4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  306 views

- mîrên min, tiştên ko em bipeyvin, em bikin, pirin. memduḧ selîm beg dibêje, em êdî zû bi zû dev ji hev bernadin...

celadet beg, birayên wî sureya û kamuran, mamê wî xelîl ramî beg, hevalên wî û bavê wî mewlanzade rif’et, memduḧ selîm, dir. mehmed şukirî segban, haco aẍa û hin kesên din li bajarê biçok ê lubnanê cunyê, li mala xelîl ramî beg civyane. cunye, bajarê biçok ê file ko li kêleka beyrûtêye, îro mazûbanya rêber û ronakbîrên kurdan dike. ronakbîrên kurd li hev civyane û ew ê li ser rewşa kurdan û welatê wan bipeyvin. li welêt her tişt tevîhev bûye; welat bi destên dewletên biserketî perçe bûye, ji perçê herî mezin ko li nav tixûbên dewleta no, tirkyê maye, dûman bilind dibe. ew perçe di nav şewateke xedar deye. perçê ’îraqê ketye bin destê îngilîzan, ê îranê di bin destê farsan û yê sûryê jî di bin destê firansizan deye. xelkê westyayî ko di şer de li ber lingan çû, niha, bêquwet, bêtaqet û bêhêvî, hewl dide da ko rojên kambax biqedîne. tevger û serhildanên kurdan bi ser neketne. gelek rêber û ronakbîr hatne kuştin, piranya yên mayî bi derne ẍerîb revyane. bûm û kund li ser kavlên welatê kurdan veniştine û dixiwînin. welatê kurdan qulpye ser gor û goristanê.

di rewşeke evçend kambax û zîz de, merv dikare çibke?

- mîrên min, em divê ji vê çûyna malwêran re bibêjin bese! lê çawan? ji kerema xwe, bila herkes gotin, dîtin û pêşnyara xwe bibêje. lê berî ko em dest bi gotnê bikin, eger bi dilê we be, ez dixiwazim, em ji bo ruhê pak ê emîn alî beg û şehîdên me fatîhayekê bixiwînin.

belê, bavo wefat kirbû. di rojeke germ a 1926 -an de, li bexçê mala kekê min sureya, danekê germ ê êvarê, bavod xew re çûbû. u ew hew ji xewê hişyar bûbû. çavên ko bi hêdîka hatbûn girtin, hew vebûbûn.

bavo, dayê, mezo û qudret li bexçê, li kêleka bîrê roniştibûn. mîna her carê, dayê purtaqalên yekta yên îskenderyê dabûn bavo. wî ew hêdî hêdî xwarbûn û li ser mala me ya sitembolê, bexçê, darên bexçê û bîra ko li bexçê bû, peyvîbû. li gora ko dayê digot, berî ko bavo bikeve xewa kûr û bêveger, wî weha gotbû; «bi xêr, gava em vegeryan, divê em bexçê malê paqij bikin, zêdehya dar û beran jêkin, bîrê ji no ve lêkin û ava wê paqij bikin...» bi do re bavo di xew re çûbû. mezo û qudret derketbûn û çûbûn gund û dayê jî şalekê tenk avêtbû ser bavo û vegeryabû hundir. bîra bexçê, bavo û purtaqalên wê bi tenê mabûn...

ḧeta kengî bavo di xewa jînê de bû? kengî wî gav avêtbû alyê din ê xewê, yanê mirnê? ew êşyabû? wî di xewa xwe de çi xewn dîtbûn, di xewnên dawîn de çi daxwaz kirbûn? mixabin, kes bi van nizane, lê çaxa dayê, ji bo şîva êvarê çûbû ko bavo hişyar bike, bavo hişyar nebûbû. bêdeng û bi kîbaryek ko gelekî lê dihat, wî xatir xwestibû û çûbû.

bavo, sitûna mal û malbata me, tîmsala tarîx û hebûna me, çûbû. bavo, ew însanê ronakbîr, xwendî û dîtî, xwedyê kitabxana mezin, nivîskarê zarên kurdê, farsê û tirkê, tarîxnas, hosteyê kulyata «tarîh-y cewdet», hostayê tarîxa mîr bedirxan, çûbû... bavo li welatekê pir dûr, li misrê çûbû. sefter, birayê min ê biçok, ronya çavên min, li welatekê dûr, li alemanyayê çûbû. li welêt ko êdî ji me bi dûr bû, li dyarbekirê, gelek pêşewayên kurdan, dost û hevalên bavo û me, bi dar ve bûbûn û çûbûn: mirnê bi ser me de girtibû. gotna bavo rast bû; dewra felekê li ser me kîn bû. ne bi tenê derd û keserên xurbet û derketnê, lê mirnê jî dest pê kirbû û bi girane û zompên xwe dilê me yê birîndar dihniciqand.

gotnek ko bavo her digot li bavo jî dihat; mêrê çê li navê xwe tê. mîna her kirin, tevger û gotna wî, mirna bavo jî li her alî deng da. dost, nas û nêz giryan û li şînê roniştin. dijmin, kirêt û hesûd jî kenyan û rabûn govendê.

ez niha çi bibêjim? min divya li ser bavo, jîn û tecrubên wî, pêwendya min û wî gelek tişt binvîsanda. ne niha di nav van ropelên bîra qederê de, lê heye ko di nav romaneke din de ko li dora jîna bavo bihata hûnandin. lê mîna pir tiştên din, min ev yeka hanê jî nekir. min ne ew wext û quwet, ne jî îmkan û destek hebû. min ê bavo û jîna wî ji kê re, çawan û li ko binvîsa? lê eger min kitaba bavo binvîsa, min dizanîbû, min ê çawan dest pê bikira. destipêk ê, kêm -zêde, weha bûya; bavo, mamostayê jîna min, hosteyê rya qedera min. bavo, lawê sirgûnê, kurê mîrê sirgûnkirî, bavê zarokên li sirgûnê bûyî. bavo, nobedarê roja yekemîn a umrê min, sitêrka çirûsî ya zaroktya min. bavo, hevalê xeyalên min, şirîkê pênûsa min, sya rêzên min, hêza gavên min, hêvya şevên min. bavo, lawê asîl, bavê serbilnid, dostê ziravbhîstyar. bavo, bavê min...

- em divê li rê û ryan bigerin, weha nabe, weha nikare dewam bike, memduḧ selîm beg dibêje û dest bi axaftina xwe ya dirêj dike.

axaftina wî li ser rewşa turkyê û kurdan, serhildana 1925 -an a kurdan, encamên serhildanê û rewşa wê bi xweye. mîna ko ew li gotna bigere û wan hilçîne, ew hêdî hêdî, gotin bi gotin, dipeyve. berê ko ew gotna xwe xelas bike, bi qasî bîskekê, ew radweste û li hevalên xwe dinhêre, paşî dîsan bi pênûsa destê xwe li ser kaxzê li berê çend xêzan dikşîne û gotna xwe temam dike,

- ji awrupa, ’îraq û deverên din gelek xeber û name ji min re tên da ko kurd kirasê çavpahnyê li xwe nekin, perda nizmahyê nekşînin ser xwe, çavên xwe negirin, bêdeng nemînin û dest bi tevgereke no bikin... êdî gotin ya weye.

piştî ko memduḧ beg gotna xwe xelas dike, celadet ji cîhê xwe radbe,

- sipas memduḧ beg, ew dibêje, gotnên te sedê sed rastin. roj, roja şixul û xebatêye.

cîhan li hêvya dengê meye, herkes li benda tevgerêye. qet nebe, divê em nîşan bidin ka em kî ne...