xizim û kes

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  257 Dîtin
xizim û kesim ko bûnewe
ke wa goştim bicûnewe
bełam goştim gelê řeqe
ba her keşk bisûnewe
***
xizim bo xełqî beřêzin
boşan û nîşanî hêzin
welê kesî minî kesas
wêney hewîrî bêpêzin
***
mam û pûrzam û amozam
bas nakirê çonin lelam
hemû koyley jin û małn
ne sêberyan heye ne sam
***
le giştyan çake dûr bim
eger xawenî şi’ûr bim
ewan ke bên berew cenûb
min çake řû berew jûr bim