ḧacî ’îsyanim

bo mam muḧemmed
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
 1 Xulek  247 Dîtin
ḧacî ’îsyanim ...
me’lûm bo çe lat temam ’îsyanim
çun merdey medfûn bê cisim û canim
dînim murşîden řehber îmanim
delîl ber heq qezat we gyanim
ẍeyr ez firyad řes nîyen amanim
quwet derûnim nûr çemanim
melcagay feqîr cagey bawanim
şûm şermezar henen tawanim
çun... dexîl dest we damanim
çun koy demawend berzen demanim
kem řu’yet bîyen nûr ’eynanim
we dest ḧirs û nefis hem sergerdanim
gerden nîhadey te’ney bedanim
kes nimeşnewo zarî û fîẍanim
yar nîyen weteng dad û giryanim
cey serdî sa’et ciger buryanim
bê qedir û ḧurmet nam qewmanim
sed ḧeyf zay’en watey beyanim
daxo key ḧekîm meko dermanim
er zat mutłeq nedo fermanim
sařêj nimebo kone zamanim
bê xewer ce kar ama û namanim
bêzar ce eẍyar dost û xwêşanim
çemeřay řeḧmet şay derwêşanim
kes nimezano nam û nîşanim
bê zewq û bê şewq zor perêşanim
daxił we fîrqey derûn êşanim
ře’îs bedan min hamtaşanim
kelb yaristan xak paşanim