mela tałey min

xewekey pûre řêḧan
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cebarî
Berhema:
Melay Cebarî (1806-1876)
 2 Xulek  736 Dîtin
mela tałey min ...
binûr we kitêb perê tałey min
’alem řem kerden şew le nałey min
----------Teksta ne aşkira
hurmîkit dîyen be hwîtewe
er xêr, er şeř, hate řêtewe
dît xişe xişê le lay cêtewe
hêwaş horzya nyay pêtewe
wey îşarey des tali’it şeř bê
le nîweşewa nawgełit teř bê
tumez şeytan bwî eẍwey bird wenet
piř we piř we zor ḧerbey da le net
qaymî bigre ciłew zuwanit
ye çûn xewê bû quř we bawanit
xewî to fîtney ’eynî ’eyane
tarîk û řoşin berî beyane
îzharî meke siřřî penhane
----------Teksta ne aşkira
î qise min zanam ba nezano kes
xot meke ẍełtan matlî wedes
dermanî henen le lay melay hwêt
goş řagre min waçîm perêt
miştî le çuẍan hî cewel nasaz
penc denk bîber legeł şeş leq pyaz
yek gwêlî nimek lenî zencefîl
bikeş be yekda mebo be fitîl
hurd hurd bikuteş we deskî hawan
bîtepêne geł ey xuşke řêḧan
êşî zameket ekzêtewe
îtir kes we şew nanê pêtewe
îtir xo şûmî pîsî qesawet
nabînî be çem ta we qyamet