1

Also sprach Zarathustra... «oder uns umspülen hunderttausend wogen/alles reizt uns, manc herler gefaelt...»
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  317 views

çar derketî, çar bira; celadet, kamuran, tewfîq û sefter. li welatekê ẍerîb, li bajarekê ẍerîb, her çar li kêleka hevûdu rawestane û bi ken li hevûdu dinhêrin. sal, destipêka salên 1920 -anin. wext, wexta serûbnê, tevlihevê û geremolêye. cîh, navenda geremolya dinê, deryê do û îro, munîxe.

çar bira, çar lawên emîn alî begê bedirxanî, çar nevyên mîrê kurdan bedirxan, li pê, li nik hevûdu rawestane û bi hev re dipeyvin. welê dixuye ko haya wan ji fotokêşî nîne. fotokêş, destigritya birayê biçok sefter, pelkan, bêyî ko haya wan jê hebe, pê li qumiçka makînê dike û fotografeke din li fotografên romana bîra qederê zêde dike, -bêyî ko haya wê jê hebe.

di hemû umrê wan ê dirêj, balkêş û ji hevûdu pir cihê de, heye ko bi tenê ev fotograf, her çar birayan li nik hevûdu nîşan dide. bahoza şerê cîhanê û alozya destipêka salên 1920- an, ew li munîxê anîne nik hev. lê dewr û dewranên bê dê wan, yekcar, ji hev veqetîne. veqetin û ḧesreta ko du sitûnên esasî yên cîhana kambax a derketnê ne, dê, bi her awayî, mohra xwe li jyan û qedera wan xîne. lê di vê fotografê de, tu şopên rojên bê naxwîn. haya wan hê ji rojên bê nîne. ew li kêleka hevûdu seknîne û bi ken dipeyvin. sefter destê xwe ber bi tewfîq kirye û bi ken jê re tiştekê dibêje. singa wî derketî, serê wî hinekê li pêşe. tewfîq destê xwe yê rastê rakirye û bi tilê sefter nîşan dide. ew jî dikene. kamuran destê xwe birye ser serê xwe û bi porê xwe dilîze. ew jê bi ûsil dikene. herçî celadet, birayê mezne, wî jî, mîna piranya caran, herdu destên xwe xistine bêrîkên pantolonî, xwe hinekê ber bi pêş xwar kirye û li sefter dinhêre. kenekê geş li ser royê wîye jî.

ken, kêfxiweşî û geşî ḧakîmî vê wênêye. mîna ko ew ji mirnê, şewat û hilweşînê nerevyane. mîna ko mirin, bêgavî û zeḧmetyên nedîtî yên derketnê ne li pêşya wane. pelkan, keça dilsoz û porzer, evîna man û nemanê ya sefter, bi makîna xwe ya nokirî, nêrîn û kena wan a boş dike nemir.

her çar birayan hevûdu, ji no ve li munîxê dîtne. munîx, bajarê medenyeta germanî, navenda çanda awrupa navîn, ji wan re bûye qonaẍek. belê, qonaẍeke no ko li ser ryeke dirêje. ew ji welatê rojhilatê, ji şerekê xedar ko ew ji hevûdu veqetandibûn, ji doz û têkoşîneke biserneketî tên. di heyama do de, wan zêde wext nîn bu ko bi hev re buna, hevûdu bidîtna. her yek li derekê, bi şixulekê mijûl bu. ji lewre, ew hevûdu zêde baş nas nakin. ji bilî terbye û perwerdeyya malê, ’edet û ûslên malbatê, tiştên wan ên yekgirtî ne zêde ne. ew li munîxê, ji no ve, dighên hev, hevûdu dinasin... lê piştê munîxê? bi do qonaẍa munîxê re?

ji kena wan dixuye ko ew zêde li vê yekê, li qonaẍên bê nafkirin. bervajyê bûyer û serpêhatyên munîxê, ev fotograf çar birayên jixiwerazî, bextyar û kenê wan a ko hemû fotograf vegritye, nîşan dide. bi kincên xwe yên moderin, bi rawestana xwe ya serbest, bi nerîna xwe ya bawertijî, mîna ko her çar bira dixiwazin, di vê fotografê de, bi ken, vê yekê bibêjin; dinya bi dore, rojekê geşe, rojekê zore. îro dora meye, pêr dora mîr bedirxan bû, do ya bavê me bû, îro ya meye. digel her dijwaryê, em îro bi hev re ne, gihîştine hev, bi hev re quwetin; dest destan dişo, vedgere royan dişo. bêgumane ko berî îro jî wexteke jyayî hebû, piştî îro jî dê hebe, lê îro, esase, navende.

li ser hemûyan cil û bergên no û moderin hene. hemû bi gomlegên sipî û bi kirawatin. ji yên sefter pê ve, kincên hemûyan, kincên kilasîk ên ewrupayê ne. kincên sefter, bi gotna pelkan, «siportîv» n. di esasê xwe de, tu ferq di navbera kincên wan ên do û yên îro de nînin. do jî, wan, li bajarê piralî, pirçandî sitembolê, dîsan, kincên ewrupayê li xwe dikirin. kinc û lixiwekirna wan nêrîn, fikir, ḧîs û dîtnên wan jî dyar dikin; ew ne dûrî cîhan û medenyeta ewrupayê ne. rabûn û roniştina wan herçend ya kurdan û welatê rojhilatêye, ewçend jî ya ewrupayê ye. terbye, xwendin û perwerdeyya ko wan wergirtye, ew kirne pirên navbera du cîhan û medenyetên ji hev pir cihê. ji lixiwekirna wan dyare ko ew bi qasî cîhan û medenyeta rojhelatê, aydê cîhan û medenyeta roj’ava ne jî. loma jyê ye, merv dikare bibêje, di fotografê de, kenê wan boş, rawestana wan reḧet, tevgera wan serbeste.

fotograf li ser kolanekê tê kişandin. welê dixuye ko ew li rê ne, ber bi derekê derin. li pey birayan çend xanyên ko bi lêkirna germenî ava bûne, dixiwîn. li ser dîwarê xanyê hema li pey wan, di nav lewḧeyeke biçok de, bi tîpên latînî yên germenî, galerî sitrase, dinvîse. li pey xanyan jî, dêrek û birca wê dixuye. ken, rawestan û tevgera birayan ne li dijî van avahî û perçên din ên wênê ne, ji bervajyê, ew hevûdu temam dikin.

birayên bedirxanî, nevyên rêberê kurdan, ji welatê xwe pir dûr, li ser kolaneke munîxê rawestane û bêyî ko li rojên bê bifkirin, bi çavên germ, li hevûdu dinhêrin û dikenin...