3
bêgumane ko evîn û ḧezkirin hunere, hunereke zeḧmet û dijwar, zirav û bihîstyare... welê dixuye ko dilê te yê xorit ketye ber pêlên evîn û ḧezkirnê... matta, matta...
- sînur, hûn bi ḧalê xortyê dizanin... hûn kîjan kitêban tawsye dikin?
îro, li alyê perayê, nêzîkê mekteb -î sultanyê, li ser ru de pera, yanê cade -î kebîr, di dûkana kitêbfiroş a sînur ronaldî de beḧis li ser evîn, ḧez û ḧezkirnêye. sînur ko sahafekê yekta yê nase, ne bi tenê hosteyê kitêban, ew hosteyê ders û şîretane jî. hema çi bigre li ser her babetî, bi her şêweyî. bi alîkarî û rênîşandayna evdilrezaq beg ko ji welatê ẍerîbyê vegeryaye û li pey tevgerên no û nojene, celadet rya dûkana sînur nasye. sînur mervekê kal, lê hê jî li ser xweye. rîha wê qît, simbêlên wî boq û badayî ne. porê wî weşyayî û ber bi paş şehkirîye. ew bejnikin û hinekê piştixoze. sînur ronaldî lewantenekê dewr û dewrandîtî yê sitembol û perayê ye.
dûkana sînur biçok û tenge, tarî û kevne. çend mist ronahî, bi zeḧmetî ji derî û pencera fireh a pêşyê, xwe bi hundirî dûkanê dighîne. hemû alyên dûkanê, ḧeta dêv, bi kitab, kovar û weşanan tijîye. serê maseya ko li ber devê derîye, bi çend qorên kitêban dagirtîye. bîhin û hilma taybetî ya ropelên zer û rizyayî bi ser dûkanê ketye. nêrdewaneke kevin bi çend pêpîlokan, li alyê hundir rawestaye. sînur destekê xwe danye ser pêpîlokekê û bi celadet re, bi zimanê xwe yê taybetî ko ji îtalî û osmanî hatye pê, dipeyve.
- bono begzadeyê min ê biçok, bono... don û donna... bono, bono... amore... evîn, tu dizanî, di umrê însanyetê deye. eger jî ne meznitir be, cwanxorto... ez niha ji te re çi bibêjim, ji ko dest pê bikim? ez beḧsa kîjan kitêban, bûyer û serpêhatyan bikim? romyo û culyêt? ferhad û şîrîn? yan destana we kurdan a navdar mem û zîn? yan jî destipêka me hemûyan, destipêka însan û însanyetê adem û hawa? ax dîno, evîna dîn... dînîtya evînê...
celadet li kêleka masê seknye û dikene. sînur pê re dipeyve, yan bi dengekê berz difkire, yan jî bi xwe û tarîxê re dipeyve? lê her çi be jê, sînur kalekê xweşe, zanîna wî kûr, gotna wî balkêşe.
- sînur, min bi tenê dixiwest kitabek yan jî dudyan li ser vê babetî bixiwînim...
bono, xortê dîn, bono... dînîtya xortyê... ma evîn û ḧezkirin şixulê çend kitabane? reçete, reçeteya wê çend rêzin? u ji bîr meke, her reçeteyekê faturayek heye... li van kitêban, yên li ser refan, li ser dîwar û masan binhêre. ev hemû li ser reçete û faturayê ne. di nav ropelên hemûyan de jin û mêr, mê û nêr, evîn û berberî, cennet û dujeh hene. ḧeta îro her çi hatye nivsîn, li ser ḧal û hewalê evîn û evîndarî yê ye, li ser kirasê germ ê evînêye, hem diparêze hem dişewtîne... fermo dînê biçok, rahêje yekê, ropelên wê veke, eger te tê de evîn û ḧezkirnênedît, hingê ez ê van kitêban hemûyan belaş bidim te. fermo rahêje yekê...
- na, min dil dikir... heye ko tu bikarbî kitabekê bidî min...
- ez... kitêbek... amores... mantinuta...
sinîwir li dora xwe, li jor, li kitaban dinhêre, ji refan kitêbin derdixe, li wan dinhêre, ropelên wan vedke û wan datîne ser pêpîlokeke nerdêwanê. li milekê jî ew, bi lêhûrî, li celadet dinhêre. dawyê ew dere ber masê çavyeke masê dikşîne û jî kitabeke biçok derdixe.
- fermo, vê werbigre. xwe bispêre reḧmeta vê... tu bi firansizî dizanî, sî?
- sî...
celadet li bergê kitaba biçok dinhêre. navê kitêb ars amatoraye, navê nivîskarê kitabê jî bi tîpên mezin hatye nivsîn; ovd...
ovdus... hosteyê hunera evînê, mamostayê min ê yekem û yekta, rêberê rya qeder û jîna min... sinîwir ronaldî, lewantenê qedirgir û bîrbir, bi karê xwe dizanîbû. wî kitabek ko berî wê rojê bi hezaran sal hatbû nivsîn, dabû min. lê kitabeke nûjen ko tu carê ne kevin, ne jî winda dibû; ars amatora yan jî bi navê wî yî din ars amand, yanî hunera evîn û ḧezkirnê...
wê rojê, bi saya pêşnyara evdilrezaq beg, min gelek tişt qezenc kirin; min sinîwir û dûkana wî nasî. min bîhna ropelên tarîxê, dewr û dewranên bihurî nasîn. li perayê, min warekê din ê germ û xwendegeheke din a dewlemend nasî. u min ovdus û eserên wî yên bêhempa nasîn. pêşî ars amatora, paşê jî amores, herodes û metamorfoses... min ew nasîn, berê ko qedera min jî bibe mîna qedera ovdus û ez jî bikevim ber pêlên derketin û sirgûnyê.
min ropela yekemîn a kitabê li nik sinîwir vekir û ew rêzên pêşîn bi deng xwendin; «s -yil est qu’elqu -un de notre powpile a qu’ li -arit di -a’mer sot yinconnu, qu -yil lise ce pome, et, yinistiru’it par sa lecture, qu -yil a’me... yanê... ḧezkirin hunere. eger di nav we de hê jî kesekê heye ko derneketye seyrangeha vê hunerê, hingê ew kes divê vî berhemî bixiwîne û piştî ko wî ev xwend, tiştên ko jî hîn bûye, bicerbîne...» destipêk, mîna her destipêka berhemeke bedew, xweş û sipehî bû. belê, sinîwir kitabek yekta dabû min, bersivên dilê min ê xorit ko dê dilê min hîn dewlemenditir û geştir bikirana, tê de hebûn...
- girasya sinîwir, pir sipas. ez ê hefta were, dîsan bêm. di xweşyê de bimîne.
celadet kitêb dike bin çengê xwe, ji dûkana biçok derdikeve û di vê danê êvarê de berê xwe dide ber bi galatayê da ko li wir, li alyê din ê galatayê, li ḧelebê, keştya ko di navbera kadkoy û sitembolê de sefer dike, swar be û here kizlitoprakê.
celadet kêfxiweşe, deryên no yên hînbûn û zanînê li ber wî vedbin.