peyamî kurd bo mîhrecanî çwaremî gencan û qutabîyan le buxarist

4th World Festival of Youth and Students
Li pirtûka:
Lawk û Peyam
Berhema:
Goran (1904-1962)
 7 Xulek  1514 Dîtin
1
ey kotre sipîyekey naw hêlaney berz!
le gyanî pîkaso îlham ekem qerz
emewê bitxeme ser bałî fiřîn
be řastî bitnêrim nek be xewbînîn
bo şarêk: hezaran lawanî cîhan
bo aştî ebestin tyaya mîhrecan!
lawanî ḧewt kîşwer le buxaristin,
be heway birayî û aştî sermestin!
be seduyek dem û zimanî cyawaz
legeł yek germ eken gořînewey řaz
be seduyek dem û ziman ewtirê:
«ey hawřêy dûrułat, tom zor xoş ewê!»
qisey wa pîrozî piř xoşewîstî
têy ega her lawêk, be gwêy dił, bîstî...
bize û lebzî şîrîn, nîgay germ û guř,
çûne kořî yarî û, dansî kiç û kuř,
mosîqa û hełbestî nebzî dił yek xer,
nîgarî be cwanî sirinc řakêşer,
le baẍçe û meydan û cêgagşitîyekan
be řastî bê ziman dênne ziman!
çînî bo balqanî ebê be bulbul,
koryayî û «yankî» y baş dest ekene mil,
lawî kurd, dest le dest biray ’ereba,
derdî dił bo lawî gişt cîhan eba,
tenanet lawanî mîtropołekan
dan enên be ḧeqî kurda bo jyan!
2
ey melî pel wipo sipî wekû çuř!
le lûtkey şaxewe bał bigre be guř
şaxewşax, deştawdeşt, derya be derya,
her bifře û meweste ta řomanya,
paytext: buxarist, şarî pêşkewtû
le koneperistî xo řizgar kirdû,
cimey dê le law û aştîxwazana
cwantire le caran le mîhrecana!
ew liqe zeytûney naw denûkî sûr
be sera bigêře ḧewt car xwar û jûr!
hêzî law yek bigrê bo aştîy dinya
şeřfiroş meger quř bika be serya!
ne teqe le korya, ne le hîndî çîn
emênê, ne êmeyş tûşî şeř ebîn
bo ewey «xêw» ekan le «wał sitrît» a
goştawman ziłfinc ken legeł tirîta
em dinya řûxaw û řû birîndare
mawey çing e kewê derd bika çare:
hîç nebê hetîwêk ega be dałde,
bendîyek le zincîr ebê azade;
wirgêkî xewêran piř ekirê le nan
nexoşêk şîfay dê be daw û derman
řûteyek parçeyek cilî pê ebřê
boy elwê pêk bênê çepere şiřê
pîrêkî pek kewtû, yan jinî damaw
le birsa mirdinyan dił naka be aw,
ya saway le çeqî řêga tûřdiraw
gel ebê be daykî û eyhênête naw
seg nayxiwa, wek pilêk goştî bê tawan
ta abřûy em ’esrey pê berê însan!
3
ey kotir! ey řemzî aştî û asayş!
emeye - ke lawan kirdûyane- îş...
bo aştî gilêrin, bo xoşewîstî
le řêgay amanca law naka sistî...
diłnyayn dezgay şeř serewjêr eken
emřo bê, sibey bê, be amanc egen...
ew towey eyçênin, be nyazî pak
beheştêk eřwênê bo gişt le řûy xak!
lawanêk le piştî ewan dêne xwar
dinyayek ebînin dwanze mang behar
ne firmêsk, ne nałe, ne henase û xem
ew dinya cwaneyan naxate jêr tem!
însanî ew ḧeley bo xoşî hewł der
bê xem û bextyar jîn ebate ser!
4
ey kotir! ey şabał meşxełî sipî!
bo geştî bu xarist ebê řaber bî
řêgay řast pêşan dey be lawanî kurd
duşmin řêy tenîwin be dawî wird wird
duşminî gewrey kurd, îstî’marî pîr,
nokerî han dawe dest bidene şîr
be řast û be çepa mil bipeřênin
sizay aştîxwazî le gel bisênin!
em çiłkawxoraney împiryalîzim,
pałewan keçełî řêgay faşîzim
her yeke le layek dîktatorêkin
bo bê şermî kirdin êstire tořêkin!
cûteman lê eden, gazman lê egirin,
nextêk ḧeq dawakeyn le daxa emirin
řexneyan lê bigrîn řexneyekî řast
swên exon be xerwar, ke zor řeş bû mast!
biłêyn: «lel», wekû har dest edene şîr
ewende tirsawin le azadîy bîr!
tirsawin, be řastî ewen tirsawin,
hemû leş her gwêçken, hewmu leş çawin!
ḧîsabî cûłey mû, dengî nebzî dił
epirsin lew lawey ke lêy eken sił!
boye tom pêwîste bo řêy mîhrecan
lawekan le destim neçin, kotrî cwan!
kurd lawî hoşyar û nextêk xwêndewar
taqe yek şik eba - bełkû! - le hezar!
5
lawî kurd: zincîrî derebeg le mil
şew û řoj řenc eda bê nan û bê cil
yan le piř eygirin, eyxene jêr çek
bo împiryalîstî aẍay derebeg
yan le îḧtîkarî newta pałeye
řojî çewsanewe, şewî nałeye
yan kemerişkawî kołî girane
be erza kişanî bo swałî nane
yan le ser sûseyek bîru biřway sûr
eynêrin zincîrbend bo zîndanî dûr!
eger hat bełgeyek kewte dest mîrî!
her sere û epeřê be demî şîrî!
wa qurs bê çepokî koneperistî
îtir law çon biba bo qełem destî?
em lawe kemaney ke xwêndewarin,
řêgapêşanderî gelî jêr barin,
a leber eweye zor be xem xwarî
espêrrê be to law le kurdewarî!
le řemzî berzî to weham tikaye:
şabałî sipîtî bo bikey be saye
ta eybey eyxeyte kořî mîhrecan
ba demî bigate lawanî cîhan
lew koře pîroz û berzey lawana
binwênê «aştîxwaz» le kurdistana!
6
emewê lawî kurd bixate ser dest:
ew diłe germey xoy ke piře le hest
bîgêřê be naw gişt destey lawana
hestî xoy cař bida benaw cîhana!
nełê min kurdim û dwa kewtû û biçûk
etirsim bibînrêm be çawîlkey sûk
şebeqêk le řojî markis û lenîn
meşxeł bû bo destî hawřê sitalîn
êsta ke xelîfey giranbehay ew
cîhanî pê eba bo aştî bedew...
ew řojey ke řengî pêst, jimarey ser,
cyawazîy çîn û dîn egrê beramber
le řomanya çend řojêk hetaw
bo lawî kurd eka be zaxawî çaw!
egeřê, temaşa eka û ebînê:
gelêkî têkoşer ejî, çi jînê?
le şwênî kelawey wêranî mêjû
daynawe çi koşkê be mêşk û bazû
keçî şeřfiroşî xawen sermaye
destêkî mîkirobe û destêk bombaye
mirqî xoş kirduwe em dezga cwane
xapûr ka û bayequş tya bigrê lane!
7
bełam, ey bałdarî sipîy aştî!
dûbare pêt ełêm gerçî pêm witî:
lawanêk ke êsta le buxaristin
nwênerî gelanî aştî peristin!
biřwane masûlkey leşî połayan
biřwane pirşingî ’ezmî nîgayan
biřwane yekyetîy mêşk û diłyan,
biřwane arezûy bo jîn bekułyan,
emane xoyan û gişt hawtemenyan
bo pasî aştîy dinya û wetenyan,
leşkirîn, amaden bibin be ’esker,
pêwîst bête pêşê dirêẍ neken ser!
naxoşe egerçî le jyan bûrdin,
bełam naxoştire be sercem mirdin!,
8
lawî kurd ke girtî řêy geřanewe
be dyarîy em bîr û baweřanewe,
beydaxêk heł’eka wêney to leser
bo gişt lay wiłatî eka be sêber,
ew ḧele dujminî be şeř qinyat ker
wek lakêk le małman ekêşîne der
dway eme êmeyn û nwê kirdinewî mał:
her de sał le te’rîx ebřîn be yek sał,
awî çem ekêşîn bo ser lûtkey şax
berdî řeq derdênîn, cêy ekeyn be bax
leser her lûtkeyek, tepołke û yałê
her bin dar beřûyek, ekeyn be małê
dirêjîy naw doł û panayîy naw deşt
be telarî cwan cwan ekeyn be beheşt
zewî û zar be berî řencî tiraktor
’emarman piř ekat le genmî zor
newtiman, kargaman, berhemî kanman,
nadzirê û nirxekey dête gîrfanman
çi xêrî nîştiman, çi areqî řenc
kurdistan seranser piř eka le genc!
baẍçeman seranser gułî epşikiwê
bulbulman fêr ebê be awazey nwê
tenanet le bêşkey sawaman, giryan
win eka, mu’cîzey bextyar jyan!