû ko tu dê werî şamê. çavê me li rê bû... bila serê te, serê me sax be, em hemû pir li ber wefata mamê min emîn alî beg ketin. ew hîmê hebûna me bû...

keçk, sinyek di destan de, dilezîne û tê nik wan. ew tasa avê dide celadet û tebaxa ko bi zebeşê dîlimkirî tijîye, datîne ber wî. celadet radhêje tasê û bi carekê wê vedxiwe. piştî ko ew avê xelas dike, ew taseke din dixiwaze.

- zêde av ne başe, celadet amca, keçk jê re dibêje. hinekê şûtî bixiwe, ew ê tya te bişkîne.