nepşikût ew deme wamayewe eşkalî dił carê
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧemdî
Berhema:
Ḧemdî (1876-1936)
1 Xulek
514 Dîtin
nepşikût ew deme wamayewe eşkalî dił carê
de çîbka ẍulẍuley bulbul negate sem’î guł carê
řeqîb û dilberî dinya beyek sik her debê bûbê
gułêkî bê diřk dîwte ke bête der le çił carê
le zilfî ew bitem zennare bê bakim le nar û mar
seru azadî kird qumrî ke tewqî kirde mil carê
be basî cîlwey ew řuxsare nabê dił munewwer kem
ke dił fanosî yarane newek bê muşte’îl carê
çi lazim men’î ew dinya periste muddetul’umrî
le ef’alî qebîḧî xoy nebûbê munfe’îl carê
ke destî geyye qebzey tîẍî ebroy çawî xummarî
witim ḧîfzî bikey řebbî le fîtney mestî kil carê
becêye kuştinî ’aşiq řeqîb emma le ḧurmetda
witî sebirit bibê carê bibim bełku xecił carê
meger gerdim xeyałî ’alemî damen bika ḧemdîNasnava edebî
le řêy wesła nebû neşkê becarê pê û pil carê