6

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  308 views

hewa pir hişke, dinya sare. digel ko çila alemanyayê hê bi xurtî dest pê nekirye, dinya sermaye. celadet, carekê -du caran, xwe dilvîne ko rabe, lê ew nikare. bedena wî, bi gotna dya wî, bûye mîna ço. bedena wî jan dike, serê wî dêşe. ew divê dakeve bajêr, munîxê û here serdana sefter ko bi sermayeke xedar ketye û di nav cîhan de radzê. lê ew di xwe de wê taqetê nabîne ko ji nav cîhan derkeve. welê dixuye ko ew jî bi sermayê dikeve.

oda wan, wî û kamuran, a mezin tu carî germ nabe, ew çi jî bikin, ode germ nabe. ji binê derî, ji alyê rojava, pencera mezin, her ba, bayekê yar û tûj, tê. ew li sa’eta li ser masa kêleka xwe dinhêre. sa’et ber bi nîvroyê hêdî hêdî dizîvre. çare nîne, ew nikare rabe. ew xwe hinekê din dixe bin lehîfa germ û wê dikşîne ser xwe.

di wan rojên çileya me ya pêşîn a alemanyayê de, di oda me ya mezin û sar de, ez bi tenê bûm. kamuran, ji xwe re, kincin û paltoyekê germ dabû dirûtin û ji me xatir xwestibû û çûbû berlînê, nik dostekê xwe. min jê kincine germ kirîbûn û kincên min ên şevê û lehîfa min a bi hirî ya alemanî jî germ bûn. lê çi feyde! dinya sar, oda me seqem bû. mîna ko em ne li odeyekê, lê li zozanan bûn!

me li munîxê nikarîbû tu cîh, ode, pansyon peyda bikira. ji ber rewşa piştî şer, xelkê gundan û dor’alê koçê bajêr kirbûn û bajar vegirtibûn. bi alîkarya birayê me tewfîq, me li gundekê biçok ko nêzîkî munîxê bû, obermazing, li nik qesabekê, odeyeke fireh peyda kir. xanyê qesab bi du qatan lêbûbû. qata jêrîn dûkana wî ya qesabyê bû. qata jorîn jî mala wî bû. li paş xênî, bexçeyekê fireh û dirêj ê malê hebû. li kêleka bexçê jî bîreke artezyenî hebû. di qata jorîn de, odeyeke mezin vala bû. me ew ode, mehê bi hezar û sêsed markan, kirê kir û valîzên xwe û tiştên xwe yên hûr ko me ji sitembolê bi xwe re anîbûn, tevî kemança kamuran, birin odê û em li wir bi cîh bûn. ode fireh bû, lê em, nemaze kamuran, hînî bi hev re, di odeyekê de maynê, nebûbûn. lê çare nîn bû, ne cîhên din hebûn, ne jî êdî quweta me dest dida.

ji sitembolê, em bi tevdîr derketbûn. me pere û zêrên xwe qulpandibûn ser markên alemanî, me bi deh hezaran mark xistibûn berîkên xwe da ko em çar bira, çar nevyên mîr bedirxan, li alemanyayê, muhtacî tu kesê, tu tiştî nebûna. li sitembolê em welê fikirîbûn. çaxa em gihîştin munîxê, me dît ko ḧesabê me yê sitembolê şaş bû, ji binî ve şaş bû! markên me, ez nizanim, di sedê de çend sed, belê çend sed, ji qîmeta xwe, winda kirbûn... vê yekê jîna me, bi carekê, guherand, jîna me xist ser ryeke gelekî kirêt û dijwar. bi do hatna me re, bavê min bihîst hezar markên din ên alemanî, ji me re, şandin. lê mark bêqîmet û jîn buha bû. di ser de jî, markê her roj qîmet winda dikir. kurdan gotbû; pere xulamekê qenc, lê aẍayekê xirabe. pereyê ko ḧeta hingê xulamê me bû, di wan rojên sar ên çila alemanyayê de, êdî dixiwest aẍatyê li me bike.

jîna me, bi carekê, bi her awayî, guherîbû. em ketbûn, em bûbûn derketî.

celadetî ko tevî kincan ketye bin lehîfê, ji xewa giran, hişyar dibe. ziman û gewrya wî zuhaye. qirka wî dişewte. ew hinekê xwe dilvîne û li dora xwe, li sa’etê dinhêre. sa’et ber bi êvarê, hêdî hêdî, dizîvre. ew bi hêdîka ji nav cîhan derdikeve, cixareyek û hestê ji ser masê werdigre û ber bi pencera fireh dere. êşa serê wî hinekê kêm bûye, lê ew pir bêtaqete. ew li der, li darên bexçê, ewrên girtî, dinya girtî dinhêre. wî hê li vî welatî misteke tav nedîtye. tav her li pey ewrên girtîye. ew li vî gundî, li vê odê çi dike? eger niha tiştekê bi serê wî de bê, haya kê dê jê hebe? ḧeta kengê ew ê li alemanyayê be? li sitembolê, li welêt ko ew carna, gava mezo û ḧîkmet ji wan re rojname dişînin, hay jê dibin, niha çi dibe, çi diqewme?

cixare di dev de, ew vedgere ser textê razanê yê kamuran, radhêje kemança ko li ser cîhe, kemançe û kevanê wê ji sandûqa wê derdixe û dîsan vedgere ber pencerê. bi qasê demeke dirêj, ew, hêdî hêdî, hişê wê li derekê din, gewrê zuha, çav li ser bexçê û bîra li kêleka bexçê, li kemançê dixîne. ew, bi kemança kamuran a نەاکۆردکرێ, dengên musîka çend sitranên nîhawend û kurd -î ḧicazkar ên osmanê, bi bexçê dighîne. paşê, piştî demekê, ew dweste, bêgav, dest ji kemançê berdide û dîsan tê ser cîhê xwe. ew li ser cîhê xwe rûdne û cixareyeke din vêdxe. wext ê niha çawan here? tewfîq ko bi qasî nîv sa’etê ji gund dûr dixebte, çima nayê?

bi bîhnitengî, ew radhêje kitabek ji kitabên ser masê û ropelên wê diqulpîne. kitaba zirav û dirêj ko ropelên wê zer bûne, bi firansizîye. tê de şîrên şayrên navdar ên firansiz hene. di ropelekê de şîreke viktor hugo «asokî su mur pur la patrî cewx qu’ sonit mortis powir la patre» heye. ew wê, bi deng, dixiwîne. piştê şîra viktor hugo, şîrên lamartîn «li puwêt mura», ya alfired du vignê «la morit du low» û ya şaril bodlêr «balkun» hene. celadet wan jî, li ser textê xwe dirêjbûyî, bi deng, dixiwîne. bi do van re jî şîreke lamnê li ber çavê wê dikeve. navê şîra biçok bala wî dikşîne; lêkzîlê... bi gotna osmanyan sirgûnkirî. celadet hêdî hêdî wê dixiwîne. careke din, careke din, bi dengekê berz... ev şîr ko tê de beḧsa ẍerîbê û ḧîsên ẍerîbyê dibe, şîra jyana wane. mîna ko لامەننەاعس ew li ser wan nivîsye. celadet ji berîka çakêtê xwe pênûseke reş derdixe û sitêrkek li ser ropel, li kêleka şîrê, çêdke. celadet divê vê şîrê wergerîne kurdî, zimanê bav û kalan.

ma çima ew niha dest pê nake? kaxiz? ew di xwe de nabîne ji ser cîhan rabe. ew li ser ropelê, serinvîsa şîrê, bi firansizî, dinvîse; li êklizilê... lê êklizilê bi kurdî çye? ẍerîbî? sirgûnbûyî? çi? mana êklizil ê derketne. ma çima ne derketin û derketî?.. belê, derketî... celadet bi qasî kêlyekê difkire û dîsan, li ser ropela kitabê, bi tîpên pir biçok herdu rêzên şihîrê, lê bi kurdê dinvîse: terka welatê xwe da û kete dinyayê... xwedê rêberya derketyan bike!..

celadet hin rêzên din jî, giran, dixiwîne û difkire. lê na, ew nikare, êşa serî dîsan zêde dibe. ew kitab û pênûsê datîne ser masê, lehîfa germ vedke û dikeve nav cîhan. ew li kêranên dirêj ên bana odê dinhêre û li gotna xwe ya kurdî difkire û wê dubare dike; derketî, derketî...