feqê diłşadim

bo mam muḧemmed
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
 1 Xulek  275 Dîtin
feqê diłşadim ...
me’lûm bo celat xeylê diłşadim
çemeřay řeḧmet muşkîl guşadim
firyad řes ḧarz meyo we dadim
delîl ber heq řay merg û zadim
zahîr û batin toy î’tîmadim
ce qeydî mîḧnet meken azadim
cew bone weytewr derûn abadim
fîrqey munkîran gişt mebo nadim
mezru’at yawa meşẍuł ḧesadim
dyaren feqê gyan, nimekey yadim
webê to ẍemnak hem řenc we badim
weřay heqîqet biker îrşadim
mełłay natemam qelîl sewadim
temam meḧkemen řay î’tîqadim
çe hîç efradê nîyen îradim
extyar û zer’an meydan îftadim
çemeřay kerem şah beẍdadim
çe şest wîyerden, nezdîk heftadim
çenî ḧirs û nefis her ce cîhadim
perê heqîqet efkar zyadim
çenî şikakan her ce ’înadim
şew û řoj meşẍuł zîkir û ewradim
pey řay musteqîm ce îstîrdadim