ordeka ava cizîrê

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 minutes  822 views
ordeka ava cizîrê; qemera bedra minîrê
min tucar naçî ji bîrê; her medama ew refîq
her mudamî ew hevale; şev û rojê min libale
ordeka gerden bi xale; riş riḧana pir ’emîq
reşřiḧana ser deravan; ’embera rîşî belavan
her seḧer bêhin çû hinavan; qutîya miska ’imîq
reqis û şama tê ji baẍê; gulşenê bilbil bişaẍê