befir

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1017 Dîtin
hejarîne!
xoşewîstîy êwe befrêke çwar werze
ebarêt û bałay şî’irim sipî ekat
çon ehêłim gerdê bîgrê
asmantanim lê bitorê
çon ehêłim tozî řiqê
lêy binîşê, nawçewanim
leser hełgurdî naw diłtan
dabgirêt û girmołey kat
lew befreda nebê najîm
lew befreyşda nebê namirim!.