aştî

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  553 Dîtin
min û to pêkewe ba aşna bîn
wekû perwane û şu’ley çira bîn
ledaxî mudde’î her řû le yek keyn
lebo yek her wekû qîble nima bîn
bebarî bîn beser dił xwên mijano
betaney çawî xwênřêjî beşer bîn
le řêgey kanî û mizgewteda şew
le te’qîbî wisałî bê hera bîn
diłî yektir neřencênîn lednya
qyamet řû le lutfî barega bîn
çi xoşe dem le naw dem, des le mil bê
wekû şîr û şeker têkeł kirabîn
witî nazanî qani’ ême paşayn
çilon hawdem legeł pyawî geda bîn?