mehdîname

Li pirtûka:
Mehdîname
Berhema:
Îbnulhac (1700-1770)
 18 Xulek  2092 Dîtin
1
yařeb toyî saḧîb huday
weqtî debîn fîtne beday
ḧîfzin bikey «ya za alindaErebî»
be îsmî to bîdayetê
2
bîdayetim be îsmî to
le zîkirî fîtney xelqî to
wîfqî ḧedîs nebîyî to
zanîwme be îrsîyetê
3
herçe kesê ehlî îman
le cumleyî cînin û însan
dezanê hat axîr zeman
fewtawe babî řaḧetê
4
řaḧet le kwê bo însanî?
xusûs le axîr zemanî
puř le zułim û bê îmanî
kewtiwîne dergîhî fîtnetê
5
însan eger tê bifkirê
debê bo ḧałî xoy bigrê
jînî newê mirdinî bikřê
lemî dewrî me’syetê
6
dunya her be xoy fîtneye
ew ’edûy ehlî xweye
dawî dana lebo meye
însan teyre deykewêtê
7
deykewêtê polî însan
ẍalîb debê nefis û şeytan
’asî debin lebo řeḧman
fîker nakene qyametê
8
qyamet leme nizîk buwe
însan temam ẍafil bewe
nîşaneye wîm zahîr bewe
bod bekem wesif û ’elametê
9
yek le ’elametanî deccal
ew kafrî «şiq»y betal
tabî’î wîn ehlî zelal
xo dawête hîlaketê
10
debê le pêş ewî şeytan
behefit sał dê mehdî zeman
le pêş mehdî debê sufyan
me’lume ew be řîwayetê
11
me’lume ew be řîwayetê
be řîwayetê debê me’lum
be bîst sał dê sufyanî şum
qet dernaçê lew muddetê
12
bełke xeber waman debîst
le şêxî mahîr û musbît
be pansedî sufyan debîst
ehlî fîsq û zelaletê
13
nîşaney sufyan û deccal:
kem debê ’alim zor debê «cihal»
be dunyayê zor îştîẍal
dekewne beḧrî ẍefletê
14
ẍeflet yekcar temam debê
mangî weku cum’e debê
erz bûleze zor debê
deken tałan emanetê
15
danî zekat debê giran
zor debê ẍeybet û buhtan
kem debê řeḧmî xizman
naden be yekdî ulfetê
16
çî fasq bê ew be ḧurmet
pyawî deçak deken «zilitErebî»
kem debê le erz bereket
peyda debin lem ḧałetê
17
xwêndin bo cah û mał debê
tesdîq jer be zuban debê
pyaw be qisey jin debê
be keyfî dakî nayetê
18
le paş ewey sufyan debê
le eslî «sixir»y binî «ḧirbê»
xałî dewîn ḧeyyî «kilbê»
deka le şam ḧukumetê
19
ke xuruc biken turk û gurcê
lay mizgewtî şam řodeçê
nezdîke sufyan derbiçê
debê weqtî emaretê
20
deke xuruc sêsed swar
boy dê le xałan bîst hezar
le ’êraqê ceng û binar
deken tałanî kufetê
21
ke kufey gird birdî tałan
yexsîrî mał û mindałan
be medîne dexa «culan»
xełqî dexête zeyqetê
22
sê řoj tałan le medîne
xwên deřêjê le zemîne
le hazmyan dekirê qêne
deçnine kêwan le dehşetê
23
le mîḧrabî «dimişqCih» û «şamCih»
le serbeřî yekzen «midam»
çe bilê meke kuştinî lîzam
le ẍayetî cehaletê
24
ẍalîb debê ceyşî sufyan
le řom û fars wixorasan
xo win deken ehlî îman
le ber zeḧmetî şîddetê
25
haşmîyek biray mehdî
le xorasanê dê be tundî
be pînc hezar swarî merdî
talîb bo mehdî suḧbetê
26
ew cwanêkî yekcar tunde
’eskerîşî yekcar merde
ewî katî debê hedde
sufyan bewî dengêwêtê
27
hejde mangan deka seřê
be mehdî deda xeberê
denkewne yek le «astixirCih»ê
sufyan deçête zîlletê
28
lew paşan teqdîr weha debê
qezay řebbî qet řed nabê
ceyşî haşim şikist debê
deşkê deçête mekketê
29
weqtê haşmî mîr debê
herta mehdî me’lum debê
şeş sałanî nêwan debê
weha me’lume be řêwayetî
30
ẍalîb debê fîtney şirur
řê degîrên nizdîk û dur
hefit ’almî ehlî şu’ur
deyen her yek le cîhetê
31
her yek le cîhetî deyê
hemwan sêsed legeł deyê
bo xeberî mehdî deyê
laqî debin be mekketê
32
le mekkey debîtnin yekdî
hemu talîb le bo mehdî
dełên : dezanîn to mehdîy
be nîşane û ’ilametê
33
deka ḧaşa ew derdeçê
hełdê we medîne deçê
ew cem’îyet le dwî deçê
dîsab deçête mekketê
34
lekin meqamit ḧecerî
du’a deka her degrîy
dełêy: debê mîrî bigrî
yan detkujtin be şîddetê
35
le tirsab dest dirêj deka
bey’et legeł qewmê deka
du řek’etyan nwêj bo deka
boyan dexwêbê xutbetê
36
xutbey ke xwênd kirdî temam
ew mehdîy şîrîn kelam
ehlî yemen kufîyî û şam
boyî degrî cem’îyetê
37
cema’et pêy debin serxoş
mehdî řidên piřî çaw řeş
dibdab weku estêrey geş
xałî heye le řumetê
38
le mekket debê be weled
nawî «miḧemedKes» «eḧimd»
le lat řastî xałî eswed
le ewladî fatîmetê
39
řometî her wek gewherî
nawî daykî hem piderî
her be mîslî pêẍemberî
şîbhî wîye ke xîlqetî
40
yekcar ḧelîm le buẍiz dur
xelqî zor pê debê mesrur
daxlî wî ḧubib û sirur
ḧakmî piř ’edaletî
41
qisey xirap qet nabêjê
xwênî naḧeq qet nařêjê
weqtê kelam sist debêjê
destî deda le řukbetê
42
dengêk zahîr debê le asman
dełê : amîrkim filan
ye’nî mehdî nek wek sufyan
şadî le bo dê ummetê
43
le mu’cîzey pêẍemberî
alilh ḧurmet na leserî
ebdalî şam gewrey mîsrî
hemu deken îta’etê
44
ke sufyan ew xeber debyêt
ceyşî eser mehdi’ deçêt
deçê le beydayê dexêt
fî lîlh miqmirtê
45
beyda le mekkey nizdîke
şwanêk zanê û her řa deka
her deçêt û her bang deka
ya wîḧ ahil miktê
46
ke şwan lewê ẍayb debê
ceyşî sufyan xesif debê
deyêtewe ’eceb debê:
artiḧliwa fî sa’itErebîê
47
weqtê te’emmulê deka
nezer emenziłê deka
řoçunî wan yeqîn deka
be dînî lay qetîfetê
48
ehlî mekke debin sirur
deken şukirî řebbî ẍefur
xesif kiran ehlî şirur
dezanîn ew ’elametê
49
mehdî le mekkeyê derdê
ałay nebîy le bo dê
dwazde hezarî legeł dê
aw ’işir mi’ ximistErebîê
50
cubre’îl çerxeçî debê
mîka’îl dun dar debê
erz û sema serxoş debê
qesdî we şam û hîcretê
51
ferzî ’îşa eda deka
ewweł řu be ḧîcaz deka
çî bendye řehay deka
cewab degate kufetê
52
her kes ke be xeberî ’alim buwe
ceyşî ewî xesif buwe
be yek nefer xelas nebuwe
xuruc deka le kufetê
53
dête derê ’azîm be şi’am
ceyşê dirust deka temam
le pêş mehdî daxil be şam
alqî alîة sa’itErebîê
54
be xesfê î’tibar deka
bey’et legeł mehdî deka
mehdî we qudis řu deka
sê sał deka îqametê
55
sexrî xałî we’ar dexen
naqîz le bo mehdî deben
musteḧeqqî ẍezeb deben
waqî’ debin be řîddetê
56
sufyan deka ’ezmî şeřê
mehdî dezanê xeberê
ceyşî ’ezîm dête derê
ałay ’ezîm «min ma’itErebîê»
57
nesret derê řebbî ẍefur
mehzum debin kelbî şirur
«sim yulun aldibirErebî»
bişrî lahil ẍizutErebîê
58
ewladî wan musba debê
sufyan lewê estîr debê
yek řwî be heşt şayî debê
yizbiḧ misil sixilitErebîê
59
zebḧî le jêr şeceretê
lekin beḧrî teberyetê
ya le burcî teberyetê
xîlaf le du řîwayetê
60
her ke kujra sufyanî şum
ẍenîmetan deken qusum
fetiḧ deken ḧusunî řum
be tehlîl û tekbîretê
61
cewr û zułman řîḧlet deka
’edlî ḧukman sukna deka
dînî nebî qaym deka
naka xîlafî sûnnetê
62
qustentînê meftuḧ debê
sê řoj lewê her şer debê
ceyşî mehdî ẍalîb debê
qîsmet deken ẍenîmetê
63
şeytan lewê serx deka
ceyşî mehdî î’lam deka
deccal ewa le paşewe
exsîr deka zuřîyetê
64
le qîsmetê betał deken
řu be ewlad û mał deken
ew xeberî yeqîn deken
ka her kîzbî şeytanetê
65
řomyeyê deken dyar
şehrî ’ezîm û bê şumar
lêy dekujin şeşsed hezar
fettaḧ be du tekbîretê
66
lewênderê debin řeha
bildة «qati’» tulhaErebî:
alf mîl û ’irzihaErebî
mibilẍ ximsimatErebîê
67
têda heye sêsedî bab
sed hezar kes le kullî bab
pyawî cengî temam esbab
fetḧî be çar tekbîretê
68
le wênderê řeha debin
be «bît alimqidis» daxił debin
be deccalê «mixbir» debin
ew hate der bo fîtnetê
69
le weqtî xelqî ademê
nebuwe fîtne bew e’zemê
ya řeb her toy munteqîmê
ḧîfzin bikey lew fîtnetê
70
her le nuḧî be paşewe
çî pêẍemberê ke buwe
ummetî ئاگاە kirduwe
da bizanin ew ’elametê
71
gutuye îmamî newewî
bewen selef û dîn qewî
çake telqîn daden sebî
beḧsî deccalî le’netê
72
ew fîtneye bo ’alemê
’ezabî wîm her yek demê
çî sabîr bê bew elemê
xelas debê le qyametê
73
le esfehanî wederdê
hefta hezar cuyî bo dî
bo naw ’êraq û şamê dê
beřast û çep fesadetê
74
de’way ewweł îslaḧ deka
hemu kesê gwêy lê deka
lew paş kufrê zahîr deka
mu’mîn lêy deken fîrqetê
75
swarî ḧîmarî xoş beze
mabeyn gwê yanî çil geze
heftê hezarî «yilxize»
deken lejêr gwêy meşyetê
76
kufrê debînin aşkar
le nawî çawanî řa dyar
neyxundibê ya xundewar
hemu dezanin wî xetê
77
çawêkî derpeřîw debê
ewî dî lus û pus debê
şîbhî ’ibdal’izî debê
merdude le cehaletê
78
ew kafrey yekcar bede
dełê be xelqî : min xuda
çî mu’mîne debê cuda
naka leboy îta’etê
79
şaxî le nêwçawan debê
puř le dupişk û mar debê
herçî bewî baweř nebê
têy berdeda bo ledẍetê
80
nakatin ew «tidbir»y
ke xuday boçî swarî kerî
xuda nabê muḧtacî kerî
be dure ew le zîllihitê
81
ey deccalî heweku ker
eger to hey xuday beşer
to zor mełê yekcar meweř
çawî xot bêne sîḧetê
82
řebbê xalîqî sema û erz
’alim be tûl û hem be ’erz
ḧacet nye biřwa le erz
be dure ew le zîllihitê
83
degełyetî beheşt û nar
çî beheştê bika îxtyar
leboy debê satê benar
bewu bîzanîn ’eksyetê
84
sye çîrwan waqwî deka
şerq û ẍerban ega deka
erzî hemu dyar deka
îlla meger medînetê
85
«bît alqidus» mescîdî tur
debê lewanîş ew be dur
ḧafîz debê řebbî ẍefur
abît be yek řîwayetê
86
deřwa le erzî ew ’edu
mîslî baranî ba ledu
řobarî saf deçî ledu
’eceb lewî belîyetê
87
degeł wîye seḧere û kuhhan
kêwan deka satêk be nan
herçî pêy نەێینێ îman
deyhawête nar leḧzetê
88
zorna û def û çeng û ney
daym debin le pêş yedey
meftun debin samî’î wey
«alilh» meger da ’îsmetê
89
emrê deka le asman
dełê biřjêne bom baran
satêkî boy deka řêjan
«ełłah» dedatin muhletê
90
qumê ke pêy baweř bika
ḧeywanî gwan piř şîr deka
erzî hemu gyay şîn deka
dekewne ḧałî wîs’etê
91
wîs’etî wan her yek demê
serxoş debin ewî demê
lew paş dekêşin zor ẍemê
leber zeḧmet û şîdetê
92
emrî dekatê kêw biçê
der laḧze kêw ledwî deçê
lenaw beḧran aw derdeçê
degate cayî řukbetê
93
ke řu le wêranan deka
dełê xezêney der bika
der leḧze boy îzhar deka
be misîlî purey neḧletê
94
fîtney ’ezîm emrî dîger:
dełê : ezim xuday leser
dak û babit bo bênme der?!
şeytan deyê be suretê
95
ew خۆێ le şikłî wan bika
dełê : kuře baweř bika
fan hiza ribikErebî
’ezîme ew le fîtnetê
96
«xizir» degeł wê degeřê
daym dedatin xeberê
qet pêy meken hîç baweřê
dur bin lewî belîyetê
97
her bang dekat : ey qewmî xwîn
decca;e merdudî le’în
kufrî lenawçawan bibîn
bedure ew le řeḧmetê
98
ke ew le’în řwî tê deka
durust be du kertî deka
lewpaş xuda zîndiwî deka
nabê leser wî qudretê
99
eyyamî wî çil řoj debê
řojî ewweł wek sał debê
řojî dwem wek mah debê
řojî sêmîn wek cum’etê
100
řojî dedê řojî demen
řoj û şewan meqdur deken
mah û cum’an meḧsub deken
bo nwêj û řoju û ta’etê
101
le pêş ew deccalî kezzab
le pêş ew deccalî kezzab
sê sał debê qeḧtî û ’ezab
ḧeywan debin hemu bê tab
102
řu dekate «bît alqidsê»
mehdî ḧesar deka ḧebsê
ḧeta dexon jêy qewsê
le qeḧtîy û birsîyetê
103
teqdîrî «rebّy zwalcilalErebî»
bedest ’îsa nazil le’al
meqtul debê şîqî betal
dête xwar bo nesretê
104
naził debê be emrî řeḧman
destî leser du melekan
herwek dur wa ’ereq le řuwan
lekin beyza û minaretê
105
minarey sipî le dîmeşqî
qerîbe le «bab alşirqîErebî»
mexluqî dê lewî şewqî
pêşan deda beşaretê
106
deçê řu dekate qudsê
le deccal bîřê nefesê
mehdî qutar le ḧebsê
derî bênê lew zeyqetê
107
ke degate «warş»y qudsa
derge bende leber tirsa
dełê : weykenê ezim ’îsa
hatum bo fetiḧ û nesretê
108
warîd debê le seḧerê
dekat sefî nwêjî fecrê
’îsa milî mehdî degrê
debê bikey îmametê
109
ke îmamî dawe selam
nwêjî subḧê kirdyan temam
deken şukirî řebbî ’ellam
leser nur û beşaretê
derkey «warş» dekatewe
deccal hełdê le paşewe
her weku xwê detwêtewe
le tirsî zerbî ḧerbetê
110
dełêt bewî xebîsî şum
kêwa deçî qatîlî tom ?
zerb deda le esto û ḧelqum
deykujê be yek meřetê
111
lew paş deçête zig ’eskerî
lêyan debne gurgî meřî
xelas naken yek neferî
le etba’î wî le’netî
112
dar û berdîş deka nîda
ełê : ewa le jîř minda
yehudî deccal beda
deyan kujin bew qatletê
113
erz le řîcsê pa deken
hemu silîban deq
zebḧî xenazîran deken
dekewne xoşî û řaḧetê
114
weḧî le bo ’îsa deyê
ye’cuc û me’cuc دەردەێ
bo hîlakî ’alem دەێ
xo bawêne naw qel’etê
115
deçne tûrê deken ḧesar
qeḧtî debin lewan yekcar
serî sewrê be sed dînar
dekewne ḧałî zeyqetê
116
ew du qewmîn bê ḧedid û zor
zor mufsîd û ehlî şurur
«kil yild alf alizkurErebî»
mexluqî dexene zeyqetê
117
nayełn le erz deyyar
nefîl û weḧiş , ne etyar
dexonewe hemu abar
subḧane xêwî qudretê!
118
gwêyekyan her weku pestekê
hendêk řayexen lêwekê
lêwî jur û wek lêfekê
deken lenaw wî newmetê
119
yek be bîstî qewmêk lewan
be’zî dîger wesfî dedan
lêwî gwê xorakî wan
muxtelîfin le xîlqetê
120
le be’zê tesnîfan muşa’
qewmêk lewan sed û bîst zîra’
le asmanan deken nîza’
tîran dawên be řîf’etê
121
tîr dêne xwar xunî leser
meẍrur debin , xakyan beser
nayełn ewraqî şecer
hemwane beḧrî teberîyetê
122
ya řeb ewan pakewe kat
’îsa munacatî dekat
her yek kirmêk le estoy dekat
hemu deçne hîlaketê
123
muddey hefit sał le paşî wan
agîr deken ehlî îman
le tîr û kewan metałî wan
leber zor û ẍełebetê
124
erz lewanîş pak debê
qewm le bendî řeha debê
le erzî bereket zor debê
le şîna û semeretê
125
muddey ’îsa debê hefit sał
nîkaḧ deka debê mindał
lew paş mewtî naził beḧał
medfun debê le ḧucretê
126
le paş mewtî ’îsay şerîf
dabbe xuruc lebo texwîf
le sefa ya le merwey zerîf
aw min wadî tihamtê
127
ya le şî’bî «cyad»y
sê seyḧetan deka nadî
deybîyen ḧazir û badê
erz deybite zilzeletê
128
deşubhê be zor ḧeywanî
kelam le řengî însanî
پێە muhrî suleymanî
pêy řeş dekatin cebhetê
129
hem pêyetî ’esay su’ban
ke deyda le řwî ehlî îman
daysê wek necmî asman
le ẍayetî şefafetê
130
qezay řebbî weha debê
kes le çingî xelas nabê
kufir û îman cuda debê
denasin ew be ’elametê
wî řojî dabbe derdeyê
řoj le meẍrîbî hełdeyê
mangîş le cenbî wî deyê
beranberin le tel’etê
131
«kiza qal ’isqilanîErebî»
ḧafîz û ḧîbrî zemanî
dabbe le erz û ew le asmanî
wêkřa debne ’elametê
132
hemu řojê secde leser
le jêr ’erşêda biçête der
îzin nabê wî şew beder
sê şew bewî keyfîyetê
133
saḧîb «tihicd» û «awrad»
hełdestin wek şewan mu’tad
hemu nwêjan debin řeqad
sê car deken wî hey’etê
her ke deken nwêjî fecrê
dił piř le xofin deken fikirê
řoj hełdeyê degeł bedrê
le meẍrîbî be dehşetê
134
deyen ta nêwey asman
danas bizanin ew nîşan
lew paş řacî’ ecêyî caran
bendebê derkey tewbetê
135
hełdegîrên suḧif û eqlam
betal debin katbî kîram
ummet bexo şahîd temam
çi ḧacete be kîtabetê
136
gutuye kuřî ’emrî bin ’as
me’dude le esḧabey xewas
çe kafir bê nabê xelas
hem gunehkarî ummetê
137
’in abin ’ibasî cilîlErebî
meqbule îslamî tifîl
hem tewbeyî ’as řezîl
le paş îtyanî ayetê
138
zahîr le qur’anî ecelil
hem le qewlî nebî ekmel
eseḧ lewan qewlî ewel
gutuye ’ulemay ummetê
139
lew paş duxan peyda debê
meşrîq û meẍrîb piř debê
herta çil řoj baqî debê
ewîş eşratî sa’etê
140
bo mu’mînan şîbhî zukam
bokafîran zeḧmet temam
derdê duxan daym mudam
le enf û gwê û ’eyn û ustê
141
lew paş dengiwê bayek le şam
deka qebzî řuḧan be’am
bo mu’mînî îman temam
ewey axîr ’elametê
142
heł degîrê qur’an ẍefur
merfu’ debê hem le sudur
xerab debê ke’bey piř nur
be destî «zî swîqtê»
143
her demênin «aşrar alnasErebî»
çîş nazanin dekeř û kas
pîryan debêtne «alxinasErebî»
lêy werdegirin terîqetê
144
xo deka be şeyxî zeman
deyankate ’ebdî ewsan
nexeyr dezanin ne îḧsan
hawar leber wî ẍefłetê
145
îsrafîl be amrî cebbar
nefxî «sur»ş eka îzhar
çî deybîyen dengî kubbar
hemu demirin be seyḧetê
146
çil sał debê çoł û wêran
«alilh» debarênê baran
her be şîbhî menî însan
ecsad deřwên be qudretê
147
nefxî duwem gera debê
hemu însan qaym debê
leser qebrê haym debê
leber ḧîret û dehşetê
148
deyan ajun bo meḧşerê
bo cezayî xêr û şeřê
her kes ẍemî dête berê
dekêşê ah û ḧesretê
149
beḧsî ’îsay ’alî řutbet
teqdîr webu kewte «fitirit»
be heştadî «qid timit»
degeł baqî ’elametê
150
xetmî ’elametan temam
ewca kota bikeyn kelam
ercu le «rib zî alan’amErebî»
xelasin ka le qyametê
151
nezim kira be naxoşî
dił piř le ẍem û bêhoşî
le te’rîxî hefta û şeşî
bi’d alf û matê
152
nezmim kird be qewlî seḧîḧ
be lefzî kurdî na fesîḧ
bo munsîfan «la lilşiḧîḧ»
bo întifa’î ’ammetê
153
ezim miḧemmedî diłřêş
ḧałim wekî ḧałî derwêş
perdey ẍeman daym le pêş
leber xofî ’aqîbetê
154
weqtê deçîne jîr giłê
gemim zorin leser diłê
wek mencełî piř dekułê
le xway dexwazîn řaḧetê
timit şid kilam «abin alḧac» az biḧis mihdî û sifyan, az bîst hiştim mah rimzan, fî ḧicirة «bêjuh» dir xidimit astazî mila miḧimd û mila aḧimd ẍifralilh lî û lihim amîn. ahFarsî