pêncixiştekî qani’ leser şî’rî ḧemdî saḧbiqřan

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 4 Xulek  713 Dîtin
tawê wek sofî be řîş û şane û sîwakewe
leḧzeyê mestim be qende û maşe û tiryakewe
rojê bêhoşim çi ḧeqme min be pîs û pakewe
wek hewa kewtûme gêjî gunbedî eflakewe
řebî bîbînim wekû kîsra be sîney çakewe
herkesê erbabî dił bê cergî daym letlete
bê temaşay bê diłîş ke çon le naz û nî’mete
seyrî çerxî çerxekone çon xerîkuzeḧmete
bo kesê ta ser wefadarî nebû bê mirwete
seyrî eskender ekey řoyî be miştê xakewe
pêrê paşa bû fiłanî emřo wa boy derçuwe
dwê gunî gundarî ebřî emřo xoy bê gun buwe
ḧeq be ḧeq nada zemane her tebî’î bedxuwe
çake daym her le pênawî xirapa win buwe
gewherî derya be daym wa le jêr xaşakewe
meylî bê sûřê edat û to exate řîzî mîr
řojî mîrêkiş exate naw felaqe û dar û gîr
eble daym xoş dił û piř xeme dana û jîr
her şiksitî ehlî me’nay metlebe dewranî pîr
řeş exate ser sipî pîsîy ekate pakewe
çî bika ’aqil be bêdes serkiz û qani’ nebê
şehd û şekker tałe lay min bo xemim nafi’ nebê
nefsî bedgarim lemewla ger tewaw tam’ nebê
întîqamî xom esênim cehil eger man’ nebê
şu’leyî ahim enême xermenî îdrakewe
min ke cergî xom kebab û xwênî dił wek şerbete
ew quřey pêwawme bo xom tacî fexir û ’îzete
çunke meşhûrim be «qani’Nasnava edebî» kafye em serwete
xerqeyî şah û ’esay mûsaKes le lam bêqîmete
fexrî ême wa be kewł û post û darmeşakewe
min ke gîrodey zemanim pêm biłên bo kwê hełêm
qet nebû bûkî meramî xom binême baxelêm
xo hemîşe her witûme û îstekeş dîsan ełêm
’îbrete erbabî ẍîret tê bigen min çî ełêm
ehlî ’îsmet ḧepse serbestî belay bêbakewe
bo nema meydanî şořş bo nema bezmî ẍezeb
bo şika û besraye esto serbeser destî tereb
kwa emîrî deng dilêr û ḧakmî ’alî neseb
bo nemanî dîn û ẍîret hîmetî kurd û ’ereb
wa beser lewḧey kîtabî ḧesretî etrakewe
seyrî em xolyaye kewte mêşkî kurdî derbeder
ẍîretî erbabî hîmet, bo fils çû be heder
xwênî ewladî eřêjê bo tema’î piř zerer
qewmekanî řupyexorim pêm ełên ey quřbeser
ker beco bimrê şehîde seg be goştî lakewe
qet nebû lem hozeda hergîz nîşaney mekiremet
gişt be carê ẍerqî ḧirs û bêdłî û piřmeşẍelet
komełî xizmanî min, bêcewher û bême’rîfet
latin û lotî û nefamin bo nîşat û menfe’et
debne qurbanî segê bêşk be bab û dakewe
herçî em çerxe bibînê şîwenî piř xem eka
ta demî egrê hemîşe zem le banî zem eka
çawî ’îbret bînî dana řoj le řojtir tem eka
ta debête miłkî erbabî ḧemîyet kem eka
agirî tacir enête xermenî melakewe
şerit û ’ehde ’izetî nefsim besed gewher nedem
ser le pênawî diła neřwa ebê qet ser nedem
ẍeyrî alî pakî ḧeyder dił be hîç dulber nedem
şerte ta řojî qyamet des le ejno ber nedem
ser le quř nêm bo seyadet bew diłey xemnakewe
bo nejakê guł le gułşen boçî geş bê erxewan
çon leserda daneřêjê xwênî hewrî asman
bêje bulbul lał û leng bê qet nexwênê berbeyan
bo dilêrî ḧezretî meḧmud memduḧî cîhan
taqe yek guł bû be ferqî pîrî eḧmed kakewe
dad û bêdad û fuẍanim bo nekem ba her bikem
quř bipêwim her le tewqî ser heta nûkî qedem
dûbedû wek cêgedarî xusrewKes û cemşîdKes wicem
bo dû meḧmûdxan emîrî serḧedî řom û ’ecem
bûn be esḧabî quřeyş û çûne sîlkî çakewe
sa qelem hełbigre «qani’Nasnava edebî» bêre nûsîn ’enqerîb
her biłê xetme be ḧemdîKes serwerî polî edîb
ḧemdya fermûte emřo mîsre’êkî dił ferîb
sałî te’rîxê denûsê alî kak eḧmed ẍerîb!
kewte ’alem dił ḧezîn û dîdeyî nimnakewe