îbtîda be nam padşay qedîre
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
1 Xulek
519 Dîtin
îbtîda be nam padşay qedîre
mame muḧemmed delîl dest gîre
murîd muxłîs sey eḧmed mîre
wezûd bikyane perêm temîre
mewcûden xalîq bîna û besîre
saḧêb keremen guzeşt qusîre
mewaçe mełła şêt û feqîre
xuda weytewre kerden teswîre
fîdat bam kemter meker ce wîre
daym weyaran biker te’zîre
qurban ehil heq her wext zewîre
wedest nadan zelîl û gîre
merdî heq daym řewşen zemîre
bê perwa ce te’in gişt tane û tîre
qurban cedit bam xełk şarezwîre
pey girdîn yaran delîl dest gîre
řoj û mah û sał ...
daym şewqit bo řoj û mah û sał
nûr çemanim ey derûn zułał
nimeyo wekar waswase û xeyał
teslîm we řay heq bar kêş çun ḧemał
řicam her êden wêt bikere lał
#
we dwanizde mesre’ şî’irim kerd îkmal