oxey azîz gyan
Li pirtûka:
Dwanî Şêrî Şehîd Osman Ozêrî
Berhema:
Osman Ozêrî (1936-1966)
1 Xulek
616 Dîtin
oxey azîz gyan wa bûjamewe
wek xunçey taze dem kiramewe
ke namey to hat wa geşamewe
bewêney gułêk qet aw nedrabêt
lawaz û sîs û gełay şikaw bêt
awî keyte bin şewqî berpa bêt
minîş bew çeşne řoşin bû diłim
giryanî nema cergî bekułim
kewte şineşin estêre û gułim
witim yezdan gyan eme xeyałe
ya eger xew bêt xewm betałe
ya bêhoşîme û şiney şemałe
ke eda le gwêm eziringêtewe
gułî jyanim epşikiwêtewe
bextî yekcarîm le nwê dêtewe
çakî kirdewe gişt birînekanim
firmêskî şadî dêt le çawanim
em tenya name le cêy jyanim
birîne bo gişt namekanim
sařêjî kirduwe hemû zamanim