hawřêm bêkes

Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 4 Xulek  1754 Dîtin
ey firîştey şî’rî cwan!
kostî kewtûy herdûkman,
bo em care bêkese
ke witman bêkes, bese!
şa’îrêk bû, fennan bû,
eday xuř, xiroşan bû,
bo baẍçey kizî kurdî
bulbul bû neẍmey wirdî,
sereřay behrey fennî
diłsoz bû bo wetenî,
nirkey şî’rî řizgarî
bêkes, şitêke dyarî:
le hemû kurdistana,
le naw bîr azadana!
***
perîy şî’rî şox û şeng!
to diłteng û min diłteng
ba sikała bo yektir
legeł axî sard û siř
dûr û dirêj hełřêjîn:
meytî bêkes enêjîn!
aşnay to bû, hawřêy min,
lêy dagîr kirdîn mirdin!
ey perî! nařewaye
firmêsk le çawman naye
çunke bêkes biçûk bû,
payey komełîy sûk bû!
kam pyawmaqûł, kam gewre
ke berzîy cêy jûr hewre,
wêney ew cwamêr bû?
beramber dujmin şêr bû?
le katêka ewane
noker bûn bo bêgane,
dest le ser sing ewestan,
yan bo paye, yan bo nan!
bêkes bû wek pałewan
pencey le çawî çeqan,
pencey tîjî serzenişt,
daxî diłî xoy pê řişt!
bełê bêkes nabût bû,
car car birsî bû, řût bû!
bełam kam têr, kam poşte
wêney ew, ey firîşte,
bê bak westa beramber
nûkî sungîy sitemger?
kê wa: le jêr zincîra
azadîy hat be bîra?
be şî’rî cwan neřanî:
be yadî kurdistanî!
ey şox û şeng, ey perî!
zortir bo ewey bigrî:
ke bê bergîy û bê nanîy
xoy le řûy to ezanî,
legeł eweş ta mirdin
nekewt le to peristin!
mil keçî qîbley řût bû,
dêwaney ’îşwe û xût bû...
wek hendê şa’îrî tir
- ta řadeyek guriçk biř -
tema’ hełî nefrîwan
şî’ir bifroşê bo nan;
abřût berê wek birdyan,
bew kirdewaney kirdyan!
***
le paşana ey perî!
nabê le bêkes bigrî,
ke gîrodey mestî bû,
mestîy ew mebestî bû!
nawçe û serdemî jînî
piř bû le naşîrînî,
wiłatî perêşan bû,
bo hawwiłat zîndan bû;
netewey: hemû hejar,
mayey řencyan bo zordar!
hemû: birsî, deẍezar,
nezan û nexwêndewar...
dîl bûn hem bo bêgane
hem bo ew zordarane,
ke xoyşyan eyanmijîn,
bo xełqîşyan ser’ebřîn!
emca ke eydî awa:
keştî bo gerdaw eřwa,
hezaran hawar bikirê
kes nîye řêy řast bigrê,
naçar xoy serxoş ekird,
hestîy feramoş ekird!
car car, ke zor pest ebû,
kemêkîş bedmest ebû:
daxî diłî xoy eřişt,
be cwên, twanc, serzenişt!
***
ey firîştey çawxumar!
bełam bêkesî huşyar,
bêkesî dinyay nûsîn,
danerî bestey şîrîn,
mebestî min û toye,
bo ewe em «řo řo»ye!
to: perîy şî’ir û cwanî,
min: hawřêy gyanî gyanî,
danîşîn be cût, diłteng,
biřêjîn firmêskî meng,
bo şa’îrêk bê kes bû,
bełam «kes» êmey bes bû!
sa bałay bo řeş poş ke,
giřî şîwenî xoş ke,
be perdey nizmî matem,
bestey kurdîy piř le xem
le ser meytî bixiwêne,
wefay cwanî binwêne,
bo şa’îrêk ke gyanî,
lêy heł’equła cwanî,
egerçî hoy bexî xoy
cwanîy fesał nebû boy!
naqoła û têk simřaw bû,
řûmet kunc, kizî çaw bû
huner bo řûxoşîy bû
ke xewşî dapoşîbû!
bełam perî! to jîrî,
xawendî hoş û bîrî;
cwanîy bała û demuçaw,
behrey ta ser nîn bo pyaw;
hezar çawciwan, qedbarîk
kewtûne çałî tarîk,
çî becê ma le dwayan
bo dost û aşnayan?
ya cwanêk ta «pîrî» ma
kam gîrodey bîrî ma:
xwênî kułmî çen geş bû?
çaw û biroy çen řeş bû?
yek cwanîye: bay payîz
gełay zerd naka hergîz,
ke le gyan, serçawey dił
ser heł’eda qułequł:
wek řoḧ sûkî, řûxoşî,
xwên germî, xizmet koşî,
diłî baş, derûnî pak,
bîrî řûn, kirdewey çak,
pêştirî gişt emane:
behrey hunerî cwane!
be řastî ew fennan bû,
selîqey şî’rî cwan bû!
***
ey şêweşox, ey perî!
danîşe lay jûr serî,
wek yarî wefadar be,
be řastî xefet bar be!
qijî zerd ba peşêw bê,
bestey xem le ser lêw bê:
to biłê û minî hawřê,
ta destim qełem bigrê
enûsim: dêř dêř, ben ben,
bo bêkes şî’rî şîwen!