şoxan

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  389 Dîtin
şoxan le baxa ba cwan û geş bin
le diřk û dałî jyan bêbeş bin
ba bextyarî û xoşî beşyan bê
dûr le awazî bûmî řûřeş bin
xwaye diłdaran yaranî hawdem
le nerdî jyan xawen dû şeş bin
ewaney şoxan dił azar deden
duçarî derd û azarî leş bin
cwananî wiłat gerçî kemwefan
ba her zyad bin heryek be deş bin