1

şerê cîhanê; heyama mirin û kuştinê, şewat û reḧmetê
From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  426 views

belê, belê... mirne, ba û bahozên mirnê ne, dû û dûmana mirnêye. fotografa pêncemîn a romana bîra qederê ya mirnêye. di nav fotografên romanê de, ya herî zêde li mirnê tê, ev fotografe. fotograf jyanê dikuje, jî kêlyekê digre û wê demê sabît dike, dike nemir. jyana jîndar, wê kêlyê dimre da ko bibe nemir. di fotografê de mirin û nemirin di nav hev de ne, mîna cêwyan, bi hev re ne.

mîna vê fotografê.

fotograf reş û sipîye. reş û sipî û kitektên van herdu rengên bira û neyar. fotograf ko bergeheke, bi ryekê dest pê dike. ne rê, lê ji rê zêdetir ew şiveryeke. şiveryek fireh, bi fetlok û dirêj. merv dikare bibêje ko ew navenda wênêye. rê, rya mirnêye; ew di navenda wênê re derbas dibe û wêne dike du bir. birê alyê rastê û yê çepê. di alyê rastê de du gund dixiwîn. yek li pêşî, yek jî li pey wî. gundê pêşyê mezne û xanî tê de pirin. yê paşîn biçoke, bi tenê çend xanî ne. li alyê din ê şiverê bi tenê zevî ne. lê di dawya zevyan de, li berpala çyan kon dixiwîn. belê, di dawya wênê de zencîreçyayên asê dixiwîn. tiştên ko bergeha fotografê tînin pê, kêm -zêde, evin. yanê tiştên ko merv dikare di hemû fotografan de bibîne. bergehek ko zêde tiştekê îfade nake.

lê belê, tiştên din ko bergeha fotografê temam dikin, mana wê jî didnê. li pêşyê, li ber devê rê, li herdu alyan cendekên mervan dixiwîn. li gundê nêzîk bi tenê du seg û çar ga yan jî çêlek dixiwîn. merv nînin. li gundê alyê jor ê li ber quntara çyan, bi tenê dûman heye, dû û dûmaneke zirav ber bi esmanan dibe. li alyê din ê şiverê, li ber konên reş, bi qasê hefit, heşt hesp -heye ko ew qantirin -dixiwîn. ji konan hinekê bi dûr û hinekê nêzîkî rê, çar topên eskerî, lûleyên wan ber bi gundan, dixiwîn. li pey van hemû tiştan jî çya hene, serê wan di nav ewran de, bi hev ve girêdayî, bêyê rê û bihur. çya rût û tazî ne, ne devî û dahlek, ne dar û berek, ne gya û hêşînahyek û ne jî av û kahnyek. ewrên li ser çyan jî, bergeha çyê temam dikin.

fotograf wehaye. sar, bi xof, kesertijî. we bêdeng. ji cendekên devê rê pê ve, tê de tu însanên zindî naxwîn. nîşana mervan tê de hene. lê ew bi xwe tune ne. merv dikare bibêje, sya wan tê de heye. tevî sya wan, xof û sawa wan jî tê de heye. ne bi tenê sê û sawa wan, herweha sê û sawa ruhsitîn jî di vê wênê de heye. war, warê şere. dem, dema şere. mervên ko di wênê de naxwîn, heye ko mîna cendekên kêlekên rê, kuştî ne, heye ko revyane û xwe sipartine çyan, heye ko êrîş birne ser cyekî din, heye ko ji şer û pevçûnê westyayî, di nav xeweke neşêrîn de ne, heye ko ew li şînê roniştine, -eger wexta wan ji bo şînê hebe. her çi be jî, mervên nedyar ên vê wêne, war û demî, di hembêza ruhsitîn de ne. ew dîlên mirin û kuştinê ne. cendekên bêkes, ḧeywanên tiral, gundên bêxwedî, şewata gund, topên lûlemezin rewşê baş nîşan didin; şeneyê ruhsitîn li vî cîh û warê fotografê li kare.

ne dyare ka kê ev fotografa ko dibe fotografa pêncemîn a romana bîra qederê kişandye. lê hostetya wî jî baş dyare. wî, her mîna sya mervên zînde yên wênê, tiştên nedyar jî reşandine ser wênê. di fotografê de tu nîşanên ba û bahozê nînin, lê merv ba û seqemên bayekê hişk jî ḧis dike. sar û seqemên bayê mirnê... tevî sar û sermê, merv ḧaletên însanî yên mîna xof û tirsê jî ḧis dike. bêdengyê jê, merv welê bawere, kirasê xwe yê sar rakêşandye ser bergehê. merv bawer nake ko hespên wênê dihîrin, seg dewtin, teyr û tûrên nedyar dixiwînin. fotograf ya bêdengî yê ye, ya keserêye, ya hilweşînêye, ya windabûnêye. jyanek di warê fotografê de heye, hebûna ḧeywanan û şewata gund nîşan dide ko jyaneke nexweş li wir hatye jîyn û jyaneke nexweş ê dîsan were jîyn. fotografkêş hosteye, wî hemû wextên jyanê, do, îro û sibê xistine nav bergeha xwe.

fotografa ko mirnê dike nemir, dike sya romana bîra qederê, bergeheke pir biçok a şerekê pir mezne. ew nîşaneke biçok a îspata yektya mirin û nemrî yê ye. ew nîşan dide ko mirin li dare, li rêye.