pêncixiştekî qani’ leser şî’rî xencerî kuřî

Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  548 Dîtin
bira biřwane lew cêye heraye
yekê řûte, yekê wek padşaye
yekê pêxawse û yekê bê kewaye
zemanê seyre, dinya sînemaye
fîlmî piř le cewre wa le kaye
yekê xawen teła û koşk û dûkan
yekê bê xanuman û wiłat û bê nan
yekêkîş gel firîwe çeşnî şeytan
ewî aẍaye ya e’yane ya xan
hezar kes serbiřê hîç dengî naye
were ba bot beyan kem sed bedefter
ke daynawe le řêgey xakekey ser
gelê kujran be şimşêr û be xincer
leberçî wa ke gencanî hunerwer
be milwên wêłî şaxan û çyaye?
birakem bê temaşam ke kiz û dij
dû çawim piř le eşk û mûy serim gij
çilon eřjête ber pê qefqefî qij
ledestî cewrî zordaranî xwênimj
hezaran ’edlî kîsra bê ẍaye
werin ey beş xurawanî be bê des
diłit boçî sûtawe çeşnî qeqnes
eger êwe bin kêy tir îtir hes
şeqî zordare emřo hozî bêkes
wekû aşî xewałû bo dengî naye?
le werzêr û le cûtyar û le gawan
le derwêş û le sofî ta minałan
le gişt la řołe řoye û aẍa aman
newek layek le dû la bełkû hemwan
le çwar goşey cîhanda her heraye
bira! zamî diłim wa hatewe so
nebû carê biłêm oxey, witim řo
hemû kes her wehaye nek min û to
leser řêgey çi qanunêke emřo
ewey bê dewłete sûktir le kaye