ḧacî yawanî

bo mam muḧemmed
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
 1 Xulek  307 Dîtin
ḧacî yawanî ...
me’lûm bî çe lam temam yawanî
serit we qapî kawe sawanî
derûn piř ce şewq webê tawanî
muxlîsî mełła nûr dû çawanî
şerit bitûn yar saḧêb emanî
car car perêman bider beyanî
her çe êware ta we beyanî
lałe bikere we şay subḧanî
necatman bider ney dunyay fanî
daxłiman kero we cawîdanî
siłamim henen ey biray gyanî
meḧrem esrar řaz nîhanî
xewerdar bwe heta metwanî
îẍfałit neko fîrqey bedanî
eger bikûtat ce nam hewanî
řagey heq bigêr we cisim û canî
şexir swaran ha ce cewlanî
muntezîr we emir yek qumandanî
ḧacî gyan penem bider mizganî
umêdewarîn we şay cîhanî
merḧemet kero weḧał yaranî
hemîşe baçîm lałe û amanî
necat bîn ce dest ḧirs nefsanî