2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  390 views

celadet, bi ken, li fotografa umrê xorit, dilê cwan dinhêre. li malê, li mitbexê, ew li ser kursyekê ronşitye û li fotografa şehrîbanê dinhêre. mîna herkesê şehrîban jî li pey nemrî yê ye, ew jî dere ser fotografkêşan û xwe dide ber kamerayan da ko kurtedemeke jyana xwe bike nemir.

- pir xweş derketye, celadet bi ken dibêje, bi gotna firansizan, te pir xweş «poze» daye.

li mitbexê ew bi tenê ne. li malê jî. ji bo serdana meta celadet, melek xanmê ko nexweşe, malbat derbasî alyê din ê sitembolê bûye. emîn beg, bi wezîfeyên girîng ên dewletê, çûye derveyî sitembolê. kamo çûye moda çayryê da ko bi hevalên xwe re gogê bilîze. li malê bi tenê du dilên cwan mane. du dilên cwan ko bi germî û xurtî hildavên. ji rojan yekşeme. celadet bi hênceta dersan, şehrîban bi hênceta paqjya malê li malê mane.

- lê te çima ev gulyên xwe, mîna her carê, ber bi jêr bernedane?

celadet bi ken û bi germahî jî dipirse. şehrîban ko bi qasê pênc salan ji celadet meznitire, lê ji alyê bejin ji niha ve jî kintire, ji alyê paşve, li kêleka wê rawestaye û li wî û fotografê dinhêre.

- ma ew ne ber bi jêrin? şehrîban dibêje û xwe xwarê wênê dike.

gava ew xwe xwarî celadet dike, gulyên wê royê wî radmûsin. bîhneke taybetî, nerim, germ û xweş ji şehrîbanê difûre. celadet hemû bedena zirav a şehrîbanê û bîhna wê, bi kel û germî, ḧis dike. bêyî ko ew hay jî hebe, ew hinekê dilerze û nefeseke kûr dikşîne. germahyeke boş bi ser wê de tê. ew hinekî din, bêdeng, li fotografê dinhêre.

- naxêr, gulî ne li jêrin, te ew li paş veşartine. bi ya min, gava tu gulyên xwe ber bi jêr berdidî, tu hîn xweşkitir dixuyî. ew awa hîn bêtir li te tê.

- tu rast dibêjê, naxwe haya min jî nebûye...

şehrîban hinekî din nêzîkê li celadet dike û di serê re li fotografê dinhêre. porê reş ê hinekirî ê şehrîbanê royê celadet mist dide. ew niha nermahya memkên wê jî li herdu alyên milên xwe ḧis dike. hemû bedena wî germ dibe, dilê wî pihêt hildavê, ew pihêt nefes digre û dide. gotin hew ji devê wê derdikevin. celadet nizane çibke. ew û şehrîban bîstekê wisan dimînin. paşî, da ko celadet bala xwe biqulpîne ser tiştekî din, ew ji pencerê li daran û pelên wan ên rengîn ên payzê dinhêre. rengên pelan têkeln. piranya wan zer dikin, hin mor, hin jî sorin. payz di eynî wextî de payza umrê pelane jî. piştî demeke kurt ew ê bweşin, dar ê rût bimînin, dinya dê kirasê xwe biguherîne.

payza umrê pelan û bihara umrê celadet... umir û dilê celadet hê no hişyar dibe. bêyî tu gotnan, şehrîban fotografê ji destê wî werdigre û hinekî jî bi dûr dikeve. nermahya beden û memkan hinekê jî bi dûrin, lê germahya bîhna wan hê jî li dora celadet hilawestye.

- min ava serşokê germ kirye, ew ḧazre. eger tu bixiwazê ko ez pişta te kîs bikim, hingê bang bike...

berî ko şehrîban ji mitbexê derkeve, jî re weha dibêje û bêdeng dere. celadet deng nake, kêlyekê wisan bêdeng rûdne û li pelan dinhêre. çare nîne, zagona tabyetê wehaye; piştî demekê pel ê ji jyanê xatir bixiwazin, bweşin û winda bin, herin. çare nîne, ji zayn û mirin, rabûn û ketin, xew û hişyarî, payz û biharê re çare nîne. di vê roja payzê de, bedena celadet, bi hemû xurtî û xortya xwe, hişyar dibe.

celadet, bi hêdîka, radbe, hinekê li dora xwe, li mitbexê dinhêre û dîsan bi hêdîka, kincên xwe ji xwe dike, wan datîne ser kursya kêleka xwe û tevî kiras û derpê, ber bi serşokê dere.

çare nîn bû; beden hişyar dibû. wext, wexta dîtin, nasîn û keşfikirna bedenê bû. wext, wexta kitektên ruh û can, ḧis û pejnan bû. wext, wexta cennet û dûjeha evînê, agir û germahya şehwetê, dînî û dilgermya ḧezkirnê û baran û hûnkahya kêfê bû.

di wan salan de, min xwe û bedena xwe, ji no ve, lê îcar bi awayekê din, nasî. ez divê li xwe mukir werim; şehrîbanê, şehrîbana ko bi beden û zimanê xwe zimanê bedenê bû, di nasîn, dîtin û keşfikirnê de, gelekê alîkarya min kir. şehrîban sitêrka gelawêjê bû, rê nîşanî min dida. şehrîban sitêrka kerwankujî bû, dil û bedena min diçrûsand...

wê rojê ko tu niha qal dikî, di dawya dawîn de, min deryê serşokê vekir û bang şehrîbanê kir. ew hat. min bedena xwe, bi ḧez, coş û heyecaneke mîna serê çyayê agiryê bilind, pir bilind, teslîmî wê kir. ew bi ḧez û ḧezkirin, bi qedir û qîmet li min û bedena min xwedî derket. destên wê yên nerim, tilî û pêçyên wê yên dirêj, mîna ko ew nexşeyeke no keşif bikin, li ser bedena min geryan. hingê birûskên evînê di ruh û canê min de vedan. hingê min, bi rastî, bîr bi evîn û evîndaryê bir, min fahim kir ko ḧez û ḧezkirin quwete, lê di eynî wextê de qelsîye...

ḧeta wê rojê jî, ez sunet nebûbûm. pêşî ew birînên serê min ko ji daykibûnê yadîgarê min bûn, rê li sunetê girtibûn. pişê jî ew birînên ko ji boywikadayê yadîgarê min mabûn. zikê min qelşî bû, sunet nedbû. lê dotra roja serşokê, ew roja ko zelzeleyeke mezin bi bedena min qewmî, ez çûm nexweşxana ceraḧpaşayê û min li wir zêdahyeke din ya bedena xwe ji ser xwe da avêtin.

min gaveke no ber bi dinya mêr û mêranyê avêtbû...

celadet di nav piştemalan de ji serşokê derdikeve. şehrîban li wir dimîne. ez ê herim binvim. bila kes bang neke. bila kamo jî neyê odê.

celadet jî re weha dibêje, dere mitbexê, kincên xwe werdigre û ber bi oda xwe dere. ew dixiwaze bi tenê bimîne, li zelzela îro bifkire, ji no ve wê biqultîne û bijî. li odê, gava ew dikeve nav nivînan, ew, bi deng, weha difkire; evîn... dyare, evîn û ḧezkirin hunere.