5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  692 views

emîn alî beg destimalekê ji bêrîka xwe ya hundir a çakêt derdixe û pê enya xwe pak dike. ew westyaye. di nav van çend salên dawîn ên dijwar û kesertijî de, ew ketye û kal bûye. tevî ko ew hê jî baş li xwe dinhêre, dixiwe, vedxiwe û li xwe dike, ew gelekî qelew bûye, bedena wî gelekî giran bûye.

- welê dixuye, kalîtî êdî zora min dibe, ew, bi ken, ji civatê re dibêje. em çawan bikin, ḧalê dinyayê ye... lê tirsa min ew tirse ko ez nikarbim herim welatê bav û kalan û ez serbestî û azadya axa bav û kalan nebînim... çavvekirî, bi vê ḧesreta kambax, herim dyarê reḧmetê...

civat li ber van gotnan dikeve, ji kesê deng dernakeve. ew, bêdeng, li hev dinhêrin. haya wan ji zeḧmetê û alozyên li ber kurdan heye. kurd ne dewletin, nebûne dewlet û tu dewlet jî, bi dil û can, xwe nade ber doza kurdan. yekîtya wan nîne, şi’ura yekîtî û yekbûnê dûrî wane. welatê wan ê westyayî, ji ber pêlên şer, li ber lingan çûye, bûye kavil û ji hev ketye. lê tevî van, kesên vê civatê û rêberên din ê kurdan, her, dixebtin, dilebtin û dilezînin da ko tiştekê bi dest xin, şertên jyaneke aza û hêja bînin pê. jyaneke aza û hêja... lê çawan, çawan?..

civat, mîna her carê, li mala emîn alî beg geryaye. bedirxanî li salona malê civyane. emîn beg, birayên wî evdilreḧman, miḧemed ’elî, mirad, xelîl, xuşkên wî nazlî, adewî ye, edîbe, belkis, herdu lawên wî celadet û kamuran hatne civînê. bedirxanî, jin û mêrên wan ên temsîlkar, heftê carekê li mala emîn beg, ji bo kar û şixulên malbatê, dicvin. malbata ko xwe mîrên kurdan û rêberên welatê kurdan dihesbîne, pir fireh û mezin bûye, hejmar gihîştye hezaran. niha ew ne bi tenê li alyê kadkoyê, lê li herdu milên sitembolê belav bûne. barên malbatê pirtir, karên welêt girantir, nîrê bindestyê dijwartir, daxwaza azadyê kûrtir bûye. kurd xwe li navê xwedê, li navê wan digirin û tên nik wan. ew jî xwe li pirensîbên wîlson digirin û geh derin nik nwênerên dewletên serketî geh nik karbidestên dewleta osmanî ya bêquwet. endamên malbatê, nemaze endamên vê civatê her li civînanin. rojên wan bi civîn, hevûdudîtin, çûyn, hatin, nivîsîn û peyvînê derbas dibin.

emîn beg, çavên wî li ser civatê, tilyên herdu destên xwe derbasî hev dike û destên xwe datîne ser zikê xwe û dibêje,

- eger em kurd di vê geremolê de nikarbin xwe bi derekê bighînin, hema ji niha ve, ez ji we re bibêjim, sibê dê dereng be, pir dereng be.

navê wî niha nayê bîra min, lê nivîskarekê gotbû; armanc û hedefên mezin û bilind, her gav li pey perdeyekê ne. tu bîr bi wan dibî, tu wan xeyal dikê, tu dizanî ko ew hene. tu ji bo wan jî dixebtî, her tiştî dikî. lê belê, ew li pey perdê ne. te ew nedîtne, tu wan nabînî û tu nizanî ka tu dê wan bibînî. armanc û hedefên kurdan jî, hinekê, weha bûn. kesê ew nednasîn, nedîtbûn, nejyabûn. mîrê dawîn ê kurdan ko li ser axa xwe, hinekê, serbest jyabû, bapîrê min mîr bedirxan bû. ew jî di salên 1830-40 -an de bû. ji wan rojan û pê ve, kurd di bin perda bindestyê de jyabûn û armanc û hedefên wan li wî alyê perdê mabûn. ew kesên ko piştî şer, em jî tê de, xwe bi armanc û hedefên pîroz girtibûn, hemû, zarokên bindestyê, nevyên menfa û ẍerîbyê bûn.

em, ew kesên ko beşdarî wan civînan dibûn jî, zarokên ẍerîbyê bûn. lê digel her tiştî, me dil dikir xwe bighanda vî alyê din ê perdê. ew civîn... ax ew civîn... min gelekî ji wan ḧez dikir. tu ji wan re dibêjî «civîn.» me ew bi «îçtima» bi nav dikirin.

her hefte, her roja înyê, yiçtima me hebû. bavê min serekê îçtimayê em jî aza bûn. piranya caran, min zabtên îçtimayê dinvîsîn, carna jî kamo, yan bavê min. roja înyê, bi gotna hingê badê zewal, yanê piştê nîvro, em li mala me dicvyan. îçtima sa’etek, du sa’etan dewam dikir û li dora sa’et pêncê danê êvarê diqedya. paşê jê xwarna êvarê û şîv bû. dya min, şehrîban, xwînga min, metên min, eger hebûna jinên mêvanan, wê rojê li mitbexê bûn. wê rojê bîhnên xweş ji mitbaxa me difûrîn, hemû kizlitoprak bi bîhnên xweş ên xwarnên taybetê yên botanê mest dibû. rojekê bîhna kutlikê sefayîh, mêlaka qelandî, merge û savarê, rojeke din jî bîhna kipe, serûpê, dîzk û birincê ji malê difûrya.

în roja bîhnivedanê bû, rojeke mubarek û xweş bû. bi xêra îçtimayan, em jî dicvyan ser hev. rojek, du rojan berî îçtimayê, şehrîban, mezo, ḧîkmet, sefter bi hev re dadketin bazarên kadkoyê û ḧazryên roja înê dikin. li malê hew zarok mabûn, em hemû mezin bûbûn û karên malê êdî bi destê şehrîbana delal û xweha me ya dengixiweş dihate gerandin. sefter, ḧîkmet û ḧeta radeyekê jê tewfîq alîkarya wan dikirin. dya min jî, mîna bavê min, êdê ketbû, pîr bûbû. kekê me sureya li misrê, qahîrê, serekya tevgera kurdî dikir. wî jî, ji wir, dixiwest xwe bi wî alyê din ê perdê bighîne...

gava dinya xweş bû, sifra mezin li bexçê, li kêleka bîrê, dihate raxsitin, di rojên sar de, li mitbexê. bi germahî û evîneke bêpayan em li ser sifrê rodnişitin, piştî şîvê jî, ḧeta derengê şevê, soḧbetên germ, peregende, li salon, mitbax û kitabxanê geş dibûn. soḧbetên min bêtir bi dotmama min si’adetê re bûn. si’adeta çavxezal, gerdendirêj û gelekî bedew û têghîştî ko ḧeta niha ne te ne jî min qal kirî, di nav malbatê de hevala min a herî nêzîk bû. ew, bi umir, çend salan ji min meznitir bû û min jê re digot «abla.» si’adet abla dosta min, hevrya sirên jîna min bû. gava me wext dibû, em, carna, bi hev re, derdiketin girên çamlica û uskodarê, nav dar û deḧlan, gerê... di rojên îçtimayan de, ew jî, her dihat malê û alîkarya me dikir.

em zarok û nevyên mîr bedirxan, di wan rojan de, li hember hev nerim û kîbar, germ û ziravbhîstyar bûn. mîna ko me bîr bi rojên bê yên xedar birbû û me fahim kirbû ko malbata me, yekîtya me, dê belav be, em ê ji hev bikevin û her yek bi derekê de herin. ew rojên me, mîna germahya berî ba û bahozê bûn...

- heke bi dilê we be, kamuran, pênûs di destan de, dibêje, ez notayeke din li ser mafên me bedirxanpaşazadeyan û kurdan ji sefîrên amerîka, firansa, îtalya û îngilîzistanê re binvîsim?

- erê, çima na, ma çi zirara me tê de heye? ’evdireḧman beg dibêje. lê em nusxeyek ji notayê ji sureya beg, misir îstîklal komîtesî re jî bişînin. ew, bi dengidanê, pêşnyara kamuran dipejrînin. kamuran vê biryarê jî, bi destinvîsa xwe ya xweş, di deftera ber xwe de dinvîse. ew hê biryarê dinvîse, ji der, ber derî, dengê dya wî tê;

- me sifre li bexçê raxsitye, kerem bikin.