ey felek

Li pirtûka:
Şefaq
Berhema:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 Xulek  1168 Dîtin
ey felek, ka ew sera û birc û qûnaxê dimin?
ka rez û bostan û dar û kanî ew baxê dimin?
çîçek û nêrgiz heriştin, tev ji bîna sor gulan
surperî nayên semayê, kanî qozaxê dimin?
qeb qeb û dengê kewan nayên li ser lat û çyan
kûre kûre rengê bûman naleya zaxê dimin
ser bi zêr û çox bi surme dest li ber, rû nalenal
dê bi kê xweş bin di dilde, ev key û daxê dimin?
bilbilê malk xerab herdem bi hewar û girî
xweş li ser sorgul dinalîn bûne ortaxê dimin
qumryan sed renge awaz wan ji derdê nêrgîzan
bûm li ser kox û kelat û qesir û çardaxê dimin
dijminê zordest û zana tev welat girtin bi zor
erdelan û şehrezûr û şax û kurdidaxê dimin
kurdê gernas ku şikandin tîp û komên ingilîz
ketne bindestê neyaran bûne altaxê dimin!?
dijminê milet di îro bûne rêber bo welat
ên bi xapan em dixiwarin bûne ocaxê dimin!?
ma gelo kevneperestim? na, ne raste ezbenî!
lê dixiwazim zû şyarbin dost û hevçaxê dimin
ez cigerxiwînim li ser vê paşdemeyna welat
rengê efyon tên firotin rist û ev xaxê dimin...