baçe we kwêxa şêr bê nezîr

name bo aşnayek
Li pirtûka:
Şî’rekanî Ḧîlmî Kakeyî
Berhema:
Ḧîlmî Kakeyî (1882-1966)
 2 Xulek  651 Dîtin
baçe we kwêxa şêr bê nezîr
şexsê bikyano heta we beşîr
bibo we mêman çe lay yek şunas
beyo we şonim we sîdiq û îxłas
heta we beşîr we swarî maşîn
we keyf û sefa cagey diłinşîn
min ke byawî we qeryey beşîr
eger xer nebo we swarî be’îr
hawaren ḧunte dexîl ya şe’îr
selametim ker çe î řagey dwîr
îmcar weřastî mełła ha çewîr
eger ke amam çe min hen teqsîr
wespareş ḧec nimebo qebûł
wîtewre mebo weşerit û usûł
selamim henen we heyas mełła
îkmalim kerden şay qendîl qeła
kyanam perêş we diłêy mesrûr
yařebî qeza we lêtan bo dûr
’erz xiłûsim hen, we cemî’ sadat
we fîrqey maman saḧêb keramat
dû wemîn we fîrqey cemî’ omyat
qet’îyen mełła naka lomîyat
sêhemîn her kes meperso eḧwał
selamim henen piř hezar cwał
er sed bwaçan mełła muflîsen
sed fergûn selam wenîm filsen
selamim henen we seyîd qemer
hellac doman we řû ken çap ker
hezar selam bo we muḧemed ayş
ha wexten mełła beyo be cayş
selam we meḧmûd we ebû ’asî
lazim bo serkar çe kanî masî
eger ----Teksta ne aşkira neko hem wenaw řasî
řu’yey seydîş gêro we řasî
şew û řo medḧiş maçî we xasî
me’lûm amozay mełła ’ebasî
nîm hoqe selam we řeḧîm xane
’eceb ẍulêwen çe byabane
emsalş nîyen ta we řoxane
dewłetiş melo gişt we gořxane
î şî’re nwîsnam hem perê suḧbet
çe giftar min kes neko ḧîddet
esasen řeḧîm kone hawsaye
derûn çun ḧedîd dił nexusaye