honrawey katî gencî

Li pirtûka:
Çwarbaxî Pêncwên
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  565 Dîtin
dîdem newnemam, dîdem newnemam
dîde řastekem bała newnemam
boçî napirsî le ḧałî xułam
heta qyamet min her be temam
diłey nazarit le çî řencawe?
germe meylekey ewsat nemawe
kam emrî to hat, nemna ser serim
’alem ezanê ke min nokerim
meylit bo sarde be qisey bedgo
be qisey řeqîb memke řenceřo
dîdem, şabazim teřlanî tewar
yarim diłsozim, řefêqim, xemxiwar
şilim, şêwawim, şoxekey şengim
yarî ałozaw mayl be cengim
ḧorim, firîştem, nazî dił bendim
mestim, huşyarim, zîrek û řendim
kwanê îşare û çawekey caran?
lence û wirde řewt, nazk nazaran
kwanê muḧîbet do’a û peyamit?
kwa çirwe û çipe û sirwey kelamit?
qîblem, nazarim, axir nefesme
derdî bê tebîb tenya û bê kesme
elwîday yaran merg mêhmane
qet’î zîndegî seyrî cîhane
lake be lamo bibîne řengim
řoşin ke ḧucrey derûnî tengim
bendî ecelim azad ke gerden
wemergit qesem şadim we mirdin
emma bew şerte bîte serînim
be çawî piř naz têr bikey şînim
xałan teř bikeyt be eşkî duř bar
yexey zeřnîgar dadřî ta xwar
paş kifin û difnim bibî be yarim
bigrîte baweş giłkoy mezarim
ser binêy belay xakî gořxanem
ba derçê le dił xemî zemanem