qeyd zencîrim 2
bo mam muḧemmed
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
1 Xulek
443 Dîtin
qeyd zencîrim ...
ḧacî ne qel’e qeyd zencîrim
çemeřay řeḧmet şay xeyber gîrim
muḧtac we îmdad delîl û pîrim
wedest ḧirs û nefis yekcar esîrim
mubtelay cîfe ce menził dwîrim
bełê nîcame ewlad mîrim
ya ḧeyî qedîm řast barî tîrim
wêł û sergerdan derûn çun qîrim
car carê hoşyar řewşen zemîrim
çun ḧakmî xas bistan teqrîrim
bizane çunen řay û tedbîrim
ce lay munkîran beden teswîrim
ce lay ehil heq misk ’ebîrim
bêzar ce dîdar qewm şerîrim
ẍułam îxłas yar feqîrim
memnûn û meşkûr xubiz û şe’îrim
er nêk û er bed kiryan teḧrîrim
extyar pîr temen wesał kebîrim
hełate nîyen turşyan hemîrim
we keyf û demaẍ wêney wezîrim
tacir hoşyar lîbis ḧerîrim
dił ha çe gerdiş wêney sefîrim
ga gahê ẍemnak gahê wezîrim
cey şêway şêwe nîyen mexbîrim
teslîm weřay heq ḧacî gyan jîrim