înqilabî uktobir

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  793 Dîtin
eger qedir û gîtî dirust kird xwa
le ber wey hemû kes desî lêneda
be ḧîkmet telsimêkî pê bestewe
ke îqdam û ẍîret kilîlî ewe
ewî ẍîret û hîmmetî tew’eme
cîhandarî û gewreyî hî eme
le adem heta dewrî me wabuwe
ewî ẍîret û hîmmetî labuwe
hemû nyaz û awatî pêk hatuwe
temay herçî bûbê desî kewtuwe
kuřî hîmmete ḧukmî ser ’erz eka
feqet hîmmete pyawî serberz eka
zemanê lemewber hemû şořewî
wekû kurdisan bû, be des pehlewî
ewend nanî peyda dekird kardar
tewawî decûra be zarî tezar
biłind bû wekû şêrî lanê (lênîn)
le lay bû kilîlî telsimî zemîn
le xoy kowe kird komełê lawî pak
le meydanê xistî le załim kelak
ewî serřeqî kirdibû nermî kird
ewî xwênî xełkî mijî çermî kird
fiřêy da diř û dałî cewr û cefa
çeqandî le cêy baẍî sułḧ û sefa
hemû kes wekû yek temaşa kira
beẍîlî nema pakî bûne bira
be carê hemû destî da îş û kar
nema řojî har, bû be bawî hejar
dełêy ger ewan wa be dił hewł eden
be mîlyon dused řûḧin û yek beden
le nêw çałî mezłûmya çûne der
be ewcî tereqqî geyn serbeser
le xo sehle řêga be zułmî neden
le mezlûmî dîş def’î zułmê deken
le gîtî lekin gewreyî şořewî
hewa û gewreyî xełkye munzewî
hemû sałî cejnê deken karger
ke lew řoje şayan defi’ bû le ser
lînîn mird be mergêkî piř îftîxar
sitalînî dana le ser kar û bar
be sakarî ew parçekey kirde kar
sitalîn piřî kird le neqiş û nîgar
sitalîn neberdêke bask qewî
serî ser biłindan leřûy wî newî
sitalîne řîşey yekî û îttiḧad
sitalîne serçaweyî ’edił û dad
sitalîn biřî řîşeyî zułim û şeř
ke aw noş deken pêkewe gurg û meř
sitalîne dekutê serî załman
sitalîn dezanê çîye ḧałman
heta ’edłe meḧbûbî serřûy zemîn
řuḧit şad û cawîde nêwit lînîn
heta hen le dinyaye leyl û nehar
sitalîn bijî bo penagay hejar