dîm le goyekî zerdî sûrbawa

Li pirtûka:
Dîwanî Goran
Berhema:
Goran (1904-1962)
 1 Xulek  418 Dîtin
dîm le goyekî zerdî sûrbawa
de panze jûrî hêlke le nawa
le jûrî sê sûç deryay şerbetaw
le hêlkey wek zîx bûbû be gomaw
deryalûş be kêrd wirgî goy diřî
jûr jûr şekirawî le derya biřî
hêlkey fiřê da û goy pan kirdewe
goy hunerî xoy awa birdewe