dał

Li pirtûka:
Dall
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 23 Xulek  1569 Dîtin
«’aşûr ḧemdanKes» le wiłatî lim û ’ucacewe hat û
êste danîştûy wiłatî gwêz û befre
ber le êste
- serîfeyek - ke wek danî kilor wa bû
ḧesîr řizîw, wek tełey mişk
tengeber û dirêjkole
małî ew bû, mał řûtełe
de sał pêştir,
’aşûr polîsî badyey řoj’awa bû
wek deştî kakî be kakî
teputoz ’umrî qut dabû.
de sał pêştir,
tełey «’efleq» lewê lenaw
qulley mexferêkda girtî
’aşûr bû be pêçkey museleḧey řijêm
be ber çawî furatewe
gelê qetêy xoşewîstî byabanî
lejêr xoyda pan kirdewe
bo beẍdaCihy toř
bû be bazî destemoy «şêx»y řijêm û
gelê bałindey hełatûy jêr zemînî
leser sinûr egirtewe
řoj ledway řoj
îtir ’aşûr bû be deskêş
bû be kîfî diroy dû dem
bû be kêrd û xełkîş nêçîr
bû be «nesîr»
bû be «’agul»
bû be çawî tewrî emin
bû be «řefîq»
bû be gwêçkey dar û dîwar û bû be mar.
* * *
le meqeřî dałaşêkî nêw şarewe
hawînêkyan demew ’esrê
dinya mencełe qîrê bû
ekuła û yeqî edayewe
zor be pele hewałêkî pêxawsî xohełkirdû
wek řeşeba
leber małekey ’aşûrda
limî lûl da û
witî: řefîq toyan ewê
* * *
hołe dałî poştey naw şar
be çend taqmê mubêley řengînî nermunołewe
bê le ’aşûr, pênc şeş dałaşî qełewî
le dewrî mêzî şûşebend ko kirdewe
gewre dałaşî byaban ser keçełe
yekem dał bû hate qise:
- řefîq ’aşûr!
peyamî ême û şimşêrî bapîranman her yek şite
her yek ała û her yek mişte
miştî nemir! peyam hełgir
hewa le kwê bê, lewêye
deşt le kwê bê, ew lewêye
şax le kwê bê, ew lewêye
em cîhane hewîrê bû ’ereb şêlay
kirdî be nan
xor kwêr ebû eger ême nebûynaye
aw ekujra eger ême nebûynaye
řefîq ’aşûr!
espî peyam nizîk û dûr
bo her layek ême berê
ême swarîn! řefîq ’aşûr
le řojawa û řojhełatî
em xerîtey şimşêreda
le gwêçkey beḧrî sûrewe
heta quřgî şaxî piştiko
gułegenmê le kwê řwa
řika’etê le kwê kira
kiło befrê le kê barî
sawayek le kwê naw nira
lem xerîtey şimşêreda
her be tenha ’ereb heye û
kesî tir na!
řefîq ’aşûr!
şîmal, sere.
demê sałe lem sereda
řişk geray xoy xistuwe
pîlanê pepkey xwarduwe
kuřî şimşêr,
kuřî quř’an ebê biřwa
biçêtewe ser berdenwêjî bapîran
biçêtewe lay gyanî «eba ’ibîdeErebî»
biřwatewe û ser le řişk pakatewe
biřwatewe û lewê bijî.
řefîq ’aşûr!
le şîmalî xoşewîstida
bûkî sipîy şaroçkeyek çaweřête
lemřo bedwawe baweşî ew bûkeman
şwên û cête
ḧîzb şimşêre û to destî
ba bizanîn ew şimşêre
le çend lawe eweşênî.
řefîq ’aşûr!
eme dengî firmanêke şimşêr’asa
ke le kîf hate derewe
naçêtewe naw kîf heta
xoy sûr neka!
lew sateda
’aşûr butłêkî xałî bû
kewtibuwe naw gêjawewe
le mabênî sard û germa
berz û nizma
ser û binda
ehat, eçû
hełçûn bo berew jûr eybird
daçûn wekû berbûnewe
xeyałî kerit û perit ekird
ewyan be peyjey tikirîta bo naw koşkî bilurînî
pile û paye serî exist
emyan samî şaxudax bû
lenaw derûnêkî sarda
xilbûnewey taşeberdî
řuwew nax bû.
’aşûr dway ewey ke quřgî
le bełẍî tirs pak kirdinewe
înca witî:
- leber demî em fermanî şimşêreda
goçanîn û kemey milman
tewaw keçe
leber demî em firmanî şimşêreda
kê etwanê kiřnûş neba
bełê! eřom
her hefteyek mołetim ben
ta egeme ew bûkey xom.
dałêkî tirî çaw zerdyan
legeł qaqayekî berza hełîdaye
- řefîq ’aşûr!
ełên jinî ew şaxane gerçî befirin
bełam befrî germ û nermin.
řefîq ’aşûr!
wa to eçî
şîmal sê şitî şîrîne
hengiwîn û gwêz û afretî!
qaqay berzî dirêjxayen
pilîkaney dengidanewey yek leser yekî naw hoł bû
dał be keyf û dewruberîş
wek derûnî ew wiłate
kiş û mat û çoł û hoł bû.
katî hestan
dałe gewrey ser keçełe
çekmecey mêzî řakêşa û
faylêkî lê derhêna
bexetêkî diriştî sûr
lêy nûsra bû!
karî tazey «’aşûr ḧimdan»
* * *
mangêk ebû ’aşûrî mêşesegane
geyştibuwe naw şaroçkey çaw be giryan
mangêk ebû geney be’sî
be lamlî ew kewewe nîştibowe
katê yekem namey nûsî:
hawřêyan!
maç û selam
min êstake
le baweşî beheştêkî biçkoledam
bełam ewey wekû qewze
wekû xiłte
em maweye diłî girtûm
taşeberdî
em zimane řequteq û negrîseye
zimanêke cîwey wişey
lenaw gerûda beng nabê û
řistey xêray ełêy leşî marmêlkeye.
mes’ûdî başî bo çuwe
eme qisey miroye yan
cûke cûkî beçke dêw û cinokeye
hawřêyan!
pêwîste bem nexşeyeda biçînewe
wekû serî gundî yaxî
be şimşêrî zimanî xwa,
em zimaneş bibřînewe!
hawřêyan!
dwênê didanî zor nawî
leq û kilorî naw demî
em nawçeyeman hełkêşa
le şwên ewan
taqmî nwêman bo kirdin
wekû mindałî taze bû
dîsanewe nawman lê nan:
geřekêkman da be «se’d»
yekêkî tir be «quteybe»
meydanêkman kirde berî ḧewtî nîsan
řaste şeqamî şaroçke
şimşêrêkî desk sewz bû
damane des kořî «şîban»
bo sware gewrekey yermûk,
baxçeyekman bo kird be bûk.
hawřêyan!
her dwênêş bû laney çetey
bîst gundî tir
bûn be xorakî nîweřoy
sikî agir
le şaxewe le derbendî ’asîyewe
bo berewxiwar damangirtin
ajeł bûn û
mîwey genîwî řez bûn û
çendîn zîlman lê piř kirdin.
hawřêyan
êste şewe leber pencerey jûrewe
řawestawim
serinc edem lem dinyaye
agirî êmeş le dûrewe
esûtêt û ecrîwênê û
ełêy milwankey fisfořîy
gerdin û singî çyaye.
* * *
ke ’aşûr hat
le ḧuştirêkî leř eçû
milî dirêj
laqî barîk
çawekanî bequłaçû
ke ’aşûr hat barî sûkî
ser dûgî xist
ta çend řojê małî nebû
le meqeřî dałaş enûst
dway hefteyek birdyane ser
małêkî derga daxraw
małêkî derga mor kiraw
małî «azadKes»
kuřî kêwî derdest nekiraw
wextê dergay małyan şikan
’aşûr boxoy řawestabû
be çwar dewra wek ełqeyek
řimî çeqîw
çek be destî çaw gomî xwên
dewryan dabû
wextê dergay małyan şikan
’aşûr boxoy çuwe jûrê
serincî da
mał ḧazre
mał poşteye
wek ew wexte cê hêłrabê
cige le toz û gerdêkî le řû nîştûy
řeng xemawîy
ser şitumek
hemû şitê leber desta û amadeye
hemû şitê, hemû şitê
ferş, petû, serîn, doşek
kentor, dołab, qap û qaçaẍ
hemû şitê, hemû şitê
bûkeşûşey bize girtûy
çawşînî ser qenefeyek
’eskerêkî řeşaş bedes
ser û sîma girijkirdû
qaçî řastî bo pêşewe, hêrş birdû
bergî berî bełek, bełek
’aşûr eřwa û çaw egêřê
em careyan leber dîwarî jûrêkda
îstêk eka û řa’ewestê
wêneyekî cam tê gîraw
çwarçêwe şîn
wêney azad û jinekey
’aşûr tozê xoy heł’ebřê
le astî dem û çawyanda, be lepî dest
toz û gerdî ser cam esřê
azad řûntir der’ekewê
jin şerminok
bełam azad çawgeş, çawgeş
pê’ekenê
’aşûr kemê řa’emênê
lew sateda,
wa hest eka,
tirsêkî dûr, tarmayîyek le azad çû
řawî enê
lepřêkda dest edate wêney dîwar
day’egrêt û eyşkênê
lew jûreyan dête derê
eřwa leser kursîy dałan
da’enîşê
dem û lûtî ebne bořîy
dûkeł kêş û
cigerey bîstem ekêşê
em careyan dest edate
’eskereke û
quřmîşekey ba’edat û ba’edat û
beramber bûkeşûşeke qinc day’enê
řeşaş çwar pênc řîz ekat û
bûkeşûşe çaw şîneke ekewêt û
ewsa ’aşûr pê’ekenê û
mał cê dêłê.
* * *
êste ’aşûr ḧuştirêke qełew û wirgin
berazêke şifre asin
êste ’aşûr lem mełbendey kurdistanda
qulapî şadî girtine
lenaw gomî se’atekanî řojgarda
lenaw gomî se’atekanî şewgarda
masîy řoḧî zerd û sûrî xełk egrê
êste ’aşûr lem mełbendey kurdistanda
be qed gułejałey zamî leşî «yafa»
lenaw banqî xwênî minda parey heye
hezar car hêndey beydaxî «felestînCih» û
fotey serî daykanî małe şehîdî
geřekêkî řeşpoşî qudis
metre zewî û ’erdî heye
be qed her şeş
goşey estêrekey dawid
medalya û notey kurd kuştinî heye.
êste ’aşûr
«weḧde»y demî qîmekêşî ser cesteme
«ḧurye»y çeqoy şofłe û pêçkey mergî bildozere
îştirakyet lay ’aşûr, dabeşkirdinî hejarî û
birînî cewr û siteme.
emřo ’aşûr, hawřêy ’aşûr, ḧîzbî ’aşûr
şewan direng ke petî sêdare enwê
le serdabî eşkencema ko ebnewe
çekmecey ’umrî zîndanîm řa’ekêşin
teskerey mindał û gewrem der’ehênin
gewre giçke ekenewe
giçke gewre ekenewe
syanze bo bîst
heşta bo çil
ta beyanî ke řoj bowe
be pilîkaney qanûnda
seryan xen û
petî mergyan bikene mil.
* * *
ta çek serî hełnebřîbû
heta xak řanepeřîbû
ta qendîlCih hełoy nedîbû
wişe gulley nenasîbû
şimşêrekey destî ’aşûr wek řeşeba
bê tirs û tenya egeřa
şimşêrekey destî ’aşûr
le kam şwênda bîwîstaye
şeqam bwaye
řûnak bwaye
tarîk bwaye
da’egeřa û heł’egeřa
wijey ehat
heł’esûřa.
’aşûr kełegay řojgar bû
lêre û lewê her swar ebû
swarî ser û swarî mil û
swarî şar û swarî gund û
swarî çya û řûbar ebû.
ta ew wextey îtir tifeng
çawî giłofit
cûła û hesta û kewte ser pê
çya milî qût kirdewe
şeqam destî řaweşan û
qełem wişey kokirdewe
ewsa îtir bere bere
şimşêrekey destî ’aşûr
bû be řeqe
ke şew ehat
milî ebirdewe dwawe bo naw qawiẍ
be řoj ehatewe derê
ta way lê hat
şimşêrekey destî ’aşûr
le sêberî kîfekey xoyşî bitirsê.
* * *
şewe şewî çaw çaw nebîn
tep û nimî baran barîn
hajey naw doł û kef çiřîn
xuřey şetaw
bwarî çemî zor hestaw.
şewe şewî çaw çaw nebîn
mefrezeyek, yek le dway yek
be hengawê yan dû hengaw
serî lût û peřey gwêçke
siř û tezîw
mefrezeyek, her êware beřê kewtû
tyayandaye şêw nekirdû
yek ledway yek
be hengawê yan dû hengaw
be mişemma çek dapoşraw.
naw be nawê
şewqî xêray laytî dest
bo berdem û bo řast û çep
ke tîşkî tîjî ehawê
le awêney şewqî teřa
laskî baranî řeng zîwîn
çend řêzêkî der’ekewê.
bergî ber teř şiłpeyan dê.
legeł dwan û qiseda
piçiř piçiř
wekû lûley kitrîy kuław
dem heławî lê heł’esê
pêławî lastîk girj bû
aw têy eçê û
şiłqe şiłq
serî pencey tya etezê.
quřî deştî sipî bawî
le ketîre û le sirêş çû
wekû binêşt hengaw egrê
car be carîş to eřoyt û
le dwatewe
takê pêław cê emênê
şeřwał dereling quřawîy
des go naka û
henasey singî nuqmibûş
çolekeyeke xinkaw û dem dapçiřîw
ser derdênê
lenakawîş leber demta
hewrazêkî kûřî řûten der’ekewê
ay lew wexteda gwêt lê bê
her eşřon û leber xowe
cinêwî çon be zistan û quř û lîte û
daykî pêławî lastîk û
’aşûr edrê!
şewe şewî çaw çaw nebîn
mefrezey keneft egate
şwênî mebest
biław, biław, dû sê kemîn da’emezrê
dengî berz û layt lêdan
wekû kêşanî cigere
lenawyekda
heřeşeyan zor lê ekirê.
* * *
şaroçkey giłop hełkiraw
lew berzewe ke ebînrê
ełêy estêrkî piřşinge
yan mirwarî hełřijawe
birîskey dê.
êste zorî wekû azadKes
ke çenagey xeyałî meng
exene ser lûley tifeng
lew dûrewe henase bo
şar û mał û yadgarî tałankiraw
heł’ekêşin
ezanin çon tozêkî tir
ebin be gerdawî agir da’egeřên
ezanin çon tozêkî tir
le şarî şeqam kujrawa ewestin û
mîlî tołe řa’ekêşin.
şewe şewî çaw çaw nebîn
lem sateda şořş řengî narincîye
gulley giřdar wa enûsê.
lem kateda bergî berî şořş ałe
birînî leşî pêşmerge wa enûsê
lem sateda şořş tewqey mizgênîye
hełatnî dał wa ełê
lem sateda şořş tarîkîy řawnane
dîlkirdinî şimşêrekey destî ’aşûrîş
wa ełê:
serî kołan etut demî pirêmze û dagîrsawe
dewrî fulke kemînêkî kunbiř, meḧkem
wekû piştênî asnîn dewrî dawe
xwartir boseyekî çepek
wek naneçewrey naw tełe
her bo řakêşanî nêçîr danrawe
destiřêj, gîze, tirpe tirp, girme girim
înca samêkî bêdengî
le piřêkda kujanewey giłop hemû
tarîkîyek be serda dê
tarîktire le tarîkî
wekû xoyan teqey şiłejawî dujmin
ser eken û xwar eken û gulley wêłn
wa lejêłławe, pîkabê
lût berz řeng zerdî meẍawîr
dû řîzî pişt le yektirî
’eskerî řeş řeş wekû qîr
danîştûn û lûley çekyan
bo řast û çep řû le derê
pîkab wekû tîskey tifeng
der’eçêt û řû le serê
ledwayşewe landiroverê
ne û bûn be duwan
ne û bûn be syan
gîzeyek û tê’epeřn, naw sîxnax û têk tirincaw
le tîjîda serinc firyayan nakewê
pîkab dêt û dêt û dêt û
bosey yekem kiř ebêt û
duwem be enqest enwêt û
sêhem herçî nałe û girmey mefrezeye
be cûłanî çend penceye
şaławêkin řû ekene ew cêgeye û
îtir pîkab
wekû şeqam be qaçî xoy
têy hełdat û be ḧewada fiřêy dat û
dêwî bałdarî agirî tê ber bidat
heł’egîrsê û
heł’eqirçê û
heł’ebezê û
da’ebezê û
lûtî şikaw wer’egêrê û
dûkeł eyxiwat
pîkab hêşta be ḧewawe
ezrîkênê
ke le dwawe ewanî tir
hewîrî leşî yektiryan
lenaw bodya şêlawe
benzîn û xwên û girîs û goşt û lastîk
êsk û asin
bûn be şitê
şiteyş nawî lê nenrawe.
lem şeqame û lem şeweda
lem şaroçke biçûkeda
êste řijêm małosêkî ser biřřawe.
êste şimşêre kûlekey destî ’aşûr
texteyekî qiłîşawe
bangî kişanewey êmeş îste
wextêtî û hîçî nemawe.
* * *
beyanî bû serî se’at
bêsîmî naw kune eşkewt
bêsîmî naw daristan û herdû pêdeşt
ziman û gwêy senger bûn û
eyanbîst û dengyan ehat
wekû nanî germî tenûr
hewałî tazey neberdyan
bo yek enard
beyanî bû serî se’at
bêsîmekan be zîke zîk
be pelepel
zemanyan kurt ekirdewe
wekû aryeł
řêgay dûrîş be řêy nizîk
beyanî bû serî se’at:
dinya sard sard
-şepol şepol heło!
wekû hawarî binî bîr
deng zor kize
- şepol şepol heło!
dû dabeze
- heło heło şepol!
- êste başe
- dey çît heye?!
- birûskeyekî peleye
- min amadem
berdewam be
- de binûse.
îtir birûskekey heło wekû guław le sêberewe bo hetaw
herçî hengî dur û nizîkî bê sîmî naw şořşe
be gîze gîz dewrî eden
be jawe jaw gêjî eden
sere řêy xetî lê egirin
hendê tewaw
hendêkî tirîş natewaw
goy hewałî taze emjin
îtir birûskekey heło lenaw şeş ḧewt dêřî şaşa
jûrî hewał dirust eka
jûrê bo zyanî dujmin
kujraw, zamdar
jûrê bo dîl
nawyan ebat
dergayan leser da’exat.
jûrî deskewt, çek û fîşek
çekî gewre bira gewren
lepêşewe nawyan ebat
em careyan lenaw jûrî
dîlekanda
dałî gîrawî kiz û mat
«’aşûr ḧemdan»
nêçîrêkî qełewyane
boye bêsîm
peyta peyta
nawî ebat.
hewał jûr be jûr egeřê
heta dwa jûrî birûske
jûrêkî řeng erxewanî
dergay wała û
pencerey danexsituwe
ew jûrey çawî şehîdî
ta zemanî
tya nûstuwe
- heło heło şepol!
- şepol şepol heło!
- berdewam be
kake lay minewe tewaw
serî se’at ser berewe
eger hewałî taze hat
amade be
- erê cew lay êwe çone?!
- le şewêwe befir ebarê
heta êste
sê car serbanman małîwe
- ey lay êwe
ḧałî êwe û pîre zistan?!
- her barane û bełam lafaw
řêy ême û gundî biřîwe
îşê, karê?!
- her xoşîtan
- xwa ḧafîz bê.
befre û baran, lewê befre û lêre baran, lewla giře.
lemla kize. lenaw nexşey pêşmergeda, serma û germa,
terze û pişko, seryan nawe beyekewe, werz egořn
sał egořn, dinyay kon heł’egêřnewe. lenaw befra
xwên eřwênin, lenaw xwêna, terze û befir etwênnewe
kêłgey birsêtî ekêłn. deẍłî azarî yek be de edrûnewe
befre û baran, befrîş pêşmergey siruşte.
pêşmergey şořş û
siruşt lem werzeda qołyan le qołda û pêkewe řêgekanî
dał ebestin, çingekanyan le go exen
bałekanyan ebestinewe.
befre û baran, eweta wa ’aşûr ḧemdan
dałaşî řeşî bał şikaw
buwe be faqey pêşmerge û siruştewe derdest kiraw.
şimşêrekey zelîl zelîl, pařanewey damaw damaw, dałî gîraw
dałî nawisk piř le bêçuwe çolekey kurd pêş xirawe û řet
ebat û hengaw hengaw ejnoy eşkê
êste ’aşûr peyamêke
kesîre bû. diruşmêke qaç û qul û dest û pence sermabirdû.
meger her tenha bînî aw lem kateda wekû ’aşûr
le tirsanda hełbilerzê.
řê dirêje, wekû mêjûy piř eşkence, řê dirêje.
çeqene berd, hełet hełet, her şeqawêk dał eřwat û
şeqawêkî tir ekewê bo berewjûr. dwa piley dund,
çawî kujawe heł’ebřê. le piştewe lûley tifengekey
azad ekatewe ser qepirẍey hełî’ebřê, eyxatewe ser
tûleřê. wekû awêney temgirtû çawî ’aşûr tarmayîy
azadKes ebînê. azad eçête berdemî heł’etrûşkê,
em careyan ke pişûdan be lepî dest awêney
çawî temgirtûy ’aşûr esřê
ewsa îtir nek wênekey, bełkû azad
xwênî, goştî, xoy ebînê, dengî azad.
qaqay pêkenînî azad,
xoy ebîsê em careyan dał etasê û
tarmayîy merg des be xencer
leser serî řa’ewestê
paş çend řojê dał řîş
hatuwe, pantoł diřaw, wek gîskêkî leř û lawaz egate cê.
* * *
şewî kiłpe û hełmeteke, ’aşûr xoy kird
be nexoş û neçuwe derê.
şimşêrî le kun xizawbû. le kentorda pişîle bû
xoy mat dabû.
komełê caş řeng pê nemaw, henase swar,
çûne małî wityan
řefîq were derê firya kewe, wa meqeř û wêney
sułtan û şaroçke beyekewe giř esênê.
dałî naçar hate derê
dwa landirover řawestawe û swarî ebê. des leser dił ekewne řê
wextê ’aşûr dozexî pêş xoy ebînê
zaretrîk eḧepesê
her be pence firman eda û şofêr berew
dwa sukanî wer’egêřê
bosey yekem amadeye û der’epeřê û
wek nêçîrî çaw be wenewz eyangirê.
* * *
her ew şewey çingî hełoy xo kiz û kird
dałî fiřan
le dołêkî qeraẍ şarda, kiř, nepnidî
ke mefreze xiř bûnewe
gîrfan, gîrfan
cilî berî ’aşûr û dîlekan geřan
yeke be yeke û cya be cya
çîyan tya bû bedest nîşan
be jimardin, deryanhênan
leser mêzî taşeberdê
wekû biłêy
bo ewan dirust kirabê
dayan’enan
lewdemeda baran xoşî kirdibowe
lewe eçû em careyan bay befir bê
her be pêwe
leber şewqî em law ew lay çend laytê
azad le şitî naw gîrfan wird ebowe
ta ser’encam,
leber baxełî ’aşûrda
řojjimêrêkî biçkoley qadsye û
hendê kaẍezyan derhêna
ḧesḧesî tîşkî řûnakî
beser řîz be řîzda geřa
naw be nawê serinc zyatir
leser hendê dêř ewesta
ewsa azad leber xowe
wirte wirtêkî lê ehat
demuçawî girj ekird û
serêkîşî bo ba eda
ledwayîda
ewaney gilyan danewe
pênasekan, řojjimêrê, çend kaẍezê û
çwar destikêş bûn
wêne û namey zor taybetîş
bo gîrfanî dîlî hêşta her wiř û kas
geřanewe.
* * *
le yadaşte nehênîyekey berbaxełî ’aşûrda
wekû laşey ser aw kewtûy dway tawan
êste termî şî’rî bizir, zamî gîraw ebînînewe.
êste gořî werzî kujraw, dengî xinkaw edozînewe
êste derkewt jêrzemînî
řojjimêrekey ’aşûr,
kam pîlanî pepkexwardûy le xoyda ḧeşar dawe
êste derkewt ke qenarey nehênî
le yadaştî berbaxełî ’aşûrda
bo çend tîşkî sewzî hîway paşeřoj hełxirawe.
le yadaştî berbaxełî ’aşûrda
zołe yasay otonomî em ḧukme
afretêke bo kamêray telefîzyonî diro
dawênpake û sipîpoşe û firîşte
dway kamêraş herzan herzan
eyfiroşê abřiwî tikaw, ew leşe.
le serdabe nehênîyekey
berbaxełî ’aşûrda
çend řojêkman
le gîrfanî ew yaddaşte derhêna:
*bepêy bełênêkî zûtir ke pêy dabûm
pêş hefteyek jinekey «n»
kasêtêkî mêrdekey xoy lenaw singya şardibowe û
boy hênabûm
wextê gwêm girt lewe eçû
wextî mest bûn qise bikat
le şwênêkda «n» wa ełê:
em şeře bo?!
em şeře wek goştî mirdûy
bogenkirdûy lê hatuwe
em şeře bo?!
leber kursî û leber çawî
taqe kesê!?
ḧewt sał ebê,
«n» hawřêy em sefere dirêjeye
dwênê «n»man her be destî
jinekey xoy dermanxiward kird
emřoş be marşî ’eskerî û
kořewêkî zor gewrewe
ta qeraẍ şar, termekeyman
berew «ḧile»
řewane kird!
*çend řaportêkî nizîkî em law ew lay
bûn be çiray
taqîbkerman
zor demêk bû le kuřekey
westa ḧesen be guman bûyn
emřo le cejnî supada
qeza û qeder
zîlêk şêlay!
*emîşyan qisey nesteqe
seg her sege
kurd her durde
«firsan»e yan «muxerîb»e
*emřo namem bo «s»y amozam nûsî
«s» le besreye û ’eskere
bom nûsîwe: firya kewe
xozgeyekit ehênme dî
ełêy beheştî naw xewe
parçeyek ’erd, çwarsed metrî
baweşt bo egrêtewe
de hezarîş parey bexşîş
ew hatuwe be pîrtewe
firyakewe
ay bo ’erebê ke xêra
bêt û lecêy małe kurdê
le şarî gewherî řeşda
xanûy taze binyat binê!
*ax! ax!
her em care
her lem şeře bibînewe
şerte nawî befir lebîr
em şaxane berînewe
ax! ax! her em care.
*dwênê şewê
çwar muxerîb be çwar çek û
dûy zyadewe
xoyan daye dest mexferê
xom çûm dîmin
etut gemałî çiłkinin
bełam seyre
boçî heta lay ewanin
ko le merg nakenewe
keçî ke dêne lay ême
ełêy tancîy tirsinokin!
* emřo mandûyn
le şebeqewe xerîkî
řagwêzanî çwar pênc gundîn
min û nasir
ḧewt se’at ebê be pêweyn
zor şeketîn
heta êsteş wiř û kasî
teqînewey dînamêtîn
*emřo «û» û «s»man bang kird
em dû qelebaçke kurde
temenî małî kirdinyan
êste le çwar sał zyatre
pêman witin: qelebaçke beřêzekan
êwe ebne ziman û gwêy gelî kurdiman
bo em dewrey dahatû
ebê xotan hełbijêrin
lemřoyşewe wa bizanin
dû endamî encumenin.
*le beẍdaCihwe emřo laşey
dû muxeřîbî gîrawyan
hênayewe bo şaroçke
le bazařda çipe çipe
abłuqey małekanman dan
bawkî herdûkyanman bang kird
pêman witin: baş gwê bigirin
ewey legeł ême nîye
ger wa bimrê pirsey nîye
derga daxen!
giryanîştan qedeẍeye.
*wek dîbûyan:
muxeřîbêkî xiřîley demaẍ kirdû
emřo se’at sêy ’esir bû
le meydanî gewrey şarda
řefîq «nasir silîmanKes»y
daye ber řîzî demançe û
yekser kuştî
wekû mûrûy ẍeyb weha bû
kes neyzanî bo kwêş derçû!
*dwê nîweşew
bepêy nexşe û tořêkî wird
kesukarî nizîkey bîst muxeřîbman
wekû mirîşk û cûcełe
le xewda girt.
*emřo sit «şerminKes»m bang kird
şermin berpirsî yekêtîy afretane
pêm wit: bo xoşî efsere azakanî
em ’êraqe
le endaman wek gułbijêr
bo ahengî qadsîyey sûrî emşew
çepkê kiçî řengawřengî zor naskiman
le gułdanî yekêtîda bo binêrê!
* * *
dał ẍeřřa bû, wextê efřî
wextê hendê pełe hewrî nizmî lejêr
pêyda edî. way ezanî hemû lûtke û
hemû hewrê ser da’exa û be çokda dê
leber qîřey lexobayî
dał ẍeřřa bû, asmanî gewrey ne’edî
way ezanî zeman epêçête bałî
hetakû ser, leser řojan kiř ekewê
hetakû ser, biłind efřê û
ser berewxiwar nabêtewe berew dołî
nizim û newî.
* * *
ber ledaykibûnî ’îsa
řenge her lem derbendeda bûbê
ḧewt şew, ḧewt řoj
tirs çawî «geznefunKes» û
swarey yonanî qut dabê.
řenge her lem derbendeda bûbê
ḧewt şew ḧewt řoj
tîrî dirêjî řim’asa
ber ledaykibûnî ’îsa
em dîw ew dîw
zirêpoşî kun kirdibê û
wek nîşaney mêjûy ême
leser diłî sitemî kon hełçeqîbê.
lew řewez û lew dundewe
befir kujyan hełdêrabê
řenge her lem derbendeda bûbê.
le eşkewtêkî êreda
lew asteda, lem asteda
be pol dałî bał şikawyan
bend kirdibê!
řenge her lem derbendeda bûbê.
* * *
êste se’at dey beyanîy
řojî heynî, heştî heştî
heşta û şeşe
lejêr keprekey xomewe
lenêwan liqî dargiwêzî gwê çemewe
her le heman derbendewe
le serewe
be tûleřêy ewberewe
řêçkeyek dałî gîrawî çemawey jêr
kołe xoł û xişt ebînim
’aşûrîşyan le pêşewe
řêçkeyek dał
tenha bazêk le piştewe
gił ekêşin, berd ekêşin
dar ekêşin
bo xestexaney ew heło zamdaraney
be bałî xwênawîy şořş
şî’rêkî nwêm bo enûsin.