di xewna xuda min dî gulek

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 minutes  1043 views
di xewna xweda min dî gulek; hişyar dibûm wê sa’etê
axîn ji min çûne felek; sebir û qirara min netê
sebir û qira ra min nema; nalîn ji min çûne sema
zêde li ser min bu ẍema; lewra ku kalîna me tê
lewra dinalim dil kulim; herdem ji ’işqa bilbilim
ji derdê firaqê di ḧelim; vedxom peyala şerbetê
geh ewwelî geh axrî; ji neqşê tera sed aferî
kes namînî ji rengê berî; îlla ku şahê qudretê
cumle eşya fena dibin; ji rengê berê tebdîl dibin
ji keyfîyetê me’zul dibin; ’aşiq di bînin ’ibretê