beyta şêxê sen’anî (4)

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 7 minutes  1013 views
180
şeyxê li tekye û mesicdan; wî girtî dînê muliḧdan
berda siluka zahdan; wan bê ḧisab kerb jêvetê
ew ta’etê tey bê ḧisab; penceh ḧec û penceh sewab
me firoş bi vê bey’a xirab; pûşman bibe ji vê mi’amletê
me firoş duřan bi xermûryan; cama didestê ḧûryan
îro mede bi av şûryan; bibuhir heře ava şetê
şeyx gote wan ev reng suxen; şîret eser naken li men
penceh tewafê çar ruken; deynane ser vê xidmetê
penceh ḧec û penceh tewaf; sewm û selat û i’tikaf
bexşîş kirîn min bê xilaf; di mizgînya beşaretê
pêla ku min iḧram dibest; şahdî min bûn herdu dest
min rehberek ji baxoy di xwest; vêkřa biçîne ḧezretê
şeyx gote wan ev rehbere; yan neynka eskendere
yan meqsede yan mezhere; ew şûşeya canê metê
şûşeya nûra cesed lê; dergehê muhra eḧed lê
’ekis û nîşana semed lê; li mufteya weḧdanetê
şeyx gote wan hûn zakirin; guhdař ’ilmê zahirin
çiřa ji me’bud «nakir»n; davêne ser min qissetê
xelqino qisan megirin ji min; bi qudreta şahê mezin
mewcek ji beḧra «lim yikin»; na yête der bê meşyetê
bê meşyeta mîr nabtin; ḧetta ku teqdîr nabtin
qismet bê tedbîr nabtin; zêde ji miqdarê netê
hêj qet nebûn derya û beř; baxoy nivîsîn xeyr û şeř
muhir û berat û nefi’ û zeř; xelqino ji wê bi ser me tê
hingî qise, hingî şuẍil; defter kirin roja ewl
baxoy bixiwe muhir kir sicil; avêt berata ḧuccetê
ḧemyan qelem hingafit ji bo; hem şad û ẍem, hem nîk û nû
fîlḧal qelem ḧişkibû û çû; hûrbû li ser kitabetê
ji paşî van kitabetan; dirêj mekin ’ibaretan
hûn seḧ bikin işaretan; dûrîn ji ḧal û ḧikmetê
vê ḧalekê kûr tê heye; dûrbînekê dûr tê heye
puř metnekê hûr tê heye; sofî nizanin wê xetê
kaẍedê ḧerfê diřeş tê; muhir û mizgînê dixiweş tê
geşt û seyranê buheştê; bê kiçê şeyx nařetê
bê isim û cismê dilberê; çibkim bi ava kewserê
dê ixtyar kim seqerê; nar xoştire ji vê firqetê
narê firaqa sertemê; wasil dibî di cehnemê
agir diçîte ’edemê; esla birûskek jê netê
xelqino cihê nav lê ceḧîm; bi bereketa yarê ḧelîm
dê bîte cennatunne’îm; ji bihin û bixûra cennetê
şeyx go: bi fezla mekkehê; nakim tesel bê rûmehê
er cennitê, er dojehê; herçî cya yar heřetê
sofî dibên ya elłehe; şeyx ixtyar kir dojehe
tabi’ bibin çi tê nehe; laḧq bibin di ḧirqetê
şeyxê me ḧal laḧq bûye; dêwane û ’aşiq bûye
ger çi ji bal xalq bûye; cezba feqet bikêr netê
cezba feqet peyda bitin; hingî bi şeyx řa mabtin
bê meste rehber nabtin; bê agehe ji terbîyetê
şeyx ’aşiqe bê agehe; qet hay ji ḧalê me nehe
nayêt bikêr şeyxê wehe; jê seḧ bikeyn terîqetê
mecnun sifet nayêt bikêr; meczub bûye ev pîremêr
şeyxê me wu naqos û dêr ?!; ji bo ḧucceta terkîyetê
ḧetta nuha çi tê hebû; ẍîret keşî ḧeqqê mebû
vêcar qise bê lewme bû; aza bûyn ji lewmetê
ẍîret keşan nêt ẍeyîrand; wan sofyan şeyx heccirand
ḧemyan li dêrê şemmirand; mecruḧ dilî şaqis ketê
ew sofyêd dîn muḧkema; cem’îyetê lê bûn cema
yek hevrîyek vêřa nema; rabûne ser wida’etê
sofî ḧemî rabûn ji bal; hiştin li wê ew pîre kal
ḧemyan li ser dînê betal; wan bê ḧisab kerb jêvetê
hemyan vebûn jê kerb û kîn; derbûn ji çehvan av û xwîn
talan kirin ya xaç ḧebîn; zerba ẍezalan vêketê
kê dî ẍezal şêran girin; betlan ji nav mêran girin
şeyxan di nêv dêran girin; qutban ji xelqê ummetê
ew murişdê qenc muste’îd; ê dil ji ’işqê bû qedîd
ji hevrîyan mayî weḧîd; çû mewzi’ê selametê
ḧetta ku şeyx heval hebûn; de’wa u qîl û qal hebûn
heřoj hizar xyal hebûn; ji hevrîyan nageh ketê
bazgîr divê yek fer bitin; xeftî ji ’amê derbitin
teyfun di guřyê werbitin; bi vê misal û nisbetê
ew murişdê nav didnê; ḧetta nema fikirek tinê
naghan gehan dêr meznê; babê xezîna ḧacetê
babê xezîna muhir li ser; şeyx ejdiha avête ber
dêm duř ji dêrê hate der; ikiram kire kalê ketê
ikiram kir dohta gurcyan; şeyxê nexoş rabû pyan
ji ber kiçê û hevrîyan; meylê kişande xizmetê
meyla ḧebîban dilbere; qamet neya leb şekere
pursîn ji şeyx çend xebere; dê jikûve çî, tu ji kûve tê?
tu ji kûvetê ya řih sipî; nedbû ji havalan vebî
renge te jî ’işqek hebî; bihna buwa miska tetê
şeyx gote wê bê şik webû; nafe bixiwe qelbê mebû
ew esera miska tebû; lew zahrî bihin ji metê
miska te ez reng zer kirim; ḧubba te ez ebter kirim
pêçam didêrê werkirim; îname ser vê ḧaletê
şeyx go: te ez bedḧal kirim; bê hevrî yo heval kirim
ḧubba te êmçî nal kirim; bi çakûç û gaza muḧbetê
girtim bi gazê givşîm; batin di xûnê şewwişîm
zahir birîn lê herirşîm; peḧtim çiraya ḧezretê
peḧtim ẍezala çav ẍurab; ḧubba te ez kirme kebab
sohtim biriştim bê ḧisab; berqa ’îwnan vêketê
herdu ’îwnan berq veda; ji burca kevanê esweda
tîrek li mêlaka meda; ḧetta qyam jê dernetê
teb’et kubara ermenî; dêm xawera xorşîd enî
xoş xoş bi ḧalê şeyx kenî; mecnunekê bi dêrê ketê
mecnunekê qelenderî; feqîrekê reng ebterî
ne ji lawekê gerden zerî; ne ji cindyê kiç babetê
ne ji lawekê babet ezî; nayêt li te tirhê rezî
taqet nehin sêvan bi gezî; bi ew femê ji karketê
bi ew femê ji karbûyî; keftarê reş rûkar bûyî
ji bê taqetî bêgar bûyî; ji kuhnyê ber afetê
ji kuhnyê lêv şoř bûyî; keftar û qamet xûr bûyî
îro tu jî devkûr bûyî; borî ji beḧra lezzetê
borî û bê usûl bûyî; ji kuhnyê mil xûl bûyî
ji cwanyê me’zûl bûyî; ji taqeta xo daketê
dilber dibê: ya pîre mêr; ji kuhnyê nayê bikêr
lew hevrîyan hiştî li êr; bikêrî bazařan netê
dilber dibê: ya mêr mezin; îro ji te têtin kifin
muḧemmedî naxon li min; ez ’îsayî, tu sunnetî
ji vê qisseyê vêk nakevîn; ne ji mezheb û dînê hevîn
meqbulî min nabit evîn; ḧubba bi vê cehaletê
sûsin zebana çîz seḧîḧ; wê got bi ezmanê fesîḧ
er tê bi ser dînê mesîḧ; belkî bikîn ri’ayetê
ri’ayetê em puř bikîn; vêkřa şerabê fiř bikîn
maşê tejî vebiř bikîn; ji nan û av û qismetê
maşê meşa’ix rast bikîn; nêzîkî xwe çavnas bikîn
rahb sifet libas bikîn; şeyx bê zinar bikêr netê
er qebûl dikî zinarekê; heřo heřo êvarekê
ez te vexwînim carekê; bi heyceta zyafetê
zyafetan bi şev bikîn; ḧerîfyan bi dev bikîn
puř yaryan bi hev bikîn; rûnîn li koşa suḧbetê