zîndanî ejdehak
bo bitekanî faşîzim
Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
2 Xulek
1502 Dîtin
ejdehak! zîndanit qełaqełaye;
dîwarî konkirêt, dergay połaye
ejdehak! kun biře, sexte zîndanit,
nařûşê be biřben bendî giranit!
hêzî leş mirêne kot û zincîrit;
karîye le demar napakîy bîrit
dił řeqît her tawe çeşne sizaye
bo bendîy xawen hoş exate kaye
hênd çeşin serbiř û zîndanewanit,
serxoşin be xwênî gişt bendîyekanit!
ejdehak! ey dêwî le «bîr» zirawçû,
ey naştay maranit be mêşk kirdû!
ew mêşk tazaney zincîrit kirdûn,
le lêwî pêçałî merga řatgirtûn,
çaweřyê fermanin be řêy nehata
bibrêne ber tenaf le nore û kata,
mêşkyan, amancyan, hîwa û taseyan
le peta bitasê wek henaseyan!
emane gişt eřon, eyanřewênî,
hîç nebê le benda eyanřizênî...
bełam to, ejdehak! le hełpey xorak
natwanî bikewî bo marî napak;
her egrî, ekujî, edey le gerdin,
mêşk derxiward edey be marî newsin
ta řojêk ew xwêney be naḧeq řiştit,
ew bîrey wat zanî êcgarî kuştit,
taw eden tenûrî demarî kawe,
ew çekuş weşêney řołe kujrawe
exroşê û ecoşê û komeł yek exa,
her hełsa û ebînî zîndanit řûxa!
ew ḧele her lawê le zîndanta mird
ebête mayey bex bo netewey kurd;
le binkey peykarya enûsrê nawî
legeł gişt kirdewey pesendikirawî!