bûke semakere

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  560 Dîtin
şa’îrêkî bistebałay
derbarî şa
şî’rî bûke semakerey
temenkurt bû
zor kem jya
her ke sułtan hestaye pyan
hołî cêhêşt, çuwe derê
her ewendey:
ta řadyokeman bêdeng kird
telefzyonman bêřeng kird
řojnameman kird be sifre
îtir şî’rî bistebałaş
bû be nebû
her demudest
řoḧî derçû.