le seremergî hîwada

Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1817 Dîtin
řołey taqanem, hîway jyanim!
estêre geşey berî beyanim!
řojî newrozî pirşing zêřînim!
tirîfey sipîy mangî hawînim!
şiney şemałî kelî beharim!
lerey awingî mêrgî awdarim!
cirîwe û cûkey şadîy hêlanem!
şewboy pexşanî em gişt herdanem!
xunçey pişkûtûy baẍî cwanîm!
řoley şîrînim, ey gyanî gyanîm!
tuxwa bew cûte çawe şînane,
axir nîgate têr bom biřwane!
ba be kiłołî, be řołeřoyî,
ke danîştim kiz, wextî bê toyî:
be yadî dû gom, dû gomî bê bin,
ke hogryan bû masîy řoḧî min,
hon hon firmêskim biřjête dawên
firmêskî ta ser cerg û dił tawên
***
hîwa! ew lêwey be zerdexene,
giznigî řojî gułanî mine,
bo zerdexeney êsta tê nazê?
bo le jêr hewrî merga elerzê?
hey hawar, hey dad hîway şîrînim
gyan edey, emrîy, îtir natbînim!
îtir... ax îtir... natbînim hergîz,
le xewa nebê, şew şewî payîz
car car wek berqî aw bo zor tînû
dêyt û naşkênî tase û arezû!
***
sa bom biřwane têr bew çawane!
řołe mirdine û firmêsk barane!
hîwa řołe řo, korpem řołe řo!
ew kułme ałe nerim û nołe řo!
ew qije zerde, ew çawane řo!
ew neẍmey «daye» û «babe» cwane řo!
ta demman le go ekewê wek to:
hîway daye řo! hîway babe řo!