2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  403 views

mirin li dare, li rêye, canan. mirin li dora meye, em ber bi mirnê derin, canan, canan...

celadet û canan, bi gavên pihêt, dilezînin. ew ji bab-y alî cadesî ber bi jêr dibin. du rojên hilavêtna dil û yektya bedenan li pey mane. ew li cîhana ko wan ji bo du rojan li pey xwe berdabûn, vedgerin. canan wê here sultanyê, nik ’ezîzeyên xwe yên firansiz. celadet jî wê here malê, kizlitoprakê, nik germahya nas a malbatê. sal destipêka 1913-ê, danê êvarekê yê zivistanêye. ew divê bighên ser basrayê, keştya ko dê here kadkoyê. celadet bi gavên fireh dimeşe, canan jî dilezîne ko xwe bi celadet bighîne.

- canan, ev kevrên ko em pê lê dikin, bi xwînin, celadet dibêje. hemû der û dorên bab-y alyê, cada bab-y alyê bi xwîne.

canan dengê xwe nake, bêdeng, li pêşya xwe dinhêre û dilezîne. dinya sare, bayekê sar û hişk tê. baran nîne, lê ’erd ewçend celbe ko merv pir bi zeḧmetî dimeşe. li dor’alê, ji esker û zabtan pê ve, kes naxuye. esker di nav paltoyên xwe yên dirêj, li ber derî û caxên avahyên bab-y alyê di nobetê de ne. cagal oglu û bab-y alî ko dilê syaset û weşanên dewleta osmanî ne, mîna eskerên nobedar, îro sitûxwarin...

ne bi tenê wê rojê, ji demekê ve bû ko ew sitûxwar bûn. dewleta osmanî westyayî û nexweş bû. ewrên reş esmanên osmanî vegirtibûn. dewleta osmanî bûbû mîna wazoya şikestî, ew carekê, bi qetil û kuştinan, şikyabû, êdî hew dicebrî. îtîḧadutereqî partîsê li ser ḧukim bû. ḧukmidarê dewletê siltan miḧemed reşad li ber destê wan mîna leystokekê bû, wan her tiştê xwe bi siltan didan qebûlkirin û pê dilîstin. piranya «îtîḧadçîyan» zabit bûn, di şer û lecan de mabûn, destê wan bi xwîn, mêjyê wan mucrîm bû. ew hem xeyalperest hem nîjadperest bûn. tirk, tirkî, tirkîtî ala wan, vegirtina hemû asyayê, welatê bav û kalên tirkan armanca wan, qirkirna gelên din ên osmanî mirazê wan bû. şûr zar û zimanê wan, demançe ’edet û ûsla wan bû. her çiqas kesên li derveyî wan, dijî wan, dûrê wan hebûn, ew neyarên wan bûn. herkes divya tirk bûya, ne bi tenê tirk, «tirkiçî» jî bûya. îslamyet, osmanîtî, biratya gelên osmanî... ev hemû winda bûbûn. syaseteke zordar, darê zorê, tifing û demançên kuştinê li dar bûn... tovên kîn û nefretê, mirin û kuştinê dihatin çandin.

ez bawer nakim ko te dil hebe ko tu ropelên romanê bi kuştin û mêrkujyên wan tijî bikî û romanê biqulpînî ser bûyerên tarîxî. lê beḧsa çendine ji wan pêwiste. di beḧsa sûretê 3 -an de, te jî, min jî qala pira galatayê kir. galata ko di umrê min de bûbû neqşeke esasî û di muhacrya min a dirêj de bûbû sya xeyalên min, di eynî wextî de, bû warê yekemîn ê kuştinan. li ser textên rizyayî yên pira galatayê, di tarîxa 6 nîsan 1909 -an de (ez dizanim, tu ji bikaranîna tarîxên weha ḧez nakî, lê ev jî pêwistin), hasan fehmî, serinvîskarê rojnama serbestî, bi destê îtîḧadçyan hate kuştin. zabtekê îtîḧadçî ji alyê paşve hat û çend gule bera sîng û serê wî dan, hevalekê wî jî birîndar kir. rojnama serbestê ko bi destê dostê bavê min (u paşê jî dostê min) mewlanzade rif’et derdiket, gelekê li dijî ḧukmê îtîḧadçyan bû. rojname ko ez jî paşê tê de xebtîm, li ser xeteke medenî û bi gotna ewrupayyan lîberal bû. lê îtîḧadçyan bê xwe kes nedxiwestin û loma jî hasan fehmê di nav xwînê de gevzandin... lê ew guleyên ko li sîng û serê wê ketin, di esasê xwe de, li sîng û serê dewleta osmanê ketin. bi wê cînayetê, mîna hasan fehmî, dewlet jî li ser cogan ket. u wê cînayetê rê li cînayetên din vekirin.

cinayeta herî mezin jî, di wan rojên ko tu niha beḧis dikî di hate pê. hema çend hefte berî wan rojan, serekên îtîḧadçyan avêtin ser bab-y alî, yanê dilê gerandina karên dewletê sedaretê. 23yî- çiryê wê salê, îtîhadçî, çek di destên wan de, ketin hundir û li ber salona civînên ḧukmetê, sa’et 2 û 45-ê piştî nîvro, nazrê ḧerbyê nazim paşa, dîsan bi demançê, kuştin. tevî wî, wan du kargirên din ên mezin ên dewletê jî kuştin û careke din dewlet, bi zora çekan, xistin destê xwe.

ew roja ko tu niha beḧis dikî, em ji ber bab-y alyê, sedaretê derbas dibûn. mîna her gavê, wê rojê jî, li ser wan kevrên ko di bin lingên me de dilîstin, gava em ji berê derbas bûn, kuştin bi bîra min ketin. ḧukim ketbû destê xedaran. her roj hin kuştin çêdbûn. dewlet pir bi lez, ji leza me ya wê rojê pihêtir, ber bi deverên tarî gêr dibû.

celadet dilezîne, destên wî di berîkên paltoyê wî de, serê wî li ber, hem li kevran dinhêre hem jî dipeyve û ber bi jêr dibe.

- ?Ah, Ceco, biraz yavaş yürüyemez misin

canan dikeve ’erdê. celadet lê vedgere, tê ser wê û ji ’erdê radke, bi ken, wê hembêz dike. demeke kurt ew welê di hembêza hev de dimînin û li hev dinhêrin. celadet wê hinekê din ber bi xwe dikşîne û diguvşîne.

- mon amowre, eger tu dixiwazî, em vegerin pansyonê? celadet, bi ḧenekî, jî dipirse.

canan serê xwe dihejîne û alyê din ê rê, alyê keştyê nîşan dide. lê ew naghên basrayê. gava ko ew xwe bi lengergehê dighînin, basra jî hêdî hêdî avê diqelşîne û dere. celadet bi ḧîdet destê xwe li ba dike û dide çêran. lê keştî dere, mîna nazdareke sipehî xwe li ba dike û di nav pêlên avê de ji wan bi dûr dikeve. pêl wê dibin...

tiştekê ko celadet û canan bikin, nîne. ew jî ji basra ro baddin û hêdî hêdî berê xwe didin galatayê, restorana cenyo da ko li wir tiştekê vexun, -heta ko keştyeke no bê.