pênc xiştekî leser şê’rî miftî pênciwênî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  604 Dîtin
me’lûme le la ew kese wa ehlî ḧeya bê
ger pîre weger gence weger şah û geda bê
nabê serî berzî be minet kom û pesa bê
qani’Nasnava edebî desî min dawêtî to tawekû mabê
’emirit le ḧeyata ’emelit sen’etî çabê
kê bê le cîhan řişteyî namûsî becê bê?
çawî ledesî pîrejnî bêkesî dê bê
umêdî diłî ser qełemey pûre xecê bê
nanê ke begeř des bikewê gwî segî tê bê
seg lêt bweřê û pîrejnîş dem be du’a bê
herkes le cîhan xawenî xulqêkî şerîfe
yaxud kuřî meydan û hunermend û ḧerîfe
gwê řagrê bo neş’eyî em şê’re zerîfe
meşhûre ḧeya qetreyekî şox û letîfe
her kes ke geřa lazme ew qetre tikabê
baweř meke hergîz be meqamat û be ’îşqî
bo celbî qilûbe kerem û ře’fet û řifqî
řojê dûhezar tobe bika zahre fisqî
mehtûke le la min be şeřî ba’îsî řizqî
keşkoł û def û mêzer û meşak û ’eba bê
sa bê le bina guyê mebře ser zilî mil pan
dořane biřo bê huner û wa’îzî małan
ger baweřim pê nakey be sî cizmeyî qur’an
em sen’ete mekir û hele bo kes nîye qurban
bo ew keseye wa be diro pyawî xwabê
tozawî û ardawî ełêy berde le aşa
sik şoře wekû hořî ke xizabê le maşa
sed çakey legeł key keçî bedgoye le paşa
bapîrey minîş xelqetî ger wa buwe ḧaşa
ta řojî ezel namewê lew cedde eba bê
meytî bikewê dêne serî yek yek û ko ko
bo girtinî mîras hemû girye û řo řo
qani’Nasnava edebî bese em basî «beřûy pîsî be» bo so
miftîKes keweha bê edebe men’î nekey to
perdey diłekey řenge lesed lawe diřa bê