6
- me sifre li ber kon raxsitye, kerem bikin. celadet, kamuran, ekirem begê cemîlpaşa, ebdilrehîm efendî, yakup paşa, mêcer no’êl û çend kesên din radbin û ber bi kon derin. dinya hê ronîye, bi tenê yek du sitêrk li alyê rojhilat, bi nermahî, diçûrsin. komk, yakup paşa li pêşê, yên din li pey wî, hêdî hêdî, ber bi konê reş dere.
celadet, kamuran, ekirem begê cemîlpaşa, ebdilrehîm efendî û mêcer no’êl mêvanên yakup paşa ne. yakup paşa ko umrê wî li dora 30-35 ane û no zewcye, serekê ’eşîra atmyane. sifreyeke dirêj, li ser mehfûrên kurdî yên koçeran, li ber konekê reş ê kurdî hatye raxsitin. sifre têra xwe dirêje. bi qasî bîst kesî li dora sifrê li pê, li hêvya yakup paşa û mêvanên wî ne. ew, bi giramî silav li wan dikin. yakup paşa û mêvanên wî jî silavên wan werdigrin û li wan vedgerînin.
- kerem kin ser sifra koçer û ’eşîran, yakup paşa, bi kurdya xwe ya zelal, dibêje û cîh nîşanî mêvanên xwe dide.
mêvan, li kêleka hev, li ser kulav û doşekan rodnin. piştî mêvanan, yakup paşa û yên din jê li dora sifrê rodnin. kesên ko li ser sifrê roniştine, ji sîhê zêdetirin. ji sifrê bîhna goşt û savarê difûre. li navend û herdu alyên sifrê, sê sinyên mezin û fireh hene. sinî ḧeta dêv bi savarê tijî ne û li ser savarê jî berxên birajtî hene. di navbera sinyan de, bi qasê hefit - heşt beroşên fireh, bi xwarin û şîvên cihê, hene. di nav çend tawan de qelî, di nav çend tebaxên fireh de jê sewze û salate hene. li ber her mêvanî jî tabexeke vala heye. piştî roniştina hemû mêvanan, çend kes radhêjin xizmetê. yek goştê berxan lîme dike û li mêvanan belav dike, yekî din savarê belav dike, yek dew dixe tasên mêvanan, yekî din jî kêmanyên sifrê temam dike.
- eger kêmanyên me hebin, li me megirin, yakup paşa dibêje, ev sifre ne hêjayê mêvanên mîna we ’ezîze, gelekî bi lez bû.
- min sifreyeke weha zengîn, rengîn û xweş li tu derê nedîtye, mêcer no’êl, bi kurdî, dibêje û tîka goştê destê xwe dibe devê xwe. ev sifre bi rastî sifra kurdîye, ev mêvanperwerî, bi rastî, ew mêvanperwerîye ko min her dibhîst...
ji sifrê hinekê bi dûr agirekê gur vêketye û çend kes bi êznigan agir geş dikin. ji agir hinekê dûr jî bîrek heye. çend jin bi dewlê avê jê dikşînin. koçerên ’eşîra atmikan, zarok, jin, mêr, pîr û kal, li dor û navbera konan derin û tên. ’eşîra atmikan, mîna her salê, îsal jî derketne zozanan. ew zivistanan li deştê, havînan jî li zozananin. ew havînan tên û konên xwe li dora vê bîrê vedgirin. mêcer no’êl û hevalên wî, li ser rya xwe, îşev, bûne mêvanên wan. kurdan hatna wan bihîstye û dixiwazin wan bibînin, bi wan re bipeyvin û bizanbin ka çi dê bi serê kurdan de were. yakup paşa ko no jî zewcye, çi ji destan tê, texsîr nake da ko kêfxiweşê û mêvanperwerya xwe nîşan bide.
ne bi tenê yakup paşa, em jî kêfxiweş bûn. ji kêfa me re payan nîn bû. em li welatê bav û kalan, li ser axa kurdan bûn. ew kurdên ko me li sitembolê, ewçend beḧis dikirin, li wir, li nik me, li ber çavên me bûn. ew gera me ya kurdistanê, bi serê xwe, bûyereke girîng a jîna mine. tu bawer bike, heke min keys, wext û îmkan hebûna, min ê li ser wê gerê romanek binvîsa. wê gerê ez nêzîkî welatê min kirim. wê gerê ez ji welatê min bi dûr xistim. belê, ev herdu jî bûn. wê havînê, havîna rengîn a 1919 -an, mohra xwe li jîna min xist, ḧeta bi heta...
bi do xebat, daxwaz û tevgera fireh a neteweyê ya kurdan re ko ji kord te’alî cemyetî ḧeta hemalên sitembolê, ji beg û tucarên dyarbekirê ḧeta gundyên botanê, ji elewyên dêrsimê ḧeta soranên suleymanyê, bi awayekê peregende, tê de bûn, îngilistan û hevalbêndên wan, hatbûn ser rya fikira mafên kurdan û êdî beḧsa war û welatekê ji bo kurdan dikirin. ji bo wê fikirê wan dixiwest heyetek, bi serokatya mêcer e. m. no’êl, ko bi kurtî me jê re digot, «mêcer no’êl», bişandina welêt. piştî ko ew bi kord te’alê cemyetî û bavê min re peyvîn, me biryar da ko ji kurdên sitembolê ez û kamuran, ji dyarbekirê jî ekirem begê cemîlpaşa di heyetê de bin. ez û kamuran ji sitembolê ketin rê û 23-ê tîrmehê em gihîştin ḧelebê. major no’êl ko bi herdu zaravayên kurdî, kurdya jor û jêr, baş dizanîbû û serê xwe gelekê bi doza kurdî di’êşand, li wir, li otêlê, tevî kaxiz, pênûs û makîna xwe ya fotografê, li hêvya me bû. «hûn bi xêr hatin», wê bi kurdyeke têghîştî got. «vo êt owsî byenvenu», min jê, bi firansizî jî re got. îngilîzya min û kamuran ne ewçend baş bû, loma me dil kir, em pê re bi firansizê bipeyvin. lê wê dil hebû bi kurdî bipeyvya.
«ji bo min weha hîn çake», wî got. piştî ko ekirem beg jî hat, em ji ḧelebê, ber bi alyê welatê bav û kalan, ketin rê. ez ê niha çawan beḧsa wan rojan bikim?.. ez û kamuran gelekî bi heyecan bûn. coş û kela me, meraq û daxwaza dîtin û zanîna me bê payan bû.
em ketbûn nav kurdan... ḧeta 20-y îlona 1919 -an em di nav wan de man. me aẍa û beg, peya û swar, ’eşîr û koçer, deşt û zozan, bajar û gund, newal û gelî, dar û deḧil, çem û çyayên kurdan dîtin. em di bin esmana ronî û bi silavên sitêrk û heyva ronî ya welatê kurdan de razan. di berbangên çîkesor ên zozanan de, me xurînya xwe, bi xizmeta pîrejnên porispî û bêrîvanên xama, bi şîr, firo, to, mast, mastê kilanê, nivîşk, penêr, penêrê ter, ḧelandî, sîrkê û pûngê kir. tevî swar û çekdarên ’eşîrên kurdan, em di deḧil, newal û bihuran re derbas bûn û hilkişyan çya û zozanên serî li esmanan. me bîhna xwe bi hawa paqij veda, rûyê xwe bi ava kahnyên sar şuşt, kiras û goreyên xwe li ber devê çem û lehyên zelal şuştin. li ser hesp û mehînên kumêt, qemer û şînboz, geh bi rewan û loq, geh bi gurloq û çargavî, me xwe ji tixûbên ’eşîrekê gîhand tixûbên ’eşîreke din. li ber konên reş ên bi mû risandî û li ser donizdeh sitûn û singan vedayî, em roniştin û me li bergehên hêşîn û zer ên warên kurdan temaşe kir. ḧeta ber destê sibê, li ber agirên gur, me li dengibêj û sitranbêjên navdar ên ko rêzên sitranan mîna zêr, zîwer û lûlû li pey hev rêz dikirin, guhdarî kirin. em bi dengên mirîşk û dîk, salûr û bilbil, teyr û kew, seg û tajê, mehîn û cahnyan hişyar bûn. li malatyayê ko mamê me xelîl ramî beg li wir muteserf bû, me, li mal û koşkên kurdan, axayên simbêlbadayî, şêxên rîdrêj û seydên simbêlpalk dîtin. zabit û eskerên tirk, bi çek û pûsat, li quntarên çya û zinaran kemîn û dafk danîn, derketin ser rya me, xwestin me, nemaze min û birayê min, bigirin, bikujin. me rêwîtyeke bi qasî du mehan, bi bîhin, hilim û tahma welatê kurdan, bi alozî û dijwaryên welatê asê ko her roj, her deqe, li dora me bû, anî pê. me hem dostî û mêvanperwerya bêpayan a kurdan dît, hem jî îxaneta wan a navdar... paşê em, dîsan, vegeryan ḧelebê û ji wirjî sitembolê...
di rêwîtya me de, me her çaran jî defter hebûn, mîna şagirtên mektebê, me çi bidîta dinvisî. min û major no’êl bi kurdî, kamuran û ekirem beg bi tirkî dinvisî. belê, wî jî bi kurdî û ji min jî çêtir dinvisî. ji deftera min, kamuran û ekirem beg tu şop li پەێ neman, ew li derin, mîna gelek tiştên me yên din, winda bûn û çûn. (bi tenê min, di salên 30 -an de, li derekê, bi hênceta tiştekê din, bi çend rêzan, di ser re, beḧsa wê gerê kir...) lê major no’êl, dostê me, notên xwe yên gerê, bi do re, sala 1922 -an, li basrayê, mîna kitab, bi îngilîzî, weşand. wî di kitaba xwe de beḧsa malbata me, bavê min, mamên min, min û kamuran jî dikir. li ser min, wî weha dinvisî; «asistant editor of newspaper serbestî at Constantinople» û weha, li gora bîr û reya xwe, didomand; «He suffers from the inevitable effects of long residence and training in Constantinople, but he has the making of a good man» wî gunehê xwe bi min danî, lê bawer bû ko ez li ser ryeke rast û baş bûm. ez ê bibûma mirovekê rind û baş. ḧisên min, pêwendyên min ên piralî û rengîn, welatê min ê xewn û xeyalê, bajarê min ê ko ez tê de dijyam... van bala wî nedkişandin. wî li ser kamuran jê weha digot; «Barrister at Constan tinople Knows no Kurmanji Sensible quiet individual has not so far come to the fore» ew bi kamuran gelekî bawer bû, lê gava wî digot ko kamuran bi kurdê nizane, ew ne rast bû. kamuran bi kurdî dizanîbû, lê ne ewçend baş û xweş. loma jî kamuran, ji bo axaftinê, tirkî tercîh dikir. lê paşê, kamuran bû yek ji pisporên herî mezin ên kurdî û şîr, bend, nivîsar û kitabên hêja û nemir bi kurdî nivsîn.
rêwîtya me, gereke geş û balkêş ji xewn û xeyalan bû...
piştî xwarnê, sifre bi lez ji ’erdê radbe, doşek û bahlîfên nû, dîsan li ber kon, tên raxsitin û pêşya kon ko mîna meydaneke biçoke, vedbe. niha wexta dîlan û govendêye, dîlana êvarên ronî û govenda kurdî. major no’êl û kamuran li milekê, celadet, ekirem begê cemîlpaşa û evdirehîm efendî li milekê yakup paşa roniştine. yakup paşa, simbêlbadayî, rogeş, ji rewşê razî, milekê wî li ser bahlîfan, dest dike da ko govend bê gerandin.
pêşê def û zirne tê. bi qasê bîskekê, def û zirne lêdkevin, bi do re komeke govendikêşan, jin û mêr, di milên hev de, bi dîlan û sitran, ji pey agirê gur, hêdî hêdî, tên ber kon, kêleka bîrê û bi aheng xwe dilvînin û dilîzin. govend û sitran pêşê nerim û giranin, lê pey di pey, ew geştir û pihêttir dibin. mêr û jin ên govendikêş ko hemû jî xorit û cwanin, di nav cil û bergên xwe yên taybetî yên koçeran de, mîna ko bi firê ketbin, mil bi mil, li dora bîrê govendeke nedîtî û bêpayan digerînin. bîr dibe navend, ro û govenkêş dibin sitêrk, heyv û li dora wê çerx dibin, her çerx dibin.
- My God, My God, major no’êl dibêje, ez divî resmê vê bergeha ecêb û nedîtê bikşînim.
eger we îcaze hebe?
- ma ew jî gotin bû? yakup paşa dibêje, îcaze ya teye, kerem bike.
- na, te dît... jin û keç jî hene... ka heye ko hûn eciz bin.
- na bavê min! jinên me ne mîna jinên xelkê ne, tu resmên xwe bikşîne...
major no’êl filaşa xwe ya no bi makînê ve dike, radbe ser pyan, ber bi bîrê dere û dest bi kişandina fotografan dike.