eger guł bêt û şêwey řûmetî canane binwênê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
 1 Xulek  622 Dîtin
eger guł bêt û şêwey řûmetî canane binwênê
diřk degrê girîbanî seraser yexxe edřênê
eger mestî nîgahê bête seyrî meclîsî ’uşret
serî saqî û milî mîna be berdî te’ne deşkênê
be şew zilfî leser řûmet ke lada řojê hełdênê
be řoj bîxate ser řûmet beser řojaye şew dênê
qîsasim kewteser min qatîlî ’eşqim be řîswayî
ḧeyatî ’alemî têdaye xwênim bêt û biřjênê
be meylî serdewe wek agirê berbûye ’umrî min
dexîlit bim eger wirya nebî ’alem desûtênê
îlahî şane let let bê serî ew perçeme xawe
emendet pêç û tab dawe xerîke dił bixinkênê
qisey şamî fîraqî xot bike nek basî zilfî yar
xeyałêkî gułî ałoze ḧemdîNasnava edebî řişte epsênê