şî’rî kiçekanî qani’

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  1446 views
ême ke kiçîn, dulberî diłdarî cîhanîn
xunçey çemenî baxî gułî kurdanîn
estêre le řûy ême, çilon xecłetî nabê
řoşnitir û piř nûr, wekû mangî cwanîn
wesłî ḧeremî ême, le bo xadmî kurde
bo bê hunerî xakî weten nessî ḧeramîn
bê qîmete lay ême, yeqîn bergî çwîtlî
’aşiq be huner, mestî ẍezeb, têẍî debanîn
şeq lew kuře wa des be xene û meylî ḧemame
qurbanî kuřî serkeşî kurdanî zemanîn
wextê be sefa sef ebesîn řojî seyaḧet
mayl be kuřî kurdî wekû şêrî jyanîn
em derpê le pêmane, le pêy bê hunerî xak
em îşe le sermane le ser beddił û napak
***
ême ke kiçîn, quřbeser û mat û ḧezînîn
bo bê kesîy em xake, ciger zam û birînîn
ey komełî gencanî musemma be minewer
bo mergî weten, ême hemû elbîse şînîn
çon êwe hemû, bê xem û bê bîrî wiłatin
ême be ẍezeb, dił be xem û dîde girînîn
sed kaşkê le cêy êwe, sefî ême bwaye
etdî! ke çilon ḧazrî meydanî yeqînîn
daxman eweye ême jin û êwe pyawin
êwe be huner mestî mey û ême metînîn
her řojê ke êwe be emel seyr û sefa ken
ême hemû bo êwe xerîk zarî û şînîn
em derpê le pêmane, le pêy bê hunerî xak
em îşe le sermane le ser beddił û napak
***
ême ke kiçîn her be kiçî ’aciz û pîrîn
damaw û serasîme û bê şewq û esîrîn
qani’ be hemû teb’î ẍezel xwanîy xoyo
şahîde ke wa ême hemû mat û zwîrîn
efsûse ke êwe kuřî meydanî niza’in
zor yazûxe bo ême, xerîk nan û hewîrîn
şêr derçê le ẍabat, xway nêr û xway mê
lakin, eme zor ’eybe ke bê pişt û zehîrîn
dwênê kiçê eyut, be kiçanî wetenî kurd:
î’lane eya her çî ke pîrîn û seẍîrîn
em derpê le pêmane, le pêy bê hunerî xak
em îşe le sermane le ser beddił û napak