demeteqey ’eqił û bext

Li pirtûka:
Aɫekok
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  2271 Dîtin
çîye em honrawe? ’eqił û bext
řehnumay lawekane bo ser text
dwêşewê bêxewî serî lêdam
zor weřez bûm le ’aczî hestam
çûme lay pîre ’eqłî nazarim
dîm legeł bext û teb’î serşarim
sêbesê wek bira be destî cem
kozyan kirdibû le dewrî şem
guftugoyan hebû çîye û çi xeber
xom penada ke têgeyştim ser
pakî ya basî ’eyş û nûşî dił
ya řeha kirdinî girêy muşkił
’eqiłim eypirsî bextim eyda cwab
teb’im ey hondewe be ab û tab
 
pirsyarî ’eqił le bext
ey bext qernehaye to nustûy
sed kiław birdî ba le xewda bûy
xew weha awřîşt bû deste û yeqe
hełnedestay be zebrî mist û leqe
le kejî bend û bestî serkewtin
to pekit xist be tenbełî û xewtin
nem dezanî ke bextî kurdî hejar
wexeber dê çilonî wa bêdar
be çi dengê bû aşna goşt
kê hełî sandî le xewî xoşt
 
weramî bext bo ’eqił
min le ẍuřřabî xew wek eyzanî
hate xewnim pyawê nuranî
le şehîdanî řêgeyî mîllet
řoşnî tarîke şewî zîllet
ew nemame le mêj bû nêjrabû
geybû sêber û berî dabû
kutî ey nûrî dîde heste le xew
mujde bê kewkebit deda peřtew
ewî endamî komełî be teman
her bîna bem zuwe serî lêdan
bu gizerênin cîhan be keyf û sirûr
dê be swarî firokî ertêşî sûr
bêt û qedrî negîrê wek caran
pêw denasin kunereşî taran
tûşî bedbextyan debin dîsan
deçnewe ber cinêwî dem pîsan
 
rapeřînî bext le xew
řapeřîm lew xewem deda te’bîr
le nekaw dîm witarî mamî pîr
«her çilonî îşaretî fermû
wek keramet hemûy weha derçû...»
hat be girme firok le lay meskew
bo ’ecem wek şehên deçê bo kew
hełmetêkî geyande textî cem
têkîda şewket û celalî cem
be biław bûnî dû peř agahî
bû biław ertêşî şehenşahî
şake şêr bû le řawî miskîn da
dîm ke mişke le jêr sitalînNava taybet da
ewey xwardî gerûy cefa û cewrî
dî firoke û řişayewe fewrî
çi firokêk? mucessemey şadî
kêy têdabû? firîştey azadî
de’wetî kirdiwe pîredaykî weten
xizmetî ken kuřan be mał û beten
negrîn qedrî wek heweł bome
nî ye tenkawî gome ew çome
ew firîşte çilone to xwa bext?
yekê gerdin fîraze bazû sext
deberî da lîbasî sułtanî
le serî efserî kerîmxanî
qedî řazawe kirduwe xencer
menzerî cwane cwantirîn menzer
erdeşîr, şîrî dawetê be xełat
ta le bêgane hełwejêrê wełat
zeřřeyek hîmmetî wî elburze
kuřî meydanî xencer û gurze
netewî şêxî gurgî zahîr mîş
zîddî derwêşî pirç û sufî řîş
ew kuřî pêdewê le meydanê
řû be mirdin biçê û serî danê
bê beşî her řezayle zatî
ḧîfzî namûse kar û sen’atî
 
’eqił:
bext: biçme kwê zyaretî bikem ḧasił
řaste bazařî řuḧ utêlî dił
kêhe dił qełbî nîştiman perwer
hatuwe çendêke çone nayeteder
kurdekan zore çawenořî ewn
dûr lewî xakesar be řoj û şewn
zułmî bêganekanî řû naxoş
beḧrî řuḧmî řeḧîmî hêna coş
ahî zîndanyanî kurdî feqîr
pełehewrî le asman bû gîr
em pełehewre bû be barane
hate ser xakî em mukiryane
řêjne baranekey bedest û bird
awpiřişkênî řêy firîştey kird
jin û mindałî bab û mêrd kujraw
nałeyan xisterê be naw û daw
nałey bêwejin hetîwî, zelîl
le řêgey em firîşte bûne delîl
bew hemû derde paş hemû derdan
perî azadî bête nêw kurdan
kes heye ḧurmetî be dił negrê?
yan deber tozî kewşekey nemrê?
 
weramî bext
mîlletêk hen le nêw me’aşîret
xobexo şêr le ẍeyre bê ẍîret
xwênî yek noş deken le meydanan
wek pyałey şerabî meyxanan
bêne şer xobexo hezar û řostem
bergeyan bigrê zeḧmete û ḧestem
herke turkê kutî çekîn dałî
kune mişkê lewan nye xałî
pîşeyan munḧesîr dizî kirdin
řêgrî û małî yektirî birdin
ewî destyan kewê ḧeram û ḧełał
wiştirî sałḧ û kerî circał
deyrfênin nye çi řa hîç pirs
ne le xoyan ḧeya ne le xwa tirs
ewî biřnûy le şane deybînî
pakî bo řêgrî biray dînî
bîrî serbestyan le labaye
her temaḧe ewî le karaye
pyawî zilyan ke hełbiřê nefesî
be qiranê qiran dexate kesî
basî bê bîryan be sed nûser
’uşrî mî’şarî nayete defter
xot dezanî ’ecem lewan çî kird
mał û namûsî çi hay sitandu çî bird
kone bîłêm ḧîkayetî dimdim
serguzşite û nezîley sarim
basî em dewre xo le bîr mawe
gewre dêřêk bû gerde nûsrawe
çend aẍa be nêwî ḧebsî nezer
gaw û gerdûn kiran û biřyan ser
nêfekî çend kesan biřa be etik
milî çendan helawesa be petik
çun simayl bû hewelîn qurban
boye qurban kira simayl xan
kwa qedem xêr be destî kê win bû
’îlî gełbaẍî bo serewbin bû
tîlekoyî be kê kirawin kiz
baqye neqłî darekey seqiz
dêtewe bîrî ḧezretî aẍa
ke be ’îbret dehat be sablaẍa
şarebanî le dû desew nêze
cergî mexlûqî bo debû řêze
kame aẍa bû kêhe meznî zil
nîrî ’eřřabeyan dena ser mil
lawê lem ’erdecêy nebû nazî
kê be şeq lêy eda le serbazî
bend û lêdan û ḧebis û têhełdan
mêwe řonê bû bo leşî kurdan
çend hezar kwêr û şel çenê řeş wirût
hat û çawî be małî kurd pişkût
diz dehat diz bigîr nîşa nî û naw
berde zûrey dekirde aw bodraw
meslexê řonrabû emnîye
metbexî nêw nirabû sułḧîye
heçî çû serbiřa le hewweł bab
le duwem cêgeda kira be kebab
îqtisad muqtesîd bû bo însaf
qaf elerzî le dayrey ewqaf
heng û dijban û řah û fermandar
dupişk bûn û bibwe mar’amar
ewey deykird lewan felaḧet û bank
way le ałman nekiriwe top û tank
sebtî emlak û îzdiwac û tełaq
bedrî kurdî necîbî xiste miḧaq
şarebanî û gumirk û beytarî
le ’ecem her kesê heba zarî
xwên mijî mame kurde bû pîşey
ta derênê le bin řeg û řîşey
îftizaḧatî dîş le her qîsmet
min be xořayî xom dedem zeḧmet
pak beḧir bibne ḧîbir û mêşe qełem
nadrê şerḧî zołim û zorî ’ecem
ke felek wer geřa be teřdestî
nore gurzyan nirayewe mistî
ḧeqî çend sałe kone û fewtaw
hatewe çingî kurdekan be tewaw
çunke bê bîr û mest û bê hoşin
em ḧeqey xo be pare defroşin
her ḧeqê yek be sed gewher bê
kê be parey deda meger ker bê
kameyan dewłemende merd û řend
tonê namûs deda be tonê qend
kêhe yegcar necîb û jîr û kuře
deçte sewda şeřef deda be şiře
mîlletêkî ḧiqûqî çend sałî
toley namûs û dînî û małî
bîfroşê be çît û qend û puł
çon ewan em firîşteyane qebûł
yan firîşte bewaneye qanî’
ke bibin her ewn lerê manî’
ta bibin wa ewan meke endêş
negeřêtewe dwawe bê bo pêş
kurd webê ḧałî wa bê eḧwałî
naybînî çawenoř bî sed sałî
 
em care bext hełdegeřêtewe le ’eqił depirsê
em se’atey ke hem be bêdarî
her bibim ya binûm be yekcarî?
biş xewm em keřet heta meḧşer
be xewîş nabînin bibim be xeber
lem dû fikirane êste damawim
yanî lem gêjî beḧre xinkawim
pîre ’aqił eto le mêjîney
bo fikir lêm yeqîne gencîney
be tenê to deway hemû derdî
be sehu û naçî elḧeqî merdî
çîye çare le qîs neçê emřo
řayełey karman nebê bêpo
şwênê kar tê k mede bewestayî
bîke yek la hezar û dû layî
 
’eqił dway bîr kirdineweyêkî zor ke dîtî aẍa çarey nakirê way fermû:
řêgey ḧellî ’eqdî em îşe
ke bibê her feqet tewa řîşe
yanî xwa řûsekan muweffeq ka
cergî hîtler be tîẍî wan şeq ka
bête cê řû s tewawî pêwîstî
dewreda nêwî şumî faşîstî
řawenên bo derek supay řumêl
nezmî dinya biden ře’îs û êl
şwan û gawan û mal k û cutêr
çûk û zil yanî kasb û bê xêr
lêkî den lêkî ken le yek ana
sûk û sengîn nebê le mîzana
textî ken sext û mahî sersextî
dête tepke niçîrî xoşbextî
bê qiře û bê fiře û peleqaje
xoş dełê şa’îrî derî waje
balşiwîkî ast xizir rah nicatFarsî
bir miḧimd û alh silwatFarsî
nawî pîẍemberim ke hênaw al
be humêdim ke bêne cê amal
be xetaw mîsk ke naza nî
debê lem tungî şekire biřwanî
duř debarê hejarNasnava edebî le eş’arit
ey dirîẍa nî ye xerîdarit